Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara

  • cîhan
  • 15:11 20 Kanûn 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Îngilistanê, Tûgaya Sultan Suleyman Şah û fermandarê wê Ebu Emşe, Tûgaya Hamza û fermandarê wê Seyf Bulad û Tûgaya Sultan Murad ên Hikûmeta Demkî ji "artêşa" nû re entegre kirine û li gel komkujiyên li ser Elewiyan tên naskirin, xistin lîsteya pêkanînan.
 
Piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê ya 8’ê Kanûnê, hatibû diyarkirin ku Heyet Tahrir uş Şam (HTŞ) û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên di bin serokatiya Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ahmed el Şara (Colani) de di serî de Elewî û Durzî li dijî gelên cuda êrîşên giran pêk anîne. Li hemberî van komkujiyên li pêşiya çavê hemû cîhanê kirin, nerazîbûnên navneteweyî bilind bûn û Îngilistan bû yek ji wan welatên biryara pêkanînê standiye.
 
Hikûmeta Îngilistanê da zanîn ku wê Tûgaya Sultan Suleyman Şah û Tûgaya Sultan Murad û fermandarên wan ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ew daxilî "artêşa" nû kirine, daxilî lîsteya pêkanînan kirine. Egerên pêkanînan jî weke binpêkirinên li dijî hiqûqa mirovahiya navneteweyî ya yên di pêvajoya şerê navxweyî de û komkujiyên di meha Adarê de yên li ser Elewiyan ên li peravên Sûriyeyê hatin nîşandan.
 
Li gorî nûçeya Reutersê komên berbehs berpirsiyarên kuştina nêzîkî 700 elewiyan e û hate bibîrxistin ku Neteweyên Yekbûyî jî beriya niha derbarê van avaniyan de biryara pêkanînê standibû.
 
TÛGAYÊN CEZA LI WAN HATIYE BIRÎN
 
Sê tûgayên SMO’yê yên ku roja îroyîn li Sûriyeya bakur û navîn beşa sereke ya artêşa Sûriyeyê pêk tînin û Tirkiye piştevaniyê dide wan Îngilistan ew xistine lîsteya pêkanînan ev in:
 
Tûgaya Sultan Suleyman Şah
Tûgaya Sultan Murad
Tûgaya Hamza
 
Di biryara ku li gel îmzeya Wezîrê Karên Derve yê Îngilistanê hate weşandin de, hate diyarkirin ku ji ber binpêkirinên li dijî Elewiyan ênli herêmên peravî ên Sûriyeyê li hin rayedarên di bin rêveberiya Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de pêkanîn hatine sepandin. Hate îfadekirin biryar ji bo hin rayedar û kardêrên serdema Esad jî derbasdar e.
 
Navên di lîsteya pêkanînê de cih digirin û sûcdarkirinên derheqê wan de bi vî rengî hatin ragihandin:
 
Ebu Emşe (Muhammed Huseyîn el Casim): Ebu Emşe yê ku yek ji generalên pilebilind ê rêveberiya Sûriyeya nû ye, weke Fermandarê Tûgaya 62’yemîn wezîfedar e. Beriya niha fermandarê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) a Tirkiye piştgiriya dike û Tûgaya Sultan Suleyman Şah bû. Hate diyarkirin ku di Adara 20252an de beşdarî bûyerên tundiyê yên li herêmên peravî ên Sûriyeyê bûye û li ser sivîl û bi taybetî jî civaka Elewiyan înfazên kêfî pêk anîne.
 
Seyf Bulad Ebu Bekir (Seyf Polat): Seyf Polat ê ku di artêşa Sûriyeya nû de weke Fermandarê Tûgaya 76’emîn hate wezîfedarkirin, beriya niha di nava SMO’yê de cih girtiye û fermandarê Tûgaya Hamza bû. Hate destnîşankirin ku koma di bin rêveberiya Seyf Polat ê ku weke ‘’fermandarê Tirkan’’ tê naskirin de, tevahiya şerê navxweyî berpirsiyarê êşkence, xerac, koçberkirina bi darê zorê û bi taybetî jî binpêkirinên giran ên li herêmên Efrîn û Helebê ye.
 
Hate bibîrxistin ku komên ku her du fermandaran serokatiya wan kiriye, di nava avaniyn ku Tirkiye piştgiriyê dide wan de cih girtine û beşdarî operasyonên leşkerî yên ji aliyê Hêzên Çekdarî ên Tirk ku li Sûriyeyê bi rê ve birine bûne. Hate diyarkirin rêveberiya nû ya piştî hilweşîna desthilatdariya malbata Esad a 53 salî hate avakirin, ev kes weke fermandarên tûgayê tayîn kirine û rûtbeya tuxgeneraliyê daye wan.
 
SICILA TÛGAYA SULTAN MURAD
 
Hate destnîşankirin ku Tûgaya Sultan Murad jî beriya bidawîbûna desthilatdariya Esad beşdarî operasyonên li dijî gelê Kurd û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûye û di vê pêvajoyê de êşkence, binçavkirinên kêfî, windakirina bi darê zorê û li dijî girtiyan miameleya xirab pêk anine.
 
