NAVENDA NÛÇEYAN - Hesabê X’ê ya jinên Beluc ên ku li dijî tundiyên Pakistanê yên li ser gelê Beluc têdikoşin, hate astengkirin.
Çalakiya rûniştinê ya jinên Beluc ku bi daxwaza aşkerakirina aqûbeta Belucên ji hêla dewleta Pakistanê ve hatine windakirin û berdana girtina aktîvîstên Beluc û lîderên Komîteya Yakcetî ya Beluc (BYC) hatiye destpêkirin, di roja 33'yan de didome. Hesabê X’ê yê bi navê ReleaseBYCLeaders (Serkirdeyên BYC’ê berdin) ku çalakiya jinên Beluc a li pêşiya Kulûba Çapemeniyê ya Îslamabadê û daxuyaniya wan lê dihate weşandin ji aliyê X’ê ve hate astengkirin.
Pêşenga çalakiyê Nadîa Baloch, li ser hesabê xwe yê medya dijîtal diyar kir ku X kesên muxalîf bêdeng dike û ev tişt got: “Ev rewş mirov aciz dike û dixe fikaran, lewra platformên navneteweyî qada dengên kesên mixalîf bisînor dike. Platforma X’ê hesabên wiha asteng dike û îdia dike ku azadiya îfadeyê diparêze. Ez bangî X’ê dikim ku vê biryara xwe careke din di ber çav re derbas bike.”