Jinek li mala xwe mirî hat dîtin
- jin
- 12:45 12/4/2021
Li navçeya Qoserê, Emîne Gokçen li mala xwe mirî hat dîtin.
Li navçeya Qoserê, Emîne Gokçen li mala xwe mirî hat dîtin.
Ji penaberên îranî ku ji ber li dijî vekişandina ji Peymanê Stenbolê derketibûn derbarê wan de biryara drsînorkirinê hatibû dayîn û li GGM’a Aydinê tê girtin Esmaeîl Fattahî, diyar kir ku her roj li navendê mirov întihar dikin û bi zorê belgenameyan bi wan didin îmzekirin.
Olcay Senem a ku tacîz û mobînga li Miduriyeta Çand û Turîzmê ya Bajar a Qersê lê hatibû kirin ragihand û ji sala 2016’an ve li dijî pençeşêrê têdikoşiya, li nexweşxaneya kul ê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.
Arzû Îlhan Koca ku li Pendîkê dijiya, li gel biryara parastin û dûrxistinê ya derbarê wî de derxistibû jî ji aliyê hevjînê xwe Goksal Koca ve hat kuştin.
Li Rihayê, hat angaştkirin ku dayika zarokekî F.S. întihar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.
Xwişka rojnamevan Evrîm Alataş ku 11 sal beriya niha jiyana xwe ji dest da Mukaddes Alataş, diyar kir ku Alataş pirsgirêkên gel hîs dikir û bi wê hîsê dinivîsand ûev tişt got: "Pirî caran wisa difikirim ı ji xwe re dibêjim, 'heger Evrîm sax bûna dê derbarê Roboski u Kemal Kûrkût de çi binivîsandina'."
Li Wanê li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê daxuyanî hat dayîn. Parlamentera HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî û diyar kir ku ew ê li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê ya zilaman têbikoşin û wê qet û qet destûrê nedin pergala mêraniyê were avakirin.
Jinên ji bo meşa li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê kom bûn, dorpêça polîsan şermezar dikin.
3 kes têkildarî kuştina Berrîn Dalyanoglu Keskîn a li Sîlîfkê cenazeyê wê di bîrekê de hatibû dîtin, hatin binçavkrin.
Endamên Partiyên Çepgir, gotin ku ew biryarnameya pergala yek zilamî qebûl nakin û dê dev ji Peymana Stenbolê bernedin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara fesixkirina Peymana Stenbolê bi rojnamevanên jin re civiya û got: “Fesixkirina Peymana Stenbolê berdewamiya darbeyên li ser destkeftiyên jinan e.”
Li Sîlîfkê, cenazeyê Berrîn Dalyaoglû Keskîn a 10 rojbûn agahî jê nedihat girtin, di pîrekê de hat dîtin.
Aktivîsta TJA’yê Siyajîn Nefîse Yildirmaz ji bo meşa li dijî fesixkirina Peymana Stenbolê ya li Amedê pêk were banga tevlibûnê kir û got: “Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin.”
Di dîroka baroyan de yekem car li Baroya Mêrdînê temsîlkariya wekhev pêk hat. Ji 10 rêveberan 5 jin bûn rêveber. Rêveberên jin encama hilbijartinê wek serkeftina têkoşîna jinan nirxandin.
Meclîsa Jinan a HDP'ê ku dê kampanyaya "Ji xizaniya jinê re na" li Herêma Egeyê bide destpêkirin, ê di 12-14'ê nîsanê de çareserkirina pirsgirêkan bi jinan re nîqaş bike.