ENQERE - Tehliyeya Mervan Demîrtaş ku 31 sal in di girtîgehê de ye, bi hinceta çalakiyeke nehatiye kirin hate taloqkirin.
Mervan Demîrtaş li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Antalyayê tê ragirtin û 31 sal in girtî ye. Tehliyeya Demîrtaş, tê astengkirin. Demîrtaş, ji sala 1994’an heta niha girtî ye û diviyabû di 8’ê Adara 2024’an de bikariya ji mafê berdana bişert sûd bigirta. Lêbelê bi hinceta cezayên disiplînê tehliyeya wî tê astengkirin.
Di hincetên cezayên disiplînê yên li Demîrtaş hatine birîn de îdiayên weke “berzkirina dirûşman” û “li xistina derî” jî hene. Di heman demê de cezayê disiplînê yê ji ber çalakiyeke nehatiye kirin jî weke hinceta astengkirina tehliyeyê hate nîşandan.
Li gorî agahiyên ber dest, Demîrtaş jî di nav de girtiyan, bi daxwaznameyekê ji rêveberiya girtîgehê re gotin ku dê çalakiya neçûna hevdîtinên girtî li dar bixin. Lêbelê ev çalakî nehate kirin û hevdîtinên girtî hatin kirin. Tevî vê jî bi hinceta daxwaznameyê, cezayê disiplînê li girtiyan hate birîn. Cezayê behsa xeberê jî di hincetên astengkirina tehliyeyê de cih girt.
DI ROJEVA MECLISÊ DE YE
Wekîla DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Oduncu Kutevî, têkildarî mijarê pêşnûmepirsek amade kir û bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bibersivîne da Serokatiya Meclisê.
Di pêşnûmepirsê de ev pirs hatin kirin:
“* Serlêdanên li dijî cezayên disiplînê tên kirin çima bi mehan tên vehêlandin?
* Cezayên disiplînê yên ji ber çalakiyên bi awayekî fiîlî nehatine kirin hatine dayin, ji hêla hiqûqî ve çawa tê nirxandin?
* Hejmara girtiyên tevî mafê wan ê berdana bişert hatiye lê bi hinceta cezayên disiplînê tehliyeya wan hatiye astengkirin çend e?
* Ji bo pêşîlêgirtina cezayên disiplînê yên keyfî yên li girtîgehan, çi mekanîzma di meriyetê de ye?”
SERÎ LI ÎHÎK’Ê DA
Zeynep Oduncu Kutevî, di heman demê de serî li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) jî da û ev daxwaz rêz kir:
“*Komîsyona Jêr a Mafên Hikûmxwar û Girtiyan bila pêvajoya astengkirina mafê berdana bişert a Mervan Demîrtaş di cih de lêkolîn bike.
* Cezayên disiplînê yên ji ber çalakiyên bi awayekî fiîlî nehatine kirin hatine dayin ji hêla hiqûqî ve bên lêkolînkirin.
* Bila têkildarî sepanên cezayan zêde dikin rapor bê amadekirin.
* Hejmara girtiyên tehliyeyên wan bi heman awayî hatine taloqkirin bila bê lêkolînkirin.
* Ji bo serlêdanên parêzerên Demîrtaş û girtiyên din ên ji bo betalkirina biryarê bên qebûlkirin, bêyî ku were vehêlandin bila komîsyon lêkolînê bike û bikeve nava hewldanan.”