Dayikên Aştiyê: Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin

  • rojane
  • 13:14 10 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê ku di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de daxuyanî dan, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û gotin: "Em ê ji bo civakeke demokratîk û aştiyê têbikoşin."

Dayikên Aştiyê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de, li gelek bajaran daxuyanî dan çapemeniyê.Di çalakiyan de ku daxwaza pêkanîna "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, ev metna hevpar hat xwendin: "Bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em wekî Dayikên Aştiyê radigihînin ku divê em bi hev re ji bo civakek ku maf û azadî tê de xurt bibin, edalet û wekhevî serdest be, têbikoşin. Binpêkirinên mafê jiyanê li dijî jin, zarok û kesên xwedî bawerî û nasnameyên cuda, pêwîstiya lezgîn a pêkanîna Qanûnên Azadiyê di çarçoveya civakek demokratîk de nîşan didin. Aştiya civakî, edalet û çanda jiyana hevbeş tenê bi rêya garantîkirina maf û azadiyan pêkan e. 
 
Yek ji kevirên bingehîn ên aştî û civakeke demokratîk civakîkirina aştiyê ye. Têkoşîna ji bo mafan ku em, wekî Dayikên Aştiyê, bi salan e dimeşînin, wijdanê civaka me û hêviyên wê yên ji bo pêşerojê xurt dike. Bi boneya 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan, em careke din tînin bîra xwe: Mafê her kesî heye ku hêvî bike û ev maf şertekî pêşîn e ji bo xurtkirina civakê bi rêya edalet û aştiyê pêk were.
 
Binpêkirina mafê hêviyê rasterast rê li ber avakirina aştî, edalet û çanda jiyana hevbeş di civakeke demokratîk de digire. Bêyî garantîkirina maf û azadiyên bingehîn, behsa aştiyeke domdar nayê kirin.
 
Ji ber vê sedemê, polîtîkayên tecrîda dijwar ên li ser Birêz Abdullah Ocalan, rêberê gel, ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê girtin, wekî polîtîkayeke dewletê têne berdewamkirin. Berdewamiya vê tecrîdê di heman demê de nîşan dide ku mafê hêviyê tê binpêkirin. Mafê hêviyê mafekî bingehîn ê mirovan e û astengkirina vî mafî binpêkirineke cidî ye. Em careke din bang li dewletê dikin ku mafê hêviyê biparêze.
 
Di dawiyê de, têkoşîna Dayikên Aştiyê ne tenê sembola hesreta dayikên me ji bo aştî û demokrasiyê ye, lê ya tevahiya civakê ye. Di 10'ê Kanûnê de, Hefteya Mafên Mirovan, em careke din radigihînin: Civakeke demokratîk ew civak e ku aştî tê de civakî dibe û hêvî û azadî mafên hemûyan in. Em bi biryar in ku ji bo van mafan têbikoşin û aştiyê biparêzin. Azadî û edalet nayên paşxistin." 
 
AMED
 
Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê jî li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyanî da. Dayîkên Aştiyê, rêveberên Şaxa ÎHDê ya Amedê tev li daxuyaniyê bûn.
 
Li vir ewilî Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Nezahat Teke axivî û diyar kir kesê çareseriyê bîne Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Bi ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nêzî salek derbas bû. Bi banga 27ê Sibatê PKKê xwe fesix kir. Lê dewletê hê jî tu gav neavêtine. Tê gotin ‘qonaxa yekemîn bi dawî bû’ lê me heta niha tu gav nedîtine. Tenê li Meclisê Komîsyon hat avakirin lê ne bes e. Komîsyon çû Îmraliyê lê diviyabû di serî de Dayikên Aştiyê çûbûyan Îmraliyê. Dayîkan gelek êş kişandin lê hê jî destên xwe têxin di binê kevirî de. Em dixwazin herin Îmraliyê. Bila dayîkên Tirk jî destê xwe bidin destê me. Em aştîxwaz in. Divê mafê hêviyê pêk were. Tevahiya cîhanê dît ku bêyî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aştî pêk nayê.”
 
