ENQERE - Serokê TBB’ê Erînç Sagkan di civîna komîsyonê de axivî û got: “Em dixwazin girtinên bi keyfî bi dawî bibin, azadiya çapemenî û xweîfadekirinê were cîbicîkirin, bi biryarên darazê were kirin û sepana qeyûm bi dawî bibe.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, li meclisê civîna xwe ya 6’emîn li dar xist. Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan û Serokên Baroyên Enqere, Çewlîg, Amed, Hatay, Stenbol, Meletî, Mêrdîn, Mersîn, Wan û Sêwasê di civînê de axivîn. Rûniştina yekem a civînê bi axaftina Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş dest pê kir. Piştî axaftina Kurtulmuş, Sagkan axivî.
Erînç Sagkan, anî ziman ku li rexekî li Meclise komîsyon hatiyê avakirin û li hêla din jî girtin û binçavkirin didomin û got: “Li aliyekî di bin banê Meclisê de ji bo hevgirtina civakê di mijara azadî, demokrasî û dewleta hiqûqê xebat tên kirin, li milê din jî hin sepanên darazî û îdarî yên li dijî hiqûqê ku vê armancê ji holê radikin, di meriyetê de ne. Li aliyekî hewla jibo xurtkirina yekitî û hevgirtina neteweyî heye, li hêla din biryarên binçavkirin û girtinê yên li dijî hiqûqê hene. Ev rewş, wijdana raya giştî diêşîne.”
4 PÊŞNIYAR
Bi domdarî Sagkan diyar kir ku ji bo komîsyon bi ser keve divê 4 xal bên cîbicîkirin û got: “Hewceye girtinên bi keyfî bi dawî bibin, azadiya çapemenî û xweîfadekirinê were cîbicîkirin, biryarên darazê bên bicihanîn û sepana qeyûm bi dawî bibe.”
Sagkan, da zanîn ku sererastkirinên di wesfa “efû”yê de bi guhertinên di Qanûna Înfazê de nayê cîbicîkirin û got: “Hewceye sererastkirinên di qanûnan de jî li Meclisê bi piraniya dengan werin cîbicîkirin.”