Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye

ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku komîsyona li Meclisê hatiye avakirin li ser mijarên sereke nasekine û got: “Yek ji rojeva herî lezgîn a komîsyonê ‘Mafê hêviyê’ ye. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin. Pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike.”  

Hevserokên bajaran ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), li navenda giştî ya partiyê civiyan. Civîn, bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan hat lidarxistin. Tulay Hatîmogûllari, beriya civînê têkildarî geşedanên di rojevê de axivî. 
 
XEBAT DÊ DI CIVÎNÊ DE BÊN PÊŞKEŞKIRIN  
 
Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku ew ê di civînê de geşedanên siyasî yên li Tirkiye, herêm û cîhanê binirxînin û got: “Bêguman em ê li ser bandora Banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Ocalan a li ser civakê, xebatên hatine kirin û yên divê bên kirin bi hevalên xwe re nîqaş bikin. Hevserokên me ji qadan tên û raporên wan girîng in.” 
 
BÛYERÊN 6-7’Ê ÎLONÊ
 
Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku salvegera êrişên 6-7’ê Îlona 1955’an ên li dijî gelê Rum e, ev êriş weke “pogrom” nirxand û got: “Ev komkujî, di rûpelên reş ên dîrokê de cih girt.” Tulay Hatîmogûllari, kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anî. 
 
ZÊDETIRÎ 60 HEZAR FILISTÎNÎ HATIN QETILKIRIN 
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê û got ku zêdetirî 60 hezar Filistînî hatine qetilkirin. Tulay Hatîmogûllari, got ku Îsraîl niha jî ji bo Xezeyê bi temamî tune bike dest bi operasyonê kiriye û bang li NY, Yekitiya Ereban, Lîga Ereb, Teşkîlata Hevkariyê ya Îslamê kir ku li dijî vê rewşê derkevin û bidin sekinandin. Tulay Hatîmogûllari, xwest ku Deriyê Sînor ê Refahê were vekirin û korîdora alîkariya mirovî were vekirin. 
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di nava şerên li seranserî cîhanê de mîna meşaleyekê diçirûse û got: “Lewma divê em bêhtir xwedî li aştiyê derkevin. Dem em li geşedanên siyasî, civakî, aborî û gavên dîzaynkirina herêmê ya emperyalîstan dinêrin, wê demê girîngiya vê bangê bêhtir dibînin.” 
 
‘LI TIRKIYEYÊ AŞTÎ LI SÛRIYEYÊ ŞER NABE’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku ji bo agirê li Rojhilata Navîn û cîhanê belavî Tirkiyeyê nebe, divê aştî çêbibe û ev tişt anî ziman: “Nabe ku bibêjin li Tirkiyeyê aştiya navxweyî, li Rojava şer û gefan li wir bixin. Ev her du gotin hev nagirin. Divê Tirkiye bi Kurdên li Sûriye, Iraq û Îranê re jî aştiyê bike. Heke Tirkiye bi rastî jî bixwaze korîdora ewlehiyê ava bike, wê demê divê ji bîr neke ku ev korîdor bi aştiyê dibe. Ewlehî, bi şer, çek, gule, tank û topan nabe. Bi dayina mafên gel dibe. Bi hemwelatiyan wekhev û demokrasiyê dibe.” 
 
Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Avakirina Sûriyeyeke demokratîk jî bi dayina mafên Kurdan, Elewiyan û Durziyan dibe. Divê Tirkiye jî vê biparêze. Lewma em gefên nûnerên hikûmetê yên dawî ku li Rojava dixwin, qebûl nakin. Li wir bi hezaran Elewî û Durzî hatin qetilkirin. Di rewşekî wiha de banga teslîmbûnê nayê qebûlkirin. Tişta divê li wir were kirin ew e ku avakirina Sûriyeyeke hemû gel û bawerî di rêveberiyê de cih digirin û Sûriyeke demokratîk e. Qenciya herî mezin ku li Sûriyeyê bike ev e.” 
 
‘KOMÎSYON LI SER MIJRAÊN ESASÎ NASEKINE’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, anî ziman ku meseleya Kurd meseleyeke giran e û nabe û ji bo çareseriyê bi siyaseteke pispor heye. Tulay Hatîmogûllari, wiha domand: “Ji bo wê pêdivî bi zimanê aştiyê û demokrasiyê heye. Divê li Sûriye û herêmê şertê sereke yê Tirkiyeyê aştî be û ev bibe stratejî. Banga birêz Ocalan, armanca rizgariya gelê Kurd, Ereb, Tirk, Ermen û civakên Êzidî, Elewî, Sunî hwd. e dike. Formula derketina ji vê xeleka agir e. Lê mixabin tevî gavên şênber ên Ocalan û PKK’ê jî îktîdar û dewletê heta niha gavên şênber neavêtine. Gava herî girîng avakirina komîsyonê ye lê ew jî li ser mijarên esasî nasekine. Divê komîsyon mitabeqeta civakî xurt bike û bi yasayeke taybet re yasayên entegrasyon û azadiyê bixe rojeva meclisê. Ji bo serdema nû ya qanûndanînê ku dê di 1’ê Cotmehê de dest pê bike, tu xebatek nîne. Ev jî nîşan dide ku polîtîkayên mijûlkirinê di meriyetê de ne. Yek ji mijara herî lezgîn a komîsyonê mafê hêviyê ye. Divê şert û mercên azad ên birêz Ocalan tavilê bên avakirin. Ocalan dixwaze ji bo serkeftina pêvajoyê li xwe rol bigire. Pir girîng e ku komîsyon biçe Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bike. Divê komîsyon bi cisaret be û rêyê veke.” 
 
