AKSARAY - Xizmên girtiyan li dijî binpêkirinên mafan li pêşiya Girtîgeha Aksarayê daxuyanî dan û xwestin Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin.
Ji bo protestokirina binpêkirinên mafên girtiyan, TUAY-DER’ê li pêşiya Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê daxuyanî da. MED TUHAD-FED, AATUHAY-DER, şaxên OHD’ê yên Edene û Mêrsînê, TJA, rêxistinên DEM Partiyê yên Edene û Mêrsînê, Meclisa Dayikên Aştiyê yên her du bajaran û gelek xizmên girtiyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li sepanên keyfî bînin, ji girtiyên nexweş re azadî” hate hilgirtin. Her wiha gelek caran dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Berxwedan jiyan e” hatin berzkirin.
Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Mahsum Geçer di daxuyaniyê de got ku binpêkirinên li girtîgehan îstîsna nînin û veguheriye polîtîkayekê. Geçer, got: “Girtî, her roj rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Îşkence, miameleya xerab, cezayên disiplînê yên keyfî, sirgunkirina girtiyan a li girtîgehên dûrî malbatên wan, taloqkirina tehliyeyên girtiyan ên bi hincetên razber çendek ji van binpêkirinan e. Her wiha girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û terkî mirinê dikin. Bi taybet jî sepanên weke lêgerîna tazî, di dema tedawiyê ferzkirina kelemçeyê, lêgerîna nava dev û hwd. êdî veguherîne sepanên sîstematîk. Ji ber vê jî girtî çûna nexweşxaneyê red dikin û ji mafê xwe yê tenduristiyê bêpar dimînin.”
'TEHLIYE BI KEYFÎ TÊN ASTENGKIRIN’
Geçer, anî ziman ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê ji bo taloqkirina tehliyeyên girtiyan û cezayên disiplînê biryarên keyfî dide û wiha pê de çû: “Biryarên lijneyê, di serî de mafên azadî û ewlehiyê, gelek mafên bingehîn ên girtiyan binpê dike. Nediyarbûna dema înfazê, bi xwe re binpêkirina mafê darizandina adilane jî tîne. Weke mînak; tehliyeya Tamer Tanrikulu yê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tê ragirtin û 30 sal in girtî ye ji bo 2 salan; ya Hasîp Avşar 6 mehan; ya Abdullah Çelîk jî ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin. Li heman girtîgehê tehliyeya Sînan Yaşar ji bo 2 salan, ya Ahmet Goksu ji bo 3 mehan û Mervan Sungur jî ji bo 3 mehan hatiye taloqkirin. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê jî tehliyeya Haci Sîncer ji bo salek û 3 mehan, ya Mehmet Alî Taşli ji bo salekê, ya Mehmet Zahît Bayar ji bo 2 salan, ya Mehmet Mencîk ji bo salek û 6 mehan, ya Sînan Çelîk jî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin. Li girtîgehên Osmaniye û Tarsusê jî bi heman hincetan tehliyeyên girtiyan hatine taloqkirin. Bi van sepanan re mafê berdana bişert bi awayekî keyfî tê xespkirin û rê li ber vedike ku hêza cezakirinê ya dewletê bêdawî were bikaranîn. Divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê tavilê bên girtin û ev mekanîzmayên rayeya darazê xesp dikin tavilê bên bidawîkirin.”
'DIVÊ PÊVAOYA REFORMÊ WERE DESTPÊKIRIN’
Geçer, bal kişand ser îzolasyona li dijî girtiyan û ev tişt anî ziman: “Bi avakirina girtîgehên tîpên S, Y û ewlekariya bilind re girtî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û îzolasyona civakî kûrtir bûye. Ev girtîgeh, veguherendine mercên muebbeda girankirî û îşkence û miameleya xerab êdî asayî kirine. Girtî rastî binpêkirinên mafan ên giran tên. Divê ev sazî tavilê bên girtin û astengiyên li pêşiya girtiyan bên rakirin ku mafê xwe yê tedawiyê bi kar bînin û daxwazên girtiyên nexweş ên ji bo taloqkrina înfazê û cezayê li malê bên qebûlkirin. Divê êdî ATK weke tekane otorîte nebe û nêrînên serbixwe û lijneyên zanistî jî esas bên girtin. Ji bo vekirina rêyên çareseriyeke aştiyane ya li Tirkiyeyê û serweriya hiqûqê, divê hewceye ji ewil di saziyên dewletê de pêvajoya reformê ya ji mafên mirovan re rêzgirt were destpêkrin. Li hestiyariya raya giştî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
Wekîlê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî got ku li hemû girtîgehan mafên girtiyan ên peydakirina avê, hîjyen, mafê tenduristiyê, azadiya xwendina pirtûkan û mafên tehliyeyê tên binpêkirin. Bozan, xwest girtiyên tehliyeyên wan bi biryarên Lijneya Îdare û Çavdêriyê hatine taloaqkirin tavilê bên berdan û got: “Dema Meclis di 1’ê Cotmehê de vebû, weke karê ewil divê van lijneyan bigire û ji bo civaka demokratîk û aştiyê gavan biavêje.”
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Emîne Eren jî got ku aştî bi gavên yekalî nayê û bang kir ku ji bo aştiyê bi destê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were girtin.