NAVENDA NÛÇEYAN - Li Silêmaniyeyê di dema perwerdeya leşkerî ya xwendevanên koleja leşkerî de teqîn çêbû. Di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Rojnewsê; li Silêmaniyeyê di dema perwerdeya xwendevanên koleja leşkerî ya Qelaçiwalan de, teqînek çêbû. Berdevkê Hêzên 70’ê yê Pêşemergeyan Ehmed Letîf ji medyaya YNK’ê re ragihand ku teqîn di dema perwerdekirina hejmarek xwendevan de, çêbûye. Li gorî heman çavkaniyê guleyek bisfingê di destê xwendevanan de teqiyaye.
Hat ragihandin ku di teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku kesê jiyana xwe ji dest dayî, xwendevaneke Ereb ê koleja Leşkerî ya Qelaçiwalan ya li Silêmaniyeyê bû. Kesên birîndar, rakirin nexweşxaneyê.