SEDEM: KOMKUJIYÊN LI SER ELEWIYAN
 
Di daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hikûmeta Îngilistanê hate weşandin de hate diyarkirin ku pêkanîn ji ber sûcên di serdema şerê navxweyî yê Sûriyeyê de hatine kirin hem jî ji ber bûyerên li bajarên Lazkiye û Tartûs û herêmên peravî yên Sûriyeyê yên di destpêka îsal de hatine sepandin.
 
ÎNGILISTAN: PEYAMEKE EŞKERE YE
 
DI daxuyaniyê de nêrînên Wezîrê Karên Derve Yvette Coper cih girtin û Coper diyar kir ku pêkanîn peyameke eşkere ye û ev yek anîn ziman:
 
Li Sûriyeyê ji bo çareseriyeke siyasî ya berdewam û serkeftî ji aliyê hemû Sûriyeyîyan ve hesabdayîn û edalet gelekî girîng in. Îro, em pêkanînan li kes û saziyên ku beşdarî bûyerên tundiyê yên li ser welatiyên sivîl bûne, disepînin. Ev pêkanîn, ji kesên ku hewl didin pêşeroja aşitiyane û aram a hemû Sûriyeyiyan sabote dikin re peymaneke eşkere ye.’’

Sernavên din

16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe HATE NÛKIRIN
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan
12:36 Danişîna doza Sîncar careke din ji bo mutalaayê hat taloqkirin
11:59 Dê kardêr kêmtirîn mûçeyê diyar bikin: Rêjeya herî bilind ji sedî 30 e
11:30 Kenanoglû: Divê her kes xwedî li mitînga ‘Hêvî û azadiyê’ bibe
11:04 Fatma Bostan Unsal: Tiştên hatine jiyîn heta neyên axaftin aştî civakî nabe
11:03 Li Efrînê jinek bi îşkenceyê hate qetilkirin
10:26 ‘Hevrûbûn û rêzgirtina li miriyan ji bo mayindebûna aştiyê girîng e’
09:46 Hevserokê ÎHD’ê yê Şirnexê: Divê ji bo aştiya civakî gavên wêrek bên avêtin
09:18 Dayika ku hestiyên kurê xwe cara çaremîn defin kir: Ji bo cenazeyên xwe têbikoşin
09:16 Di mercên giran ên zivistanê de sewalkarî
09:11 Ne 10 sal, 100 sal jî derbas bibin em ji bîr nakin
09:06 Li gundên qedexe yên Çelê destûra petrol û madenan hat dayîn
09:05 Dîmenên îşkenceya li girtî derketin holê
09:01 Belçîka: Rêveberiya navendî midaxileyê karên xwecihî nake, hişmendiya komunîteryen serdest e
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2025'AN
17/12/2025
22:00 Li Amedê Ayşe Şan hat bibîranîn
21:10 Komîsyonê ji bo raporê biryara avakirina 'koma nivîsê' da
17:05 Komîsyona Lêkolînê ya Dîlan Karaman: Agahî bi baldarî tên berhevkirin
17:04 Dîba Keskîn: Heke em xwedî li zimanê xwe dernekevin dê tune bibin
16:49 Koma Jinan a Meclisê ya DEM Partiyê têkildarî ‘îstîsmarê’ daxuyanî da
16:48 Olûç: Divê hin karbidestiyên serokkomartiyê dewrî rêveberiyên herêmî bên kirin
16:47 Hevdîtina Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî dest pê kir
16:47 Kesê tacîza zayendî li 6 xwendkaran kir nehate girtin
16:30 Tedawiya rojnameger Aykol bi antîbiyotîkan didome
16:03 Arkaş: Ji bilî Rêber Apo kesek nikare aştiya Tirk-Kurdan bike
14:04 Serlêdana dozgeriyê ya ji bo cezakirina rojnamevan Dîren Yûrtseverê hat redkirin
13:50 Sancar: Niha dema amadekirina hiqûqa aştiyê ye
13:01 Dê Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di komîsyonê de bicivin
12:10 Deklarasyona mitîngê: Mifteya hiqûqê, di cîbicîkirina ‘mafê hêviyê’ de ye
11:44 Piştî 31 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe
11:30 Karkerê Kurd bi hinceta ‘ser siyasetê axiviye’ ji kar hat derxistin
11:07 Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dê li Stenbolê bên bibîranîn
10:58 Civaknasê Alman: Banga Abdullah Ocalan kêliyeke kêmpeyda ye ji bo hêviyê
10:35 Kesên beşdarî hevdîtinê bûn: Divê girtekên komîsyonê bên eşkerekirin
10:20 Platforma Şiyar Be! dê li Licê nûnertiyekê veke
10:18 Çîftyurek: Divê dewlet tiştekî bibêje ku pêvajo ji hêla hiqûqî ve pêş bikeve
09:46 'Bandoreke mezin a sînemayê li ser ziman û çandê heye’
09:44 8 sal di ser wêrankirina Goristana Xerzanê re derbas bûn
09:17 Dayikên Aştiyê: Bila daxwaza me ya ji bo çûyîna Îmraliyê bê qebûlkirin
09:13 Zarokên gel Nazim û Cîhan
09:08 'Tirkiyeya ku mafê hêviyê nasepîne divê ji Konseyê bê derxistin'
09:04 Almanya: Hêz û desthilat di destê şaredariyan de ne