Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e

  • rojane
  • 12:28 11 Kanûn 2025
  • |
img
ENQERE - Di danezana encamnameya “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Navneteweyî” de wiha hate gotin: “Em, veraskirinên zagonî yên mafê hêviyê nas dikin û rê dide Ocalan were berdan weke pêwîstiyeke aştiyê dibînin.” 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 6-7’ê Kanûnê de li Stenbolê “Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar xist. Danezana encamnameya konferansê hate aşkerakirin. 
 
Encamnameya konferansê wiha ye:
 
“Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî di 6-7’ê Kanûna 2025’an de li Stenbolê bi awayekî serkeftî hat lidarxistin. Konferansa me ji 19 welatan, bi temamî ji 5 parzemînan siyasetmedar, akademîsyen, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên parlamentoyan anîn cem hev ku ew di demên cuda de di warên curbecur de xebitîne. Wekî beşdarên navneteweyî, em êş, wendahî û wêraniya ku ji ber pevçûna zêdetirî 40 salan li Tirkiyeyê qewimîn, ji kûrahiya dil hîs dikin. Ji bo rawestandina vê êşê, divê pevçûn bi tevahî bi dawî bibe û aştiya mayînde bi peymaneke civakî ya demokratîk bê avakirin.
 
Di vê serdemê de ku gelê Kurd li Tirkiyeyê bi zilm û vederkirinê re rû bi rû ye, em pêvajoya ku bi pêşengiya birêz Ocalan hatiye destpêkirin wekî derfeteke girîng ji bo gelên Tirkiyeyê dibînin. Digel vê yekê pir girîng e ku ev pêvajo bi awayekî berfirehtir, çêker û encamgir bê meşandin.
 
Dema ku meylên otorîter û faşîst li seranserê cîhanê zêde dibin, civak hewceyê rêbertiyekê ye ku dikare rêya aştiyê veke. Birêz Ocalan nîşanî civaka navneteweyî daye ku ew dikare li hember tundûtûjiya li Tirkiye û Rojhilata Navîn hem bi awayekî pratîkî û hem jî bi awayekî rewşenbîrî, rêya aştiyeke mayînde veke. Ji ber vê yekê, em Abdullah Ocalan ne tenê wekî nûnerê gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştî, veguherîna demokratîk û pirrengiyê ya li Tirkiye û Rojhilata Navîn wekî aktorekî girîng dibînin.
 
Pêvajoya Aştiyê ya ku ji aliyê Birêz Ocalan ve di 27’ê Sibata 2025’an de hat destpêkirin, ji bo rawestandina pevçûnan derfeteke dîrokî ye. Biryara PKK’ê ya ji bo rawestandina têkoşîna çekdarî û xwefesihkirinê, ber bi aştiyê ve gaveke wêrek û dîrokî ye. Ev gav ji bo bidawîkirina pevçûn û bêîstîqrariya demdirêj a li herêmê derfeteke mezin pêşkêş dike.
 
Di demeke wisa de ku li çar aliyê cîhanê şer û pevçûn zêde dibin, biserketina vê pêvajoya aştiyê ne tenê ji bo Kurdan û gelên Tirkiyeyê, lê di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê jî rênîşander e.
 
DIVÊ GIRAVA ÎMRALIYÊ JI SEMBOLA TECRÎDÊ BÊ DÛRXISTIN
 
Encamên ku ji nîqaşên konferansê hatine derxistin ev in;
 
* Wekî ku di biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de jî hatiye diyarkirin, em rêziknameyên zagonî yên ku Mafê Hêviyê nas dikin û azadiya Ocalan gengaz dikin, ji bo aştiyeke birûmet wekî şert dibînin. Heta Mafê Hêviyê bê bicihanîn, divê gihîştina berhemên rewşenbîrî yên Ocalan û têkiliya akademîsyen û rewşenbîran bi Ocalan re bê misogerkirin. Divê Girava Îmraliyê ji sembola tecrîdê bê dûrxistin û bibe deriyek ji bo aştî û siberojeke azad a Tirkiyeyê. Axir divê hemû şert û mercên tecrîdê yên li Îmraliyê bi tevahî bên rakirin.
 
