Daxuyaniyên rêxistinên maf û hiqûqê yên bi boneya Hefteya Mafên Mirovan: Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin

  • rojane
  • 15:04 10 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - OHD, TÎHV û baroyan li gelek bajaran bi boneya Hefteya Mafên Mirovan li gelek bajaran daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de bal kişandin ser têkoşîna li dijî polîtîkaya necezakirinê. 

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û baroyan li gelek bajaran bi boneya 10-17’ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan. 
 
ENQERE
 
Baroya Enqereyê, bi boneya sala 77’an a qebûlkirina Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan, li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Yukselê daxuyanî da. Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû diyar kir ku parastina mafên mirovan, hem berpirsyartiya hiqûqnasan hem jî y derdorên civakê ye.
 
 
Koroglû, îşaret bi binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiye û cîhanê kir û got: “Êdî şert û mercên giran ên li Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind hema hema veguherîne pergala înfazê ya tîpa bîrê.” Bi domdarî Koroglû, anî ziman ku divê hevsengiya di navbera azadî û ewlehiyê de mafên mirovan hebe û got: “Mafên mirovan weke qadekê lûtfê çênabin. Mafên mirovan, encamekî xwezayî ya însanbûnê ye. Ev maf çiqas werin parstin ewqas dijîn. Weke Baroya Enqereyê em ê binpêkirinên mafên mirovan bişopînin, li hemberî her mexdûriyetekê bisekinin û hêza hiqûqê mezin bikin.” 
 
RIHA 
 
Şaxên OHD û ÎHD’ê û Baroya Rihayê jî li pêşiya baroyê daxuyanî dan. Parêzer, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêveberên DBP û DEM Partiyê yên bajêr û gelek kes tev li bûn. 
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Songul Arpayê di daxuyaniyê de got ku wan saleke bi binpêkirinên mafên mirovan derbas bûyî li pey xwe hiştine û got ku ji bo binpêkirinên mafên mirovan belge bikin, ji bo bidawîkirina polîtîkaya necezakirinê û ji bo parastina mafên mirovan dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
DÊRSIM
 
Endamên Şaxa ÎHD’a Dêrsimê û gelek welatiyan jî li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em dibînin, bêdeng nabin, têdikoşin. Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Girseyê heta pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan meş li dar xist. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Ozgur Ateş di daxuyaniyê de got ku hewceye di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gavên şênber bên avêtin, îsal asta binpêkirinên mafan a li seranserî welat zêde bûne.
 
 
Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn pêşiya bîrdariyê. 
 
EDENE
 
Şaxa ÎHD’a Edeneyê li Parka Înonuyê daxuyanî da. Hevseroka ÎHD’a Edeneyê Yasemîn Dora Şeker di daxuyaniyê de banga tevlibûna çalakiya zincîra mirovan a ku dê di 13’ê Kanûnê de were lidarxistin kir. Parastvanên mafên mirovan, ji Parka Înonuyê heta navenda bajêr bultenên mafên mirovan li ser belav kirin. 
 
HATAY
 
Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê jî li Parka Jiyana Bitendurist daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Adil Bahtiyar behsa binpêkirinên mafan kir û got: “Armanca me ew e ku li welat û dinyaya me edalet, aştî û demokrasî serwer bibe û jji bo vê jî dê têkoşîna me bidome.” 
 
MÊRSÎN
 
Bi heman boneyê Şaxa ÎHD’a Mêrsînê jî li Parka Zarokê Azad, bi dirûşma “Ji her kesî re wekhevî, ji bo wekheviyê aştî” daxuyanî da. Hevseroka Şaxê Zeynep Kayayê di daxuyaniyê de bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, şertên giran ên li girtîgehan, êrişên ser mafên azadiya xweîfadekirin û xwebirêxistinkirinê û got: “Em dibînin, bêdeng nabin û têdikoşin.” Zeynep Kayayê bal kişand ser girîngiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got ku li dijî şer, cihêkarî, xizanî û tundiyê ew ê nirxên mafên mirovan biparêzin.
 
 
STENBOL
 
Şaxa ÎHD’ê û Nûnertiya TÎHV’ê ya Stenbolê jî bi heman boneyê li Qada Sûltanahmetê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji her kesî re wekhevî, ji bo wekheviyê aştî” û dovîzên “Îşkenceya tecrîdê bi dawî bikin”, “Ji îstîsmarkirina zarokan re bibêje bisekine”, “Tundiya polîsan bi dawî bikin”, “Astengiyên li pêşiya azadiya raman û xweîfadekirinê bi dawî bikin” û “Dawî li cînayetên karker-kar bînin” hatin hilgirtin. Çalakvanan dirûşmên “Rûmeta mirovahiyê dê îşkenceyê têk bibe” û “Mirov bi mafên xwe mirov e” berz kir. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy, parastvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.
 
