NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, got ku ew ê ji ber xelaya li Xezeyê hatiye ragihandin banga civîna awarte li Meclisê bikin.
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, ragihand ku têkildarî geşedanên dawî yên li Xezeyê dê banga civîna awarte li Meclisê bikin. Ozel, got: “Ji ber qirkirina li Xezeyê, tehcîr û valakirina wê ya ber bi aliyê başûr ve, li dijî xelaya li wir tê jiyîn em banga civîna awarte li TBMM’ê dikin.”
Ozel, da zanîn ku dê serokwekîlên koma partiya wan di çendek rojên pêş de li tevahiya serokwekîlên komên partiyên siyasî bigerin.