Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin

img

ENQERE - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, got: “Divê zemîna muzakereya ku birêz Ocalan binê wê xêz dike bi biryardarî were avakirin.” 

 
Serokwekîlê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sezaî Temellî, têkildarî pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin axivî. Temellî, diyar kir ku pêdiviya siyaseta demokratîk bi muzakereyan heye û got: “Ji bo vê jî divê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin. Aktorê sereke yê pêvajoyê û sermuzakerevan, birêz Abdullah Ocalan e. Wekî birêz Ocalan jî got, di hevdîtinên berê de meseleya mijûlkirinê me jiya. Komîsyonê li derdorên cuda guhdarî kir lê divê ne bi vê rêbazê bûya.” 
 
‘GUHDARÎKIRINÊ FERASETA MIJÛLKIRINÊ DERXIST HOLÊ’   
 
Temellî, got ku rêbaza guhdarîkirinê bi demekî dirêj hate vehêlandin û ev tişt anî ziman: “Vê rêbazê bi xwe feraseta mijûlkirinê derxist holê. Lê komîsyonê dikariya vê bi destê komîsyonên jêr an jî mekanîzmayên cuda bikira. Ev hevdîtin girîng bûn lê diviya li ser meseleya esasî bihata sekinandin û ji bo avakirina zemîna muzakereyên demokratîk xebat dabûna pêşiya xwe. Vê dê bikira ku xebat leztir pêş bikevin. Jixwe birêz Ocalan jî bi vê boneyê rexne dike. Ji ber ku amadekariyên wî yên pir girîng hene. Pir girîng e ku ev amadekarî tavilê bi komîsyonê re bên parvekirin, muzakere bên kirin û derfeta muzakereyên domdar bên avakirin. Ev gelek girîng e.” 
 
'DIVÊ ZEMÎNEKE MUZAKERAYÊN BIBIRYAR HEBIN’  
 
Temellî, daxuyand ku pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û wiha pê de çû: “Ev serdan dê bibe qonaxeke girîng. Derfeta serdanê heye. Wekî birêz Ocalan jî gotiye divê niha zemîna muzakereyan bibiryardarî bê avakirin. Ji banga birêz Ocalan a 27’ê Sibatê ve ku digot ‘Ez stratejiya siyaseta demokratîk dixim meriyetê’, hewce bû pêdiviya bi muzakera siyaseta demokratîk bihata pêşwazîkirin. Ev jî bi wê pêkan e ku bi wî re zemîneke muzakereyê ya bitendurist were avakirin. Bêguman muzakereya navxweyî ya li Meclisê jî girîng e. Divê ew muzakere bi Ocalan re bê meşandin.” 
 
'GELEK DERDOR DIXWAZIN BIÇIN GIRAVÊ’  
 
Bi domdarî Temellî, destnîşan kir ku divê daxwazên Abdullah Ocalan tavilê bên cîbicikirin û hatin û çûnên Îmraliyê jî êdî bi rêk û pêk bên. Temellî, got: “Bi rastî jî gelek derdor dixwazin biçin Îmraliyê. Dixwazin hem fikrên Ocalan hîn bibin hem jî fikrên xwe parve bikin. Yên dixwazin fêm bikin hene. Lê divê ji ewil komîsyon biçe. Ji bo pêvajo bimeşe divê sererastkirin bên kirin. Birêz Ocalan niha dibêje ku pêdivî bi yasayên serdema navberê û misogeriyên hiqûqî heye. Got ku ji bo vê amadekariyên wî hene û divê têkildarî sererastkirinan bi komîsyonê re hevdîtinê bike. Em niha di vê qonaxê de ne û divê tavilê bikeve meriyetê. Girêdayî van hevdîtinan, Meclis jî mecbûr e ku mekanîzmayên demokratîk ên rê li ber misogeriyên hiqûqî û sererastkirinên yasayî vedike bixe meriyetê.” 
 