 
‘JI BO PÊVAJOYÊ EM Ê SEFERBER BIBIN’ 
 
Oya Ersoyê di daxuyaniyê de got ku Tirkiye ji mafên mirovan dûr dikeve û bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Oya Ersoyê got: “Ji bo em vê pêvajoyê veguherînin firsendekê, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, em ê biisrar û biînad têkoşîna xwe bidomînin. Weke ÎHD’ê ji bo pêvajo bi aştiyê biencam bibe û demokrasî jinûve were avakirin, em ê hemû xebatkarên xwe seferber bikin.”
 
Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD’a Êlihê jî tevî nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Parka Yilmaz Guney daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Di salvegera qebûlkirina danezana gerdûnî ya mafên mirovan de; em dibînin, bêdeng nabin, têdikoşin” hate hilgirtin. 
 
Rêveberê Şaxê Metîn Nas di daxuyaniyê de got: “Welatê me, ji sala 2016’an heta niha her çend hatibe gotin ku di 19’ê Tîrmeha 2018’an de hatiye rakirin jî, bi rejîma OHAL’ê ya mayinde ve tê birêvebirin. Vê pêvajoyê firsend da îktîdara siyasî ku bi destûra bingehîn neke û rêgezên serweriya hiqûqê binpê bike û ji xwe re referans negire.”
 
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
 
SÊRT
 
Li Sêrtê jî li pêşiya Şaxa ÎHD’ê daxuyanî hat dayin û pankarta “Mirov bi mafên xwe mirov e” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Rêveberê Şaxê Ahmet Erzen di daxuyaniyê de got ku divê pirsgirêka Kurd were çareserkirin.
 
 
 
ENQERE 
 
Şaxa ÎHD’ê û Nûnertiya TÎHV’ê li navçeya Çankayayê li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Kolana Konurê daxuyanî dan. Ji ber ku polîsan bîrdarî bi wesayîtan dorpêç kirin û daxuyanî asteng kirin, daxuyanî li pêşiya wesayîtan hate xwendin. Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin, Serokê Giştî yê TÎHV’ê Metîn Bakkalci û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Endama ÎHD’ê Asli Viyan Saraç di daxuyaniyê de got ku rejîma OHAL’ê hêj didome û ji ber vê jî di sala 2025’an de gelek binpêkirinên mafên jiyanê çêbûne. Her wiha Asli Viyan Saraçê da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 4 hezar kesan cezayê muebbedê yê girankirî hatiye birîn, cîbicînekirina “mafê hêviyê” li dijî rûmeta mirovahiyê ye û xwest ev maf bê cîbicîkirin. Asla Viyan Saraçê xwest ku girtîgehên bi ewlekariya bilind, yên bi tîpên S û Y’ê bên girtin û di serî de Girtîgeha Îmraliyê, divê îzolekirina girtiyan were bidawîkirin. 
 
Bi bomdarî Asli Viyan Saraçê bal kişand ser pêvajoyê û got tenê bi bernameyeke demokratîkbûnê dikare bi ser keve. Asli Viyan Saraçê herî dawî jî got ku dê têkoşîna wan a ji bo mafên mirovan bidome. 
 
Aydin û Bakkalci jî di axaftinên xwe de dê têkoşîna wan a ji bo jinûveavakirina dewleta hiqûqê bidome. 
 
WAN
 
Baroya Wanê, Platforma Şaxan a Wanê ya KESK’ê, Şaxa ÎHD’ê, Koordînasyona Bajar a Wanê ya TMMOB’ê, Şaxa OHD’ê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê jî li Kolana Hunerê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
 
Sekretera Tedawiyê ya Nûnertiya TÎHV’ê ya Wanê Ayfer Şahîn Bîlîcî di daxuyaniyê de bal kişand ser pêvajoyê û got ku tevî pêvajoyê jî îktîdara siyasî cihêkarî û nîjadperestiyê pêş dixe, ji aboriyê heta tenduristiya civakê her mijarê dike pirsgirêka ewlehiyê, di pirsgirêkên navxweyî û navneteweyî de polîtîkaya tundiyê esas digire û di encama vê de jî di sala 2025’an de li seranserî welat gelek binpêkirinên mafan hatine kirin.
 
 
NEBÛNA ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ YE 
 
Ayfer Şahînê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got ku ji îşkenceyê heta astengkirina mafê tenduristiyê binpêkirinên mafan ên cidî tên kirin û cîbicînekirina “mafê hêviyê” jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Di berdewamê de Ayfer Şahînê binpêkirinên tecrîd, azadiya fikr û raman, azadiya xweîfadekirinê û azadiya çapemeniyê bi bîr xist. Ayfer Şahînê got ku yek ji mezintirîn astengiya li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê jî neçareserkirina pirsgirêka Kurd e û xwest ji bo vê mijarê bernameyeke demokratîkbûnê bê çêkirin. 
 
Pitşî daxuyaniyê, girseyê belavok belav kir.

Sernavên din

14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 Xelkê Licê li dijî tiryak û fihûşê dimeşe
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN