NAVENDA NÛÇEYAN - Zêdetirî hezar aktivîstên civaka sivîl û parazvanên mafên mirovan ji bo Şerîfe Mihemedî bang li rejîma Îranê kirin û xwestin biryara erêkirina cezayê darvekirinê were betalkirin.
Girtiya siyasî ya Kurd Şerîfe Mihemedî li Girtîgeha Lakanê ya Reştê tê ragirtin. Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê di 16’ê Tebaxê de cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kir. Zêdetirî hezar aktivîstên civaka sivîl, mafên mirovan, karker û kesayetên siyasetmedar têkildarî biryara rejîmê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji rejîmê hat xwestin ku tavilê vê biryara xwe betal bike.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Şerîfe Mihemedî ji ber xebatên xwe yên aştiyane zêdetirî 20 meh in girtî ye, bi awayekî ne adilane hate darizandin û cezayê darvekirinê lê hate birîn. Aktîvîstasn xwestin ku cezayê Şerîfe Mihemedî tavilê were betalkirin.
‘ŞERÎFE MIHEMEDÎ BI KEYFÎ HATE HATE GIRTIN’
Bi domdarî hate destnîşankirin ku Şerîfe Mihemedî di dema binçavkirinê de rastî îşkence û zexta derûnî hatiye, zorî lê hatiye kirin ku bibe îtîrafkar. Hat diyarkirin ku xetereya darvekirinê li ser Şerîfe Mihemedî heye. Di berdewamê de hat gotin ku hêzên îstîxbaratê Şerîfe Mihemedî bi awayekî keyfî girtine, ji ewil birine navendeke binçavkirinê ya li Reştê, piştre birine navenda wezaretê ya Sineyê û li vir hatiye derbkirin û îşkencekirin.
‘XEBATÊN AŞTIYANE WEKE BELGEYA SÛC HATE NÎŞANDAN’
Hat bibîrxistin ku Şerîfe Mihemedî di Sibata 2023’yan de sewqî Girtîgeha Sinê hatiye kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Ji ber îşkenceyê gilî kir lê tu lêpirsîn nehatin vekirin. Şerîfe Mihemedî di Adara 2023’yan de careke din şandin Girtîgeha Lakanê ya Reştê. Di Hezîrana 2024’a de bi rêya vîdeokonferansê tev li Dadgeha Şoreşê ya Reştê bû. Lê nehiştin biaxive. Dadgehê, xebatên wê yên aştiyane wek ‘li dijî hikûmetê serhildana çekdarî kiriye’ nirxand û biryara darvekirinê da. Xebatên aştiyane yên di qada mafên mirovan de, desteka dida jinên girtî, derketina wê ya li dijî cezayê darvekirinê, endamtiya komîteya Koordînasyonê ku destek dide rêxistinên karkeran wek belgeyên sûc hatin nîşandan.”
JI SENDÎKAYA YEKITIYA MAMOSTEYAN A TEHRANÊ BANG
Sendîkaya Yekitiya Mamostayên Tehranê jî li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Şerîfe Mihemedî û Werîşe Mûradî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”, erêkirina cezayên darvekirinê ji bo çalakvanên siyasî û sivîl gelek zêde bûne, herwiha ev kiryara bêdengkirinê piştî şerê Îsraîl û Îranê dijwartir bûye.
‘LI DIJÎ ZILMÊ BÊDENG NEMÎNIN’
Bi domdarî wiha hate gotin: “Niha zêdetirî 56 girtiyên siyasî li rojhilatê Kurdistan û Îranê li benda darvekirinê ne. Herî dawî jî dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemedî erê kir.” Sendîkayê li dijî cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hişyarî da û diyar kir ku ev yek li dijî pîvanên edaletê û heta qanûnên navxweyî yên welat e. Sendîkayê herî dawî ev bang kir: “Em banga hilweşandina cezayên darvekirina girtiyên siyasî dikin û divê demek ji ya din zûtir azad bibin. Em bang li rewşenbîr û hemû kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî zilm û zordariyê bêdeng nemînin.”