‘BI PÊVAJOYÊ RE DÊ HEMÛ DERDOR BIHÊZ BIBIN’ 
 
Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku gel ji dil û can piştgiriyê dide pêvajoyê lê ji bo baweriyê divê gavên şênber bên avêtin. Tulay Hatîmogûllari, got ku tayînkirina qeyûman, girtina hevşaredaran, rewşa girtiyên nexweş û taloqkirina tehliyeyên girtiyan baweriya gel tune dikin. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser operasyonên li dijî CHP’ê û got ku pêvajoya aştiyê bi zextên ser muxalefetê nayên xurtkirin. Tulay Hatîmogûllari, Banga Aştî û Civaka Demokratîk her wiha destpêka serdema têkoşîna nû ye û banga xwedîderketina li pêvajoyê li her kesî kir. 
 
Piştî axaftinê, civîn ji çapemeniyê re girtî domiya.
 
  
 

Sernavên din

16:26 Rejîma Îranê girtiyek bi veşarî darve kir û bi dizikî defin kir
16:22 Tamer Koç ê HPG’î li Enqereyê hate bibîranîn
15:36 Di 9 mehan de li Sûriyeyê 10 hezar û 672 kes hatine kuştin
15:27 Geçer ê astengdar ji ber bertek nîşanî walî da mûçeyê wî hate birîn
14:28 Feminîst Harriet Fraad piştgirî da pêvajoyê
13:44 Bi hezaran kes ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan
12:41 Agirê Jiyan li Dusseldorfê derket ser dikê
10:40 Rûsyayê êrişî Ûkraynayê kir: Pitikek jî di nav de 3 kes hatin kuştin
10:36 Tulay Hatîmogûllari: Yek ji mijarên lezgîn a komîsyonê jî ‘Mafê hêviyê’ ye
10:34 Belgefîlma ’73 Ferman’ a Nazim Daştan kişandibû hate pêşandan
09:44 Yilmaz Hun: Girtiyên li Dumluyê li dijî binpêkirinan amadekariyên çalakiyê dikin
09:31 Kovara Jinê bi manşeta ‘malbat’ê derket
09:29 Bi milyonan xwendekar ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bêpar in
09:00 ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2025’AN
06/09/2025
23:11 Roja Çapemeniya Azad hate pîrozkirin: Bi têkoşîna xwe hûn bûn bîra gel
16:38 Li Xezeyê 17 kes hatin kuştin
16:28 Bernameya meşa Bestayê zelal bû
16:08 Operasyona li Kampa Holê didome: 4 DAIŞ’î hatin girtin
16:05 Li Siwêdayê li aqûbeta kesên hatine revandin hat pirsin
16:00 Ji Nergîs Mihemediyê name ji bo NY'yê
15:31 Jiyana 3 girtiyên nexweş di xetereyê de ye
14:45 Midûrê Midûriyeta Polîsan a Antalyayê ji wezîfeyê hat dûrxistin
14:40 Rejîma Îranê çalakvanekî berxwedana 'jin jiyan azadi'yê bi dar vekir
14:31 Banga ji bo meşa ber bi Bestayê ve
14:04 Xizmên windayan ji bo Sîncar, Bîçîmlî û Çardakçi kom bûn
13:36 Li kujerê Ayten Ozturk a di binçavan de hat qetilkirin pirsin
13:21 Bi girseyî serdana şîna Fesîh Polat hat kirin
12:47 Kesê ku tahde li xwişka xwe kir serbest hat berdan
12:37 Agir bi kampa penaberên şengalî ket
12:33 Dayik amadekariyên çalakiya Bestayê dikin
11:56 Şandeya alman li Helebê ye
11:53 Şandeya jinan a Rêveberiya Xweser li Ewropayê ye
11:09 Ji DBP, HDK û DEM Partiyê daxuyaniya Komkujiya 6-7'ê Îlonê
10:45 Di Tebaxê de 28 jin hatin qetilkirin
10:14 'Nêzîkatiya dewletê ya li şînan zirarê dide pêvajoyê'
09:47 Ger Tirkiye 'mafê hêviyê' pêk neyne dê bi çi re rû bi rû bimîne?
09:23 Rêveberiya Xweser û Durzî civiyan
09:16 Şert û mercên neewle û bêparastin dibin sedema mirinê
09:06 Krîzê eleqeya ji bo berhemên kirtasiyeyê yên bêqalîte zêde kir
09:06 Li Bestayê meş û nobeda li dijî qirkirina ekolojiyê: Parastina xwezayê parastina hebûnê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2025'AN
05/09/2025
20:19 TJA'yê serdana malbata Rojîn Kabaîşê kir
20:06 69 filistînî hatin qetilkirin
19:36 Zarokên ji kursên MED-DER'ê mezûn bûn belgeyên xwe wergirtin
19:17 Belgefîlma ku hê nehatiye weşandin hat sansurkirin
19:10 Yildizê MHP'î: Bila komisyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
18:51 Ji bo Tamer Koç li Enqereyê şîn hat danîn