Paşê Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran axivî. Havva Kiranê destnîşan kir ku dem dema aştiyê ye û bang li CHPê kir ku li dijî aştiyê tevnegere. Havva Kiranê di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Em çûn Komîsyonê me got ‘em bi zimanê xwe biaxivin.’ Lê li Meclisê destûr nehat dayîn ku em bi Kurdî biaxivin. Tiştê herî pîroz zarokên dayîkan e. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Dayîkên Kurd tu carî zimanê şer bi kar neanîne. Îro dayîk her roj diçin şînan lê tu carî negotiye ‘êşên min zêdetir e.’ Aştî ji me re ferz e, em Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin. Aştiyê ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo tevahiya gelan dixwazin. Ji bo adalet tunebû zarokên me li hem ber bêhiqûqiyê sekinîn. Banga ma ji her kesiye ku destên xwe texin di binê kevir de. Ji beriya nan û avê aştî ji me re pêwîst e.”
 
ŞIRNEX 
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Şirnexê li şaxê Şirnexê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Cîzîrê daxuyaniyek da. Ji bilî dayikan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn. Dayika Aştiyê Behiye Nayir di çalakiyê de axivî û got, "Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê yekê, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. Em dixwazin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Divê CHP dev ji polîtîkayên xwe yên ku Kurdan paşguh dikin berde. Divê hemû kesên ku aştiyê dixwazin peywirê bigirin ser xwe. Divê her kes piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Divê hêstirên dayikan êdî neherikin."
 
Dayika Aştiyê Nebîha Akay got, "Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êdî mirin tune. Divê her kes destê xwe deyne ser wijdanê xwe û aştiyê bixwaze. Aştî bi şer, çek û mirinê nayê. Em aştiyê dixwazin. Xwîn bi xwînê nayê şuştin. Divê hemû dayik, dayikên leşker û gerîlayan destên xwe bidin hev û bibêjin 'em aştiyê dixwazin'. Bêyî azadiya Rêberê me, aştiya rastîn pêk nayê."
 
Dayikên Aştiyê yên ku piştre axivîn daxwazên xwe anîn ziman û gotin, "Em azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin.
 
RIHA
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Rihayê li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Rihayê civîneke çapemeniyê li dar xist û daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Ji bilî Dayikên Aştiyê, şaxa Rihayê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî civîna çapemeniyê bû.
 
Daxuyanî li ser navê dayikan ji aliyê Dayika Aştiyê Adalet Çay ve hate dayîn.
 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.
 
WAN
 
Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê ji bo biçin Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de endamên Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê jî amade bûn.
 
Dayika Aştiyê Guleser Îşlerê diyar kir ku ew dixwazin biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtinê bikin. Guleser Îşlerê da zanîn ku ew ji Wezareta Edaletê daxwaz dikin ku di komîsyona ku diçe Îmraliyê de cih bigirin û got: “Heyet diçe, lê em jî dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin bikin. Em dixwazin aştî pêk were. Di vê pêvajoyê de, barê li ser me dayikan pir giran e. Me bedelên pir giran dane, me zarokên xwe winda kirine. Em, dayikên leşker û polîsan, divê mil bi mil bisekinin û piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Em dixwazin ku hêsirên ji çavên dayikan rawestin. Em dixwazin deriyên Îmraliyê jî ji me re werin vekirin, da ku em biçin. Bila gotina me yek be da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve. Bi yek gotina Rêberê Gelê Kurd, çek hatin şewitandin. Divê ev hêz û îrade were dîtin. Em dixwazin ku agirê di dilê dayikan de were vemirandin. Em ji vir silavên xwe ji Îmraliyê re dişînin.”
 
 
Piştre endama Komeleya Dayikên Aştiyê ya Erdîşê Hediye Koçak mafê axaftinê girt û diyar kir ku dayikan gelek bedelên mezin dane û zarokên xwe winda kirine. Hediye Koçakê bal kişand ser tevlibûna wan a di komîsyonê de û ev tişt got: “Me bedelên giran dan, me zarokên xwe winda kirin û niha em aştiyê dixwazin. Banga min ji bo hemû gelê Kurd e. Her çend CHP bi saya Kurdan Stenbol, Enqere û gelek şaredariyên din ên mezin bi dest xist jî, ew niha piştgiriyê nadin pêvajoyê. Ev helwest nayê qebûlkirin. Gelê Kurd nikare azad bibe heta ku Rêber azad nebe. Mifteya çareseriyê di destê Rêber de ye. Em naxwazin dilê tu dayikan bişewite.”
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.       
 
