COLEMÊRG - Li devera Seyîrtepe ya Colemêrgê wesayîtekê qeza kir û gêr bû Çemê Zê.
Li devera Seyîrtepe ya Colemêrgê wesayîtekê qeza kir û gêr bû Çemê Zê. Wesayît, ji bilindahiya 280 metreyan gêrbû xwarê û nehat zanîn ka çend kes di wesayîtê de ne. Li herêmê komên lêgerîn-rizgarkirin û tenduristiyê hatin sewqkirin. Li hêla din, hat zanîn ku li vê devera behsa xeberê beriya niha jî gelek qeza çêbûne û gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.
