MÊRDÎN - MEBYA-DER’ê bi çalakiyekê Metîn Arslan, Nûreddîn Sofî û Abdulbakî Babur bi bîr anî.
Komeleya Alîkarî, Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER), ji bo bîranîna Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Urfa), ji pêşengên “Şoreşa Rojava” û Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Nûreddîn Sofî û Abdulbakî Babur (Bahtiyar Gabar) ê HPG’î, çalakî li dar xist. Çalakî, li avahiya komeleyê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn.
Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevserokê MEBYADER’ê Salih Kuday di bîranînê de diyar kir ku kedeke mezin a Nûreddîn Sofî, Metîn Arslan û Abdulbakî Babur di têkoşîna azadiyê de heye û soza mezinkirina têkoşîna wan da.
Piştî axaftinan, sînevîzyon hate pêşandan.