'Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan jî biparêzin'
- jin
- 09:09 25/3/2021
Jinên îzmîrî ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê li qada ne gotin: "Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan biparêzin."
Jinên îzmîrî ku li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê li qada ne gotin: "Me li kuçeyan bi dest xist, em ê li kuçeyan biparêzin."
Fîgen Yuksekdag, derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê ev peyam da: “Ji bo destûr ji êrişên desthilata ku kujer û tecawizkarên jinan diparêze re neyê dayîn dem dema hê bêtir berxwedan û piştevaniyê ye.”
Wezîr Zehra Zumrût, têkildarî rexneyên derbarê vekişandina ji Peymana Stenbolê de ev tişt got: “Sedemên tundiyê yên mîna alqol, hişbir û gelek tiştên din hene. Lê dema ku em tenê li ser gotarek nîqaş bikin wê demê em ê sedemên rasteqîn ên tundiyê neaxivin.”
Aktivîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn, diyar kir ku jinan li qadên Newrozê li dijî tecrîd, qirkirina jinan, taciz û tecawizê, azadî qîr kirin û anî ziman ku ji bo jiyana xwe teslîmî hişmendiya zilam nekin wê qêrîna xwe bidomînin.
Seroka Duyemîn a ÇHD’ê Parêzer Umît Buyukdag, diyar kir ku desthilata AKP'ê ji bo jê sûd werbigire aloziyê derdixe û biryarên dûrî aqilan digire û got: “Hewl dide vê jî li ser jinan, kurdan û muxalîfan bike.”
Sê jinên kedkar ên li dijî îstîhdama jinan a li Rihayê her ku diçe kêm dibe têdikoşin, bi vekirina kargehekê, dixwazin li bajêr îstîhdama jinan zêde bikin. Ji van sê jinan Şehrîban Korkmaz, diyar kir ku divê jin daxwazên xwe baş zanibin û ji bo van daxwazên xwe têbikoşin.
Danişina doza kuştina Gullu Yilmaz li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dozger xwest kujer Can Yilmaz ê Gullu şewitand û kuşt heta dawiya emrê xwe bê cezakirin.
TÎHV'ê têkildarî vekişandina Peymana Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku dewletê bi veşikîna vê peymanê aşkere kir ku aliyê tundiyê ye.
Meclîsa Jinan a HDP’ê bi rojeva vekişîna Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê civiya û li ser di civînê de rê û rêbazên têkoşîna hevpar a bi rêxistinên jinan re hat nîqaşkirin.
Piştî betalkirina Peymana Stenbolê di 72 saetan de 5 jin hatin kuştin û jinek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca, biryara vekişîna Peymana Stenbolê bir Meclîsa Konseya Ewropa û diyar kir ku ew ê xebatên dîplomasiyê di her qadê de bimeşînin. Hukmê vê biryarê tune ye."
Bertekên li dijî betalkirina îmzeya Peymana Stenbolê her ku diçe zêde dibin. Jinên ku derketin kolanan gotin "Em ji pey Peymana Stenbolê venagerin" û bertekên xwe anîn ziman. Li stenbolê jî jinên xwestin daxuyaniyê bidin û polîsan ew dorpêç kirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Jinên ku Peymana Stenbolê ya bi biryara Serokkomarê AKP’î hat feskirin weke “îlankirina şer” şirove kirin wiha gotin: “Kesên bi cilên taxim ên destê xwe dirêjî jiyan, maf û destkeftiyên me dikin, destê me bi bersinga we ve ye.”
Komeleya Pêşî Jin û Zarokan, li dijî Biryarnameya Serokkomariyê ya feshkirina Peymana Stenbolê, li Şûreya Dewletê doz vekir.
Parazvana mafê jinan û nivîskara Misrî Nawal El Saadawî ya li Tirkiyeyê bi pirtûka xwe ya bi navê "Jina di Xala Sifrê de" (Sıfır Noktasındaki Kadın) koça dawî kir.