Îdianameya kujerê Berîvan Alturkê hat amadekirin
- jin
- 09:05 08/11/2022
Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê der barê kujer Metîn Şengîl de amade kir, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê ve hat qebûlkirin. Taybet Uren, xwişka Berîvan Alturkê ku ji aliyê Şengîl ve hatibû qetilkirin, diyar kir ku tu kes bi hawara xwişka wê ve nehatiye û wiha got: "Ev, ji vê bêcazatiyê cesaretê digirin. Jinan bêqîmet dibînin. Dibêjin jinek hat kuştin ma çi bûye? Em dixwazin cezayê herî giran bidin wan da ku cesareta ku jinekê qetil bikin di xwe de nebînin."