'DIVÊ LINGÊ EWIL A PÊVAJOYÊ MAFÊ HÊVIYÊ BE’  
 
Di berdewamê de Temellî got ku divê du lingên esasî yên pêvajoyê hebin û anî ziman ku paketên darazê û sererastkirina yasayên înfazê dikare lez bidin pêvajoyê û wiha pê de çû: “Bi van sererastkirinên yasayî re dikare mafê hêviyê were cîbicîkirin. Bi vê yekê re dê binpêkirina muebbeda girankirî jî bi dawî bibe. Lingê duyemîn ê pêvajoyê jî dikare bibe misogeriya hiqûqî ya ji bo vegerê ya di çarçoveya çekberdanê de. Ji bo ev kes bikarin vegerin û tev li siyasetê bibin, divê mekanîzmayeke demokratîk hebe. Berdana çekan, misogeriya hiqûqî û beşdariya siyasî, ev tevek girêdayî hev in. Ev dê çawa bibe hewceye bernameya vê were diyarkirin. Divê Meclis û avadaniyên îdarî êdî xwe li gorî rewşa nû saz bikin. Ji ber ku em derbasî serdemeke nû dibin. Bi nêzikatiya berê nabe. Em niha di astekê de ne û bi rastî jî divê em lez bidin, cidî bin û jidil bin.” 
 
'POLÎTÎKAYA DERVE JI RASYONALÎTEYÊ DÛR E’  
 
Temellî, daxuyand ku polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê ji rasyonalîteyê dûr e û sedema vê jî Sûriye ye. Temellî, got ku stratejiya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn pir xelet e û sedema wê wiha vegot: “Divê ji ewil xwe ji vê xelas bike. Tirkiye êdî mecbûr e bi stratejiyeke rast nêzî Sûriyeyê bibe. A rast ev yekser girêdayî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Armanca senaryoya Kurdan li Sûriyeyê gef dibîne pir cuda ye. Mîna feraseta her tiştekî weke teror dibîne. Vê nêzikatiyê Tirkiye têk bir. Bingeha hemû krîzan e. Xelasiya ji vê polîtîkaya derve jî bi nêzikatiya neteweya demokratîk pêkan e. Ji bo aştî û demokratîkbûna li her çar parçeyên Kurdistanê, divê statuya gelê Kurd hebe, bikare tev li jiyana demokratîk bibe û di pêvajoyên biryardayinê de cih bigirein. Demokratîkbûna Sûriyeyê dê bandorê li Tirkiyeyê bike û aştiya li Tirkiyeyê jî bandorê li Sûriyeyê bike.” 
 
'HER KES ÇARESERIYEKE LI SER ZEMÎNA DEMOKRATÎK DAXWAZ DIKE’  
 
Temellî, anî ziman ku beşeke mezin a civakê piştgiriyê dide pêvajoyê û axaftina xwe wiha qedand: “Yanî her kes dixwaze pirsgirêk li ser zemîneke demokratîk were çareserkirin. Hat dîtin ku çareseriya demokratîk, tekane vebijêrk e. Ev rêyeke dirêj e. Lêbelê divê em bibiryar bin.” 
 
MA / Omer Gungor  
 
 