ÊLIH
 
Meclisa Dayikên Aştiyê li şaxê Êlihê yê ÎHD'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek daxuyanî da, bal kişand ser banga Abdullah Ocalan ya 27'ê Sibatê û ji desthilatê xwest ku berpirsyariya xwe bi cih bîne. Kamîle Şîmşekê got: "Serok Apo ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih anî. Li gel vê yekê PKK'ê jî ya pêwîst kir. Li gel vê jî dewlet çima ya pêwîst nake."
 
 
Şukran Sîncarê jî anî ziman ku divê hewldanên aştiyê yên Abdullah Ocalan ji dest neyên berdan û got: "Em dixwazin bi Serok Apo re hevdîtinê bikin. Ne li Îmraliyê lê li meclîsê em dixwazin vê hevdîtinê bikin. Bila Serok Apo bînin meclîsê. Bi hatina wî re wê dawî li mirina mirovan bê."
 
STENBOL
 
Dayikên Aştiyê yên li Stenbolê li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî da. Dayika Aştiyê Rewşan Donerê ragihand ku aştiyeke mayinde bi azadiyê dibe û xwest, biryara mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan bi cih bê anîn. Rewşan Donerê got: "Bila yên provakasyonan dikin eşkere bikin û hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin. Em jî dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikin û di komîsyonê de cih bigirin."
 
 
Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.  
 
EDENE
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê daxuyaniyek da. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Azîze Gultekînê daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî kir. Azîze Gultekînê destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê "mafê hêviyê" bin pê dike û got ku aştiya mayînde tenê bi azadiya Abdullah Ocalan mimkun e.
 
 
MÊRSÎN
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê daxuyaniyek da. Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Emîne Erenê daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî kir.
 
 
ÎZMÎR
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê li Şaxa ÎHD ya Îzmîrê civîneke çapemeniyê li dar xist da ku daxwaza hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bike kir. Ji bilî Dayikên Aştiyê, dayikên girtiyan û Meclisa Jinan a Îzmîrê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî beşdarî civînê bûn. Li ser navê dayikan Hatice Tunçê daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
 
Piştî xwendina daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê mafê axaftinê girtin û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
BEDLÎS
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê li şaxa ÎHD'ê ya Bedlîsê der barê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek dayikên aştiyê beşdarî civînê bûn. Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Bedlîsê Meryem Korkmazê diyar kir ku "Wekî hemû dayikên aştiyê, daxwaza me ya sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ev daxwaza dayikan daxwaza tevahiya gel e."
 
 
MÊRDÎN 
 
Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrdînê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê civîneke çapemeniyê li dar xist. Gelek dayikên aştiyê beşdarî civînê bûn û li ser navê wan Turkan Durç axivî. Turkan Durçê destnîşan kir ku aştî tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikare were avakirin û got: "Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Em bawer dikin ku aştî nêzîk e. Lêbelê, ji bo ku aştî çêbibe, divê birêz Ocalan demildest azad bibe. Em naxwazin vegerin serdema xwînrijandinê."
 
 

