NAVENDA NÛÇEYAN - Amadekariyên mitînga “Ji Ocalan re azadî” ku dê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê were lidarxistin, didomin. Komîteya Bernê ji bo mitîngê ji bo mehekê seferberî ragihand.
Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di sala 3’yemîn de didome. Di demeke pêvajoya piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin didome de dê di 8’ê Mijdarê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê meş û mitîng bên lidarxistin.
Dê ji gelek welatên Ewropayê gelek kes tev li mitînga “Azadî ji Ocalan re” bibin. Komîteya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” a Swîsreyê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Bernê (NCDK) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ji bo mitînga di 8’ê Mijdarê de biryara seferberiya mehekê hate dayin.