Sernavên din

14:35 Bernameya bîranîna Komkujiya Gara Enqereyê diyar bû
13:56 Komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê dê li gelek bajaran bê protestokirin
13:34 Erdogan: Bi DEM Partiyê re em li ser mijara tiştên dikarin bikin axivîn
13:30 DEM Partî li pêşiya Wezareta Dadê ye: Bi lîstikan hewl didin demê qezenc bikin HATE NÛKIRIN
12:44 Kitekitên hevdîtina Erdogan a bi Trump re
12:25 Kurtulmuş bi serokwekîlên koma partiyan re civiya
12:06 ÎSÎG: Di Îlonê de 206 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
11:53 Temellî: Divê zemîna muzakereyê ya Ocalan behsa wê dike bê avakirin
11:13 Fermandarê HSD’ê: Hikûmeta Demkî agirbestê binpê dike
10:52 ‘Serkeftina pêvajoyê dê komployê vala derxîne’
10:33 MKG û DFG’ê Gurbetellî Ersoz bibîr anî
10:25 Komploya navneteweyî dê li Amedê bê protestokirin
10:10 Li Wanê ku milyonek nifûsa wê heye otopark tune ne!
09:48 Yaşa: Heta ku Ocalan li Îmraliyê be ev tê wateya domandina tecrîdê
09:28 Ji Komîteya Amadekar banga beşdarbûnê li mitînga Êlihê
09:08 Banga ji bo mitîngê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd divê Ocalan azad be
09:04 Doz di 9'ê Cotmehê de ye: Bila dawî li bêhiqûqîtiya li Hesendînê bê
09:03 Mehmet Ocalan: Divê tiştên hatine gotin pêk bên
09:02 Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê li Îzmîrê amadekariya têkoşîna li dijî tiryakê dike
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2025'AN
07/10/2025
17:02 Li Elkê û li Silopiyayê standên îmzeyê hatin danîn
16:16 Şîna Daniş û Acar bi girseyî hate ziyaretkirin
16:13 Yuksel Genç: Meşeke 26 sal in didome ye
15:01 Jinên ku ber bi Enqereyê ve meşiyan dê li Meclisê hevdîtinan bikin
14:58 Bahçelî: Divê komîsyon biçe Îmraliyê
14:20 Ji bo meşa li dijî komployê banga tevlibûnê
13:23 Li Meclisê dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
13:20 Danişîne Nîmet Tanrikulu hate taloqkirin
12:38 Tulay Hatîmogûllari: Aştî dê rê li ber avakirina Komara Demokratîk veke
12:37 Şaredariya Nisêbînê dê ‘Mihrîcana Çand û Hunerê’ li dar bixe
11:41 Danişîna rojnameger Nûrcan Yalçin hat lidarxistin
11:32 Qeydên dibistana Egîdê Cimo didomin
11:17 Mehmet Uzun dê li Amedê bê bibîranîn
10:47 Muzakereyên Hamas û Îsraîlê didomin
10:35 Di şewata 15 kes miribûn de faîl nehate tespîtkirin!
10:24 Jinan li Enqereyê bang kir: Gavên siyasî û hiqûqî biavêjin
09:54 Rêveberiya Xweser û PYD’ê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê banga berxwedanê kirin
09:41 Qirkirina daran a li Eskarê ber bi Beyrokê ve fireh bû
09:37 Li Mêrsînê mînîbûsa karkeran qeza kir: 5 kes mirin
09:21 Hevberdevka Yekitiya Demokratîk: Divê em li ser statuya gelê Kurd bisekinin
09:16 Bi perspektîfa Abdullah Ocalan li ber xwe didin
09:11 Meşeke bêdawî: Bi hêviyê ber bi azadiyê ve
09:06 Dikandarên Bazara Gel a Mezin li benda çareserkirina pirsgirêkan in
09:04 Ji bo mitînga Êlihê bang: Em ji bo azadiya Abdullah Ocalan li qadê bin
09:02 Li Pasûrê dema gûzan
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2025'AN
06/10/2025
22:41 Jinên ku gihîştin Enqereyê: Bila Abdullah Ocalan serbest bê berdan
22:34 Mîhrîcana Hîlarê bi konsera Xecê û Xêro Abbas bi dawî bû
18:39 Jinên ji Amedê meşiyan li Enqereyê ne