Sernavên din

14:26 Li Awûstralyayê êrişa çekdarî: Herî kêm 10 kes mirin
14:24 Girtî Rûkiye Fîdan ku ji malbata xwe 4 kes winda kir birin şînê
13:42 YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir
13:26 Xelkê Licê li dijî tiryak û fihûşê dimeşe
12:15 Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e
11:51 'Em hewl didin bi Şamê re lihev bikin lê Tirkiye mudaxile dike’
11:41 Bayindir: Rapora AKP’ê ji ruhê pêvajoyê dûr e
11:05 Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
10:14 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:01 Akademîsyena îtalî: Bi hêviyeke mezin piştgiriyê didim daxwaza aştiyê ya Kurdan
09:51 Ji xwendekaran komuna perwerdeyê ya Kurdî
09:08 Centellas: Demokrasî ji taxan dest pê dike
09:05 'Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ne li gorî ruhê pêvajoyê ne'
09:02 7 jin gihiştin hev û kooperatîfa ku li ber girtinê bû geş kirin
09:01 Tenê salê saetekê diçin gundên xwe yên 35 sal in qedexe ne
09:00 Gefa kuştinê li girtî Îshak Dayan hate xwarin
09:00 ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2025'AN
13/12/2025
21:02 Festîvala Fîlman a Amedê di roja heftemîn de didome
19:40 Coşa beriya maça Amesporê
18:21 Li Çewlîgê civîna gel : Divê mafê hêviyê bê bicîanîn
17:48 'Em ê xwedî li bîranên wan derkevin'
16:19 Mazlûm Ebdî: Peymana 10’ê Adarê wê bibe bingehê Sûriyeya nû
16:08 Încî Sumbul a YJA Starî hat bibîranîn
15:37 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
15:23 Daxwaza berdana girtiyên nexweş Erîşmîş û Goren kirin
15:01 Xizmên Windayan li pênc bajaran edalet xwestin
14:06 Dayikên Şemiyê ji bo Demîr û Akîpa edalet xwestin
13:13 Nêrgiz Mihemedî hat binçavkirin
13:10 Dayika Aştiyê Bahar Çaltû jiyana xwe ji dest da
12:52 Li Şirnexê civîna gel: Gelê Kurd tu carî wekî îro nêzî azadiya xwe ne bûye
12:08 Milê meşe yê Çûkûrovayê li ser rêya Tarsûsê ye
11:20 Daxwaza sereke ya Êlihiyan azadiya Abdullah Ocalan e
10:27 Fîlozofê Amerîkî Todd May: Divê hemû alî vê firsendê baş bi kar bînin
10:20 Bang ji bo meşa li Licê
10:11 Ji bo 5 bajaran hişyariya bi koda zer
10:02 Alimên Olî: Divê gava ji niha û pê ve azadiya Ocalan be
09:14 'Dewletê bi hevdîtina bi Îmraliyê re muxatabê xwe fermî kir'
09:13 ‘Heya Abdullah Ocalan azad nebe pêşiya aştiyê venabe'
09:11 Ji bo dosyeya Rojîn Kabaîşê raporeke alternatîf û taybet tê amadekirin
09:07 Sînemahez: Bila li Amedê bêtir festîval bên çêkirin
09:03 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2025'AN
12/12/2025
20:02 Di Festîvala Fîlman a Amedê de 18 fîlm hatın nîşandan
19:36 Neslîhan Şedal: Me bi modela hevserokatiyê pêşengiya cîhanê kir
16:57 Çetîn Arkaş: Ji bo aştiyeke mayînde hewcehî bi veguherîna zîhniyetê heye
16:28 Li Amedê biryara ‘Hewcehî bi ÇED'ê nîne' ya ji bo lêgerîna petrolê hat betalkirin
16:03 Cerdevanan li Şirnexê 36 pezkovî qetil kirin
15:51 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn civîna xwe ya ewil li dar xist
15:35 Rapor: Ji her hezar jinan tenê yek dikare xwe bigihijîne alîkariya edlî
15:14 Rapora girtîgehê: Astengkirina tehliyeyan û sepanên îşkenceyê zêde bûne
15:12 Meşa ‘Budçeya ji bo ked û aştiyê’ ya Çukurovayê: Budçeyê ji bo aştiyê veqetînin
15:00 Pervîn Buldan: Divê zagona aştiyê hebe
Devlet Bahçelî: Ez îmzeya xwe diavêjim bin her gotina Pervîn xanimê
14:28 ‘Ji bo aştiyê divê xweseriya rêveberiyên xwecihî bê parastin’