* Em bawer dikin ku divê şer û pevçûn bi rêbazên siyasî bên çareserkirin, diyalog û danûstandin rêya herî guncan e ji bo bidestxistina aştiyeke mayînde. Li gorî biryara 1325’an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, em diyar dikin ku divê jin di danûstandinên aştiyê û pêvajoyên çareserkirina şer de roleke çalaktir bilîzin.
 
* Em nêrîna Abdullah Ocalan dipejirînin a ku diyar dike ku modela netew-dewletê newekheviya civakî, serdestiya li ser bingeha zayendî û wêrankirina jîngehê kûrtir dike û em girîngiya pêşxistina modelên ku beşdariya wekhev ji bo jinan garantî dikin, demokrasiya herêmî xurt dikin û piştgiriyê didin hevjiyana aştiyane ya civakên cuda dupat dikin.
 
PÊDIVÎ BI VEGUHERÎNA QANÛNÎ HEYE
 
* Wekî ku di ezmûnên çareserkirina şer ên li çar aliyê cîhanê de jî tê dîtin, bi awayekî lezgîn pêdivî bi veguherîna qanûnî heye. Di vê çarçoveyê de, em bawer dikin ku Tirkiye pêdivî bi peymaneke civakî ya nû û demokratîk heye ku hemû gel, bawerî û nasnameyan li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev dihewîne. Peymaneke civakî ku tu beşekê ji civakê veder nake, dê tundûtûjiyê li Tirkiyeyê bi tevahî ji holê rake.
 
* Wekî di mînakên Başûrê Afrîkayê, Îrlanda, Herêma Baskê û Katalonyayê de hatiye nîşandan ku di seranserê konferansê de hatin nîqaşkirin, divê rêbazên hişk û navendî yên ku dibin sedema pevçûnan, bi rêbazên ku yekîtiya civakê çêdikin û tundûtûjiyê ji holê radikin bên guhertin. Modelên rêveberiya herêmî li Tirkiyeyê divê hem di asta siyasî de û hem jî di asta civakî de bên nîqaşkirin. Em diyar dikin ku divê di çarçoveya van nîqaşan de qanûnên ku rêveberiyên herêmî xurt dikin bên derxistin.
 
* Em helwesta erênî ya Parlamentoya Ewropayê destnîşan dikin; lê belê divê Yekitiya Ewropayê roleke çalaktir û hîn çêker bilîze. Em bi bîr tînin ku eger pêwîst be û bi razîbûna hemû aliyan, Yekitiya Ewropayê dikare wekî navbeynkar an garantor beşdarî pêvajoya aştiyê bibe.
 
AZADIYA OCALAN NE QENCIYEK E, PÊDIVIYEKE DÎROKÎ YE
 
Ji bo siberoja aştiyê û veguherîna demokratîk a li Tirkiyeyê, di çarçoveya qanûna aştiyê de, di serî de azadiya Abdullah Ocalan û girtiyên ji doza Kobaniyê û azadiya hemû girtiyên siyasî, ne qenciyek yan tercihek e; ev pêdiviyeke dîrokî û qanûnî ye. Tecrîda giran a ku ji bîst û şeş salan zêdetir e hatiye ferzkirin, bi qanûnên neteweyî û navneteweyî re li hev nake. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku li gorî erkên xwe yên di warê mafên mirovan û hiqûqa mirovane de tevbigerin.
 
JI BO AŞTIYEKE MAYÎNDE BANG KIR
 
Em vê beyannameyê wekî gaveke dîrokî ber bi aştiyeke mayînde ve dibînin û bang li hemû aliyan dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Em ê pêşveçûna pêvajoyê bişopînin û hêviya xwe ya ji bo veguherîneke ber bi civaka demokratîk û berfireh ve bi biryardarî biparêzin.”

Sernavên din

14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 Xelkê Licê li dijî tiryak û fihûşê dimeşe
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN