NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Sîba Şêx Xidir a Şengalê goreke komî ya nû hate dîtin. Di gorê de nasnameyên kesên ji Fermana 3’yê Tebaxê heta niha winda de hatin dîtin.
Li komelgeha Sîba Şêx Xidir a ser bi bajarê Şengalê goreke komî hate dîtin. Li cihê gora komî nasnameya welatiyek ji Sîba Şêx Xidir hate dîtin. Aliyên peywendîdar sibe dê werin vekolîn bikin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; duh dema şêniyên komelgaha Sîba Şêx Xidir di navbera komelgeha Sîba Şêx Xidir û nahiyeya Tilizêr de ji bo axkirina banên xwe kemçe bi kar di anîn, cilûberg û hestiyên mirovan dîtin. Gora komî bi vî awayî derket holê. Di gora komî de nasnameya aîdê Seydo Ebas Çûko ku hemwelatiyê komelgeha Sîba Şêx Xidirê ye û ji dema fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ve windaye, hate dîtin.
Bi bihîstina bûyerê re malbatên xizmên xwe di fermanê de winda kirin û saziyên sivîl ên Şengalê hatin cihê gora komî. Malbat û berpirsên saziyên sivîl ji Hikûmeta Federe ya Iraqê xwestin ku di zûtirin demê de li ser gora komî xebatan bidin destpêkirin.
Pismamê Seydo Ebas Çûko, Sîbok Îsmaîl Çûko diyar kir 11 sal bûn tu agahî ji pismamê xwe nedigirtin û got: “Dema me bûyer bihîstî em çûn cihê gora komî û gotin ku nasnameya pismamê min hatiye dîtin. Nasname di destê polîsan de bû.”