WAN – Amedekariyên mitînga ku dê li Wanê bê lidarxistin, xilas bûn. Di rojeva mitîngê de dê gavên pêwîst ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan cih bigirin.
Îro li Wanê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê bi dirûşma “Ne tecrîd lê azadî dê biser keve” mîtîngê li dar bixin. Mitînga ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dê bê lidarxistin, wê saet 17.00’an de li Parka Musa Anter destpê bike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û aktivîsta TJA’yê Gulten Kişanakê di mitîngê de biaxivin. Hunermend Xecê û Aylîn Demîrkaya dê konser bidin.
DAXWAZÊN SEREKE
Mijara mitîngê dê Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de be. Her wiha di mitîngê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û gavên pêwîst ên ji bo pêvajoyê dê bên vegotin.