Komeleya Jinê ya Rosa: Vekişîna malê dê bêtir kedê binpê bike
- jin
- 12:35 18/3/2020
Komeleya Jinê ya Rosayê, diyar kir ku ji ber vîrusa coronayê navberê didin xebatên xwe û got: "Di vê pêvajoyê de em ne li gel hev bin jî em bi rih û piştevaniya xwe li gel hevdu ne û em ê piştevaniya xwe mezin bikin. Bi ketina malê dê bêtir keda jinê ku nayê dîtin bê xwarin û binpêkirin. Vekişîna malê bêtir me dixe nava fikaran."