AMED - Serokê Amedsporê Nahît Eren got: “Hedefa me ya îsal derketina Super Lîgê ye.”
Rêveberiya Amedsporê têkildarî hedef û planên xwe yên pêşerojê de civîn li dar xist. Civîn, li hotêleke li navçeya Bajarê Nû ya Amedê hat lidarxistin. Serokê Kulûbê Nahît Eren û Dîrektorê Teknîkê Sînan Kaloglû di civînê de der heqê hedefên tîmê yên pêşerojê de agahî parve kirin.
Serokê Amedsporê Nahît Eren, êrişa li dijî alîgirên xwe ya li Sakaryayê bi bîr xist û destnîşan kir ku divê her kes bi reng û nasnameya xwe ve karibe azad bijî. Eren, got: “Em ê her tim bi vê hêviyê rabin lêbelê em ê tu car li dijî êrişên wiha jî bêdeng nemînin. Ji bo êrişên wiha li vî welatî rûnedin em ê têbikoşin.”
Eren, bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha pê de çû: “Di çareseriya pirsgirêkên wiha de her tim êrişên provokatîf rû didin û dê bidin. Lê em ê bi aqliê selîm li dijî van êrişan rawestin.”
‘HEDEFA ME SUPER LÎG E’
Eren, destnîşan kir ku nasnameya Amedsporê herkesî kelecan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di vê nasnameyê de bibiryar in. Li gel vê yekê helbet serkeftinên sportîf jî hedefa me ya bingehîn e. Li pêşiya me kelecana Super Lîgê heye. Hedefa me ew e ku em Lîga Yekemîn bi Lîga Super ve tacîdar bikin. Îsal hedefa me derketina Super Lîgê ye. Em rexneyên li hemberî xwe jî dibînin û em ê baldar bin. Xeyala me ew e ku piştî Super Lîgê em li Ewropayê têbikoşin.”
Eren, ji bo piştgiriya tîmê bangî alîgiran kir.
‘JI BO NIVISÎNA ÇÎROKÊ EM LI VIR IN’
Dîrektorê Teknîkê yê Amedsporê Sînan Kaloglû, têkildarî rewşa dawî û hedefên tîmê de agahî parve kir û diyar kir ku Amedspor ne tenê kulûba futbolê ye lê hem li Tirkiyeyê hem jî li Ewropayê girseyeke wê ya xurt heye û ev tişt got: “Bi serketina Amedsporê ve her kes bextewer dibe û bi binketina wê ve jî herkes xemgîn dibe. Em ji bo bingehek xurt û nivisîna çîrokê li vir in. Li gorî nêrîna min tîma Amedsporê di nava 3-4 tîmên lîgê yê herê baş de ye. Tîmeke me ya baş heye.”
Piştî axaftinê Eren û Kaloglû pirsên rojnamevanan bersivand.