14:08 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bi Bahçelî re civiya
13:15 Çar endamên malbata Fîdan ku di qezayê de mirin hatin definkirin
13:07 Budçeya ji bo ked û aştiyê: Em mecbûr in mafê ked û aştiyê bi dest bixin
12:44 Babacan: Kêmasiya herî mezin a di pêvajoyê ew e ku Erdogan raya giştî agahdar nake
Şandeya DEM Partiyê: Verastkirinên zagonî divê ji bo aştiyê sûdewer bin
12:13 Du kesên li Mêrdînê jineke ciwan tecawiz kiribûn hatin girtin
12:05 Gulistan Sonuk: Avakirina civaka demokratîk erka me hemûyan e
12:02 Şandeya Îmraliyê bi Alî Babacan re civiya
12:00 Ji polîsan peyama sîxurkirinê: Yê ku di vê çîrokê de dişewite bila tu nebî
11:46 Tuncer Bakirhan: Em we tevan vedixwînin têkoşînê
11:23 Qala Aliye Tîmurê kirin: Dilsoza dozê bû
11:17 Li Boluyê tehliyeya 13 girtiyan hate astengkirin: Li dijî ruhê pêvajoyê ye
10:58 Tulay Hatîmogûllari: Em ji budçeya şer re bibêjin ‘na’
10:55 Salvegera 10’emîn a qedexeya derve ya Cizîrê: 52 dosya li DMME’yê ne
10:37 ‘Ji bo aştiyeke mayinde pêwîstî bi mafên sereke û azadiyan heye’
10:25 Daniela Patti: Divê em berdana Abdullah Ocalan misoger bikin
10:12 Hilbijêrên Kurd ji ber biryara Îmraliyê ji CHP'ê dûr dikevin
09:45 Girtîgehên li Efrînê û torên sîxurtiyê
09:20 Bi belgefîlma Ra'yê balê dikişîne ser asîmîlasyona li ser Elewîtiyê
09:19 Ji bo bajarên Bakur hişyariya baran û berfê hat kirin
09:08 Derhêner Kilo: Em Efrînê bikin bajarê aştiyê
09:07 Banga ji bo meşa li Licê: Em bersivê bidin polîtîkayên şerê taybet
09:03 Meclisa Dayikên Aştiyê ya Wanê: Em dixwazin hevdîtinê bi birêz Ocalan re bikin
09:03 Girtî behsa nameyên tên sansurkirin kir: Tenê rêzika 'hay ji xwe hebe heval' hatibû hiştin
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2025'AN
11/12/2025
17:05 Çetîn Arkaş: Em dikarin di bin sîwana neteweya demokratîk de bi hev re bijîn
16:51 Li Colemêrgê kursiya serbest hat danîn
16:35 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe serdana Bahçelî û Babacan
16:31 Nûnerên komeleyên Romanan rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê ziyaret kirin
15:46 Tedawiya Aykol dê bi antîbiyotîkên nû bidome
15:23 Li Nisêbînê civîna gel: Aştî pêdiviya herî lezgîn e
15:22 Parlak ê DEM Partiyî: Fîdan hewl dide biçekbûna welatan teşwîq bike
14:55 Rapora girtîgehan: Rexmê pêvajoyê jî girtî bi bêhiqûqiyên re rû bir û dimînin
14:13 Çîçek: Banga 27’ê Sibatê, terikandina hînbûnên sedsalî ferz dike
13:43 MHP’ê rapora xwe ya der barê pêvajoyê de pêşkêşî Meclisê kir
13:42 Dozgeriyê li dijî biryara demborînê ya ‘Komkujiya 19’ê Kanûnê’ îtîraz kir
12:28 Danezana ‘Konferansa Navneteweyî’: Ji bo aştiyê azadiya Abdullah Ocalan pêwîst e
11:38 Îtiraza ji bo betalkirina cezayê rojnameger Akyuz hate redkirin
11:00 Biryara qeyûm a têkildarî Newala Qesaba hat rawestandin
10:50 Têkildarî îşkenceya ‘tu dê hêz Tirkan bibînî’ serlêdana sûc hate kirin
09:56 Polîsê li Edliyeya Şirnexê întîhar kiribû mir
09:55 Ji Elewiyên Sûriyeyê banga 'gava lezgîn' kir
09:44 Girtiyê nexweş hefteyekê li nexweşxaneyê destkelemçekirî hate girtin
09:08 Li Pendîkê şewat derket: 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan
09:06 Parêzer Kaya: Ji bo 'mafê hêviyê' divê tavilê gav bên avêtin
09:04 Bandora sembolîzmê ya li ser wêjeya Kurdî
09:02 Li şûna baxçeyên Ermenan ên dîrokî avahiyên beton tên çêkirin
09:01 Parêzer Ozoral: Divê êdî Ocalan azad be
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2025'AN