Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd di roja 2’yan de didome
- jin
- 10:44 29/5
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya TJA’yê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi atolyeyan didome.
Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd ku bi pêşengtiya TJA’yê tê lidarxistin, di roja duyemîn de bi atolyeyan didome.
Endama Desteya Disiplîna Navendî ya DEM Partiyê Zeynep Nîlgûn Salmaner diyar kir ku divê jin di pêvajoya aştiyê de roleke aktîf bilîzin û got, "Divê jin di her mijarê de tev li pêvajoyê bibin."
Parlamentoya Kurdistanê jib o Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd peyamek sand û got: “Em mecbûr in li dijî kesên jinan biçûk dibînin li ber xwe bidin û zîhniyeta wan hilweşînin. Ji ber ku jinan ji bo azadiyê jiyana xwe feda kirin.”
Jinên ku di rûniştina dawî ya Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivîn, diyar kirin ku jinên Kurd li her derê li ber xwe didin û gotin ku têkoşîna jinên Kurd jib o hemû jinên cîhanê bûye mînak.
Li navçeya Erdîşê ya Wanê Komeleya Dayikên Aştiyê hate vekirin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd li ser zoomê tev li Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd bû. Evîn Siwêd diyar kir ku ew peyamên Abdullah Ocalan esas digirin û got: “Divê jin pêşengtiya projeya aştî û civaka demokratîk bikin.”
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji “1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” ku li Amedê tê lidarxistin re peyamek şand û got: “Divê em bibin pêşengên jiyaneke nû, bi zanista Jineolojiyê em dikarin hem bi çanda gerdûnî hem jî ya xwe plansaziyan çêbikin.”
Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 10 salên pêşiyê weke sala malbatê ragihand û xwest jin bêhtir zarokan bînin. Jinên li Enqereyê jî bertek nîşanî Erdogan dan.
Di nava 5 mehan de li Wanê herî kêm 9 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Hevseroka Şaxa OHD’a Wanê Hatîce Bagci diyar kir ku bêyî lêpirsîneke baş were kirin, mirinên jinan di bin navê “întîhar”ê de tên paşguhkirin.
Şîlan Emînoglû ku di nava Însiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a Neteweyî ya Ewropayê de cih digire diyar kir ku ew ê xebatên xwe bi komxebatê bi rêxistin bikin û wiha got: "Ez bawerim yekitiya jinan wê bandorên girîng li vê pêvajoyê bike."
Parlamentera DEM Partiyê Nejla Demîr daxwaza avakirina komîsyoneke ku jin karibin yekser tev li komîsyona parlementoyê bibin pêşkêş kir û got ku divê ji bo tevlibûna jinan a pêvajoya ku bi banga "Civaka Aştî û Demokratîk" dest pê kiriye bingehek bê avakirin.
Di encamnameya Civîna Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê de bal kişandin ser “Konfederalîzma Demokratîk a Jinan.”
TJA dê di 28-29’ê Gulanê de li Amedê 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd li dar bixe. Çaglar Demîrel a TJA’yî got ku ew ê ji bo avakirina civaka demokratîk, hewl bidin xeta têkoşîna hevpar ava bikin.
“Hevdîtina Jinan a Ked Çand û Hunerê ya Amedê” ku ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat lidarxistin, bi konsera hunermend Xecê bi dawî bû.