17:33 YSK'ê itiraza CHP'ê qebûl kir: Dê kongre bidomin
17:23 Rapora binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Şirnexê
17:09 HDP'ê 6'emîn Kongreya Asayî li dar xist
16:22 Bi girseyî serdana şîna Yavûz hat kirin
14:01 Hesabê Yenî Yaşamê ya X’ê hate astengkirin
14:00 Zextên li Girtîgeha Dumluyê zêde dibin: Hûn ê aştiyê nebînin
13:41 Ji bo hevdîtina ‘jin li ser aştiyê diaxivin’ banga tevlibûnê hat kirin
13:35 Felsefevana Amerîkî: Banga Ocalan bandor li min kir
11:50 Li Efxanistanê bîlançoya erdhejê roj bi roj girantir dibe
11:39 Li Kampa Holê operasyona ‘ewlehiyê’
11:32 Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî bi rojeva Helebê civiyan
11:29 Di êrişên Îsraîlê de 7 jê zarok 19 kes hatin qetilkirin
11:20 Sozdar Avesta: Bêyî Rêber Apo entegrasyona demokratîk pêş nakeve
10:09 Jiyana di konteynerê de jî ji bo mexdûrên erdjehê zêde dîtin!
09:27 Agirê Jiyan piştî 7 salan dê konserê bide
09:26 Li Semsûrê bi hinceta çêkirina rêyê qirkirina daran tê kirin
09:25 Fermandara YPJ'ê Newroz Ehmed: Tecrûbeya me ya herî mezin ew e ku jiyaneke bêyî xweparastinê nabe
09:22 Kampanyaya 'Ez dixwazim hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bikim' ket meha 3'yan
09:15 Komkujiya 6-7'ê Îlonê: Banga Ocalan ji bo hevrûbûna bi van êşan re firsend e
09:10 Êrişa nijadperest a li Nîgdeyê: Xwestin me hemûyan bikujin
09:08 Roja Çapemeniya Azad dê bi konserekê were pîrozkirin
09:02 Li Tatosê wêneyên dengbêjan li dîwaran hatin xemilandin
09:00 ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2025’AN
04/09/2025
23:48 Mûstafa Karasû: Divê Rêber Apo li meclisê biaxive
23:30 Fermandarê Hêzên Navendî ya DYA’yê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kir
20:10 21 kesên ku 10 sal berê li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:59 Sîncar û Ozdemîr li cihê lê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
19:23 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê Peymana 10'ê Adarê de daxuyanî
19:18 Kesên êrişî rojnamevan Hêmin Mamend kirin hatin girtin
16:48 Sendîkayên Fransayê ji bo betalkirina cezayê Şerîfe Mihemedî bang kirin
16:35 Rewşenbîrên Ereb xwestin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin
16:01 Şîna Semra Duvayê bi girseyî hate ziyaretkirin
15:52 'Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin’
15:25 Li Xezeyê herî kêm 37 Filistînî hatin qetilkirin
15:19 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da û bal kişand ser ‘siyaseta demokratîk’
14:03 Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn
13:45 Tevgera Şemiya Mor: Bêdengî şirîkatiya sûcê Talîbanê ye
13:34 Halîde Turkoglû: Em ê aştiyê bi pêşengtiya jinan ava bikin
13:25 Encamên pêşbirka lîstikên şanoya Kurdî dê di Mijdarê de bên aşkerakirin
12:30 'Di doza Sîncar de pêvajoyeke faîl diparêze tê meşandin’
12:14 Li Antalyayê tehliyeya 3 girtiyan hate taloqkirin
11:58 Rojnameger Berekat: Bêyî Rêveberiya Xweser nikarin Sûriyeyeke nû ava bikin
10:46 Li Hesekê erdhej çêbû
10:46 Ciwan dê li Wanê şahiyê li dar bixin
10:39 Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî Îsraîl hişyar kir: Îlheqkirina Şerîaya Rojava xeta me ya sor e
10:12 Kêla gorên zarokên wê hatibûn rakirin: Ev zilm e
09:57 DEDAŞ’ê guh neda qedexeyê û trafo danî hewşa dibistanê
09:34 Li Reqayê 5 DAIŞ’î hatin girtin
09:33 7 meh piştî tehliyeya xwe wefat kir: Kuştin piştre berdan
09:17 Li Tuzluçayirê dê şahiya ‘civaka demokratîk’ bê lidarxistin
09:00 ROJEVA 4’Ê ÎLONA 2025’AN
03/09/2025
13:11 YRA'yê êrişa li dijî rojnamevan Mamend şermezar kir
13:09 TAJÊ: Veqetandina êzdiyan ji koka wan berdewamiya fermanê ye