NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê bi daxuyaniyekê îdiayên wezareta parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên têkildarî komkujiya li Dêr Hafirê derewand û got wezaret hewl dide rastiyan beravajî bike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), têkildarî daxuyaniyên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên têkildarî komkujiya li Dêr Hafirê daxuyaniyek da û îdiayên wê derewand.
HSD’ê got: “Îdiayên ‘Daîreya Ragihandinê û Peywendiyan a Wezareta Parastinê’ ên der barê sûca ku komên çekdar ên hikûmeta Şamê li dijî sivîlên gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê kirine de, hewldanek aşkera ya reva ji berpirsiyariya sûcê wêdetir tiştek din nîne. Ew îdia li pêşberî her mentiqek leşkerî yan jî siyasî nikare xwe bisekine û rastiyên li ser erdê yên îsbatkirî naguherînin.
ÎDIA DEREWAND
Ev çîroka derewîn tevliheviya ‘Wezareta Parastinê’ ya hewldana nixumandina sûc û binpêkirinên komên xwe yên dubare nîşan dide, ew ne tenê propagandayeke ragihandinî ye, lê heqareta li jiyana Sûriyeyan û mafên qurbaniyan û necezakirina sûcdaran e. Înkarkirina vê sûcê siyaseta ku ‘Wezareta Parastinê’ pêk tîne û jiyana Sûriyeyan bê qîmet dibîne, nîşan dide.
7 SIVÎL HATIN QETILKIRIN
Çekdarên hikûmeta Şamê şevê din (20 Îlon) bi guleyên topavêjê gundê Um Tîna topbaran kir. Di encamê de di nav de zarok û kesên temên mezin jî bi giştî 7 sivîl şehîd bûn û 4 sivîl jî birîndar bûn. Me nav û temenên wan li pêş çavên hemûyan weşandin. Wezareta Parastinê hewl dide di nava xelekek vala de tev bigere û du caran beşdarî sûcê dibe; carekê avêtina topan û cara din jî rev û înkarkirina sûcê.
BANG
Em hikûmeta Şamê berpirsiyariya giştî ya komkujiya bi navan îsbatkirî dibînin û bang li wê dikin ku komên xwe yên beredayî kontrol bike û tev li rêveçûna aştiyane bibe, ku jiyana Sûriyeyiyan û ewlehiya wan di ser hesabên siyasî û leşkerî re digire."