16:58 Di Şahiya Gastronomiyê ya Hîlarê de ji bo zarokan pêşbirk hate lidarxistin
16:56 16 baroyên Kurdistanê: Çareseriya mayinde bi esasgirtina serweriya hiqûqê dibe
15:53 Li Pasûrê li dijî talanê mitîng: Em bi hev re jiyanê biparêzin
15:17 Kurt piştî 30 salan li bajarê xwe hate pêşwazîkirin: Em ê têbikoşin
14:00 Ji ber ferzkirina kelemçeyê red kir nehat tedawîkirin
13:41 Gelek kes çûn serdana şîna Zeynep Kayayê: Dê di têkoşîna me de bijî
13:29 Talebanî: Ji bo Êzidî vegerin ser axa xwe em ê piştgiriyê bidin
13:22 Têkildarî firotina tîşortên bi ‘Torosa Spî’ serlêdana sûc hate kirin
13:17 Profesor Robinson: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
13:12 Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine dorpêçkirin
12:57 Serokwezîrê Fransayê îstîfa kir
12:17 Ji têkoşîna çekdarî ber bi akademîsyeniyê ve: Divê Ocalan bê şert azad be
12:09 Çîgdem Dogû: Divê jin bi awayekî komunal xwe birêxistin bikin
11:55 Baroya Amedê banga berdana Demîrtaş û girtiyên din kir
11:26 Çeteleya JINNEWS’ê ya meha Îlonê: 19 jin hatin qetilkirin
11:16 Fuad Bêrîtan: Em li Îranê ji bo hemû senaryoyan amade ne
10:55 Jin dixwazin keda wan bê dîtin
10:31 Encama Xelatên Rojnamegeriyê ya Gurbetellî Ersozê diyar bûn
10:15 Di bîranînên Mîralayê Rûs Tomîlov de bajarê Amedê
09:58 Li Elkê wêneyê talanê: Daristanên Kespiyanişê di 3 mehan de hatin tunekirin
09:45 Li dijî Rafîneriya Zêr a Stenbolê operasyon: 21 kes hatin binçavkirin
09:37 Planên Tirkiyeyê yên li Sûriyeyê: Dixwazin bi destê eşîran zemîna şer ava bikin!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2025'AN
05/10/2025
16:57 Hikûmeta Demkî ya Şamê cejnên gelan tune hesibandin
16:40 Meşa jinan gihîşt Mersînê: Rêya firsenda dîrokî di Îmraliyê re derbas dibe
15:04 Rêya Tebqa-Selemiyê hat girtin
14:52 Ji Koreya Bakur li hemberî leşkerên amerîkî 'tevdîrên taybet'
14:44 Li Laziqiyê êrişî rojnamevanekê hat kirin
14:34 Ji bo Stenbolê hişyarî: Ava bendavan kêm dibe
14:28 Ji bo Gedîk ê ku ji ber gotina ‘rêzdar Ocalan’ tehliyeya wi hatibû taloqkirin serlêdan hate kirin
14:01 Dêr Hafir hat bomberankirin: Kesek birîndar bû
13:52 Peyam ji bo meşê: Divê Ocalan azad be
13:49 Îranê kolberekî kurd kuşt
13:42 Xwebûn bi manşeta ‘Ji bo Azadiyê’ derket
13:41 Di 9 mehên dawî de li Îranê 38 jin hatine darvekirin
13:26 Nagihan Akarsel li Manîsayê hat bibîranîn
13:24 Peyama Komîteya Dîplomasiyê ji bo meşvanên jin: Em hêzeke mezin ji sekna we werdigirin
13:11 Li Nepalê ji ber barana zede herî kêm 42 kes mirin
13:05 Hikûmeta demkî dest bi tayinkirina endamên meclisê kir
12:45 MKG'ê rapora binpêkirinan a Îlonê eşkere kir
12:45 Îsraîl rexmê ‘plana aştiyê’ êrişê Xezeyê kir
12:30 'Bila perwerdehiya bi zimanê dayikê bi destûra bingehîn bê misogerkirin'
12:13 Hatîmogullari û Bakirhan bi Mirovên Aqilmen re civiyan
11:59 Piştî 30 salan hat berdan: Em xwedî li banga Ocalan derdikevin
11:58 Îranê girtiyekî kurd bi darve kir
11:52 Bang ji bo fînala meşê
11:37 Ji meteorolojiyê hişyarî der barê baranê de
11:29 Lijneya Tahkîmê dê 'cezayê ji ber reklama kurdî' vekole
11:03 Hevseroka MEBYA DER’ê ya Şirnexê: Em bi avakirina gorên rûxandî ve aştiyê bidin destpêkirin
10:50 HES, Sûlava Bêgiriyê ziwa dikin
10:08 'Di kampanyayê de daxwaza zimanê dayikê, azadiya Ocalan û aştî derketin pêş'