Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin

  • rojane
  • 10:12 12 Kanûn 2025
  • |
img

AMED - Li gorî lêkolîna SAMER’ê, ji sedî 62,8’ê hilbijêrên Kurd ên CHP’î, biryara CHP’ê ya neçûna Îmraliyê neyînî nirxandin. Ji sedî 47’ê hilbijêrên Kurd ên digotin dengê xwe didin CHP’ê got ku dê êdî dengê xwe bidin DEM Partiyê. 

 
Navenda Lêkolînên Qadê ya SAMER’ê, têkildarî pêvajoya çareseriyê, pirsgirêka Kurd, nûnertiya siyasî, hêviya ji aştiyê û helwestên civakê bi awayekî online anketek kir. Anket, li 14 bajaran bi 351 hilbijêrên CHP’î re hate kirin. Anket, bi hilbijêrên ji bajarên Semsûr, Amed, Dîlok, Riha, Wan, Stenbol, Enqere, Mûş, Êlih, Bursa, Dêrsim, Îzmîr, Mêrdîn û Edeneyê re hate kirin. Ji beşdaran ji sedî 64,1 mêr, ji sedî 35 jin û ji sedî 0,9 jî ji LGBTQ+'yan pêk dihat. Ji sedî 67,2’yê beşdaran Kurd, ji sedî 26,7 Tirk û yên din jî ji neteweyên cuda bûn. 
 
JI CHP’Ê DERBASÎ DEM PARTIYÊ DIBIN
 
 
Ji sedî 47,9’ê beşdaran ji bo pirsa “Heke vê yekşemê hilbijartin bê kirin dê dengê xwe bidî kê?” got “CHP”, ji sedî 47'an got "DEM Partî”, ji sedî 1,7'an got si "Partiya DEVA’yê”, ji sedî 1,7’ê got "TÎP", ji sedî 0,9'ê got "Partiya Gelecekê” û ji sedî 0,9'an jî got dê deng nedin. 
 
Ji bo pirsa “Gelo hûn pêvajoya çareseriyê ya nû dişopînin?” jî ji sedî 99,1'an got “Erê” û ji sedî 0,9'an got “Na.” 
 
Ji sedî 30,8’ê beşdaran ji bo pirsa “Çiqas agahiya we ji pêvajoya çareseriyê ya nû heye?” gotin “Gelek agahiyên min nînin”, “ji sedî 51,3'yan got “Di astekî navîn de agahiya min heye”, ji sedî 14,5’an got “Pir kêm agahiyên min hene” û ji sedî 3,4'an jî got “qet agahiya min nîne.” 
 
HILBIJÊRAN BIRYARA CHP’Ê YA ÎMRALIYÊ NEYÎNÎ NIRXAND 
 
Têkildarî pirsa “CHP’ê ji bo Şandeya Îmraliyê ya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê endam neda, hûn vê çawa dinirxînin?” jî ji beşdaran sedî 12,8’an got “pir erênî”, ji sedî 22,2’yan got “erênî”, ji sedî 32,5’an got “pir neyînî”, ji sedî 16,2’yan got “neyînî”.
 
 
Ji sedî 58,1’ê beşdarên gotin “erênî/pir erenî” xwe weke “Tirk” pênase kirin û ji sedî 62,8’ê beşdarên digotin “neyînî/pir neyînî” jî gotin “Kurd” in. 
 
TÊ XWESTIN KU ŞANDEYÊ BIŞÎNE ÎMRALIYÊ 
 
Ji bo pirsa “Li gorî we divê CHP’ê endam bide Şandeya Îmraliyê yan na?” jî ji sedî 51,3'yê beşdaran got “Erê”, ji sedî 34,2'yan got “Na”, ji sedî 14,5'an got bêbiryar im. 
 
Ji sedî 34,2’yê beşdaran ji bo pirsa “Hûn çûna şandeya Meclisê ya Îmraliyê çawa dinirxînin?” got “Pir erênî”, ji sedî 32,5’an got “Erênî”, ji sedî 6’an got “Pir neyînî”, ji sedî 17,9’an got “Neyînî” û ji sedî 9,4’an jî got “Bêbiryar im”. 
 
Pirsa “Li gorî we divê komîsyon serdanên xwe yên Îmraliyê bidomîne?” hate bersivandin û ji sedî 62,4’ê beşdaran got “Erê”, ji sedî 24,8’an got “Na” û ji sedî 12,8’an jî got “Bêbiryar im.” 
 
Ji sedî 32,5’ê beşdaran ji bo pirsa “Gelo li gorî we dê pêvajo bi ser keve?” got “Erê”, ji sedî 38,5’an got “Na” û ji sedî 29,1’an jî got “Heta astekî”. 
 
 
'JI BO PÊVAJOYÊ TIŞTÊN DIVÊ BÊN KIRIN’ 
 
Ji beşdaran pirsa “Ji bo pêşketineke erênî ya pêvajoyê divê ji ewil çi were kirin?” hate kirin. Ji sedî 10,1’ê beşdaran got “Di serî de girtiyên nexweş divê girtiyên siyasî bên berdan”, ji sedî 8,4'an got “Divê gel bi şefafî were agahdarkirin”, ji sedî 6,7’an got “Divê tavilê gavên demokratîkbûnê bên avêtin”, ji sedî 6,4'an got “Divê Demîrtaş û siyasetmedarên di tavilê bên berdan”, ji sedî 5'an got “Divê qeyûm paşve bên kşşandin” û ji sedî 4,7’an jî got “Divê Abdullah Ocalan were berdan.” 
 
Ji bo pirsa “Ji bo pêşketina pêvajoyê li gorî we berpirsyartiya ewil dikeve ser milê kê?” jî ji sedî 14,8'an got "AKP”, ji sedî 13'an got “Dewlet”, ji sedî 12,8'an got “Civak/gel”, ji sedî 11,5'an got "DEM Partî”, ji sedî 10,2'yan got "MHP”, ji sedî 10,2'yan got “Rêxistinên civaka sivîl”, ji wedî 9,7'an got “CHP”, ji sedî 9,5'an got “Abdullah Ocalan” û ji sedî 6’an jî got berpirsyartî dikeve ser milê “PKK’ê.” 
 
MA / Mujdat Can    
 

Sernavên din

14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 Xelkê Licê li dijî tiryak û fihûşê dimeşe
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN