ENQERE - Siyasetmedar û nivîskar Abdulbakî Erdogmuş diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de muxatab Abdullah Ocalan e û got: “Mimkin nîne komîsyon bi paşguhkirina Ocalan mutebeqetekê bi dest bixe. Divê şande biçe Îmraliyê.”
“Pêvajoya Aştî Civaka Demokratîk” ku piştî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û bi biryara xwefesixkirinê û çekberdanê ya PKK’ê domiya, bi avakirina komîsyona li Meclisê berdewam kir. Komîsyon, ji 51 endamên partiyên koma wan li Meclisê hene pêk tê. Komîsyonê, civîna xwe ya ewil bi beşdariya 48 endaman li dar xist. Bi piraniya dengan, navê “Komîsyona Piştevaniya Netewî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” lê hate kirin. Nayê zanîn dê komîsyon di nava pêvajoyê de zemîna kîjan gavan ava bike.
Siyasetmedar-nivîskar Abdulbakî Erdogmuş têkildarî rola komîsyonê ya di çareserkirina pirsgirêkê de axivî û got ku PKK bi awayekî lez bersiv daye banga Abdullah Ocalan. Erdogmuş, got: “Xwefesixkirina PKK’ê ya piştî banga Abdullah Ocalan, ji gelek aliyan ve girîng e. Bi vê yekê re careke din piştrast bû ku bandoreke mezin a Abdullah Ocalan li ser dewlet û PKK’ê heye. Rastiya ku dewlet Ocalan muxatab digire û PKK jî bi rêberê xwe re dilsoz e dîsa derket holê. Her wiha merasîma şewitandina çekan a li Silêmaniyeyê jî biryardariya di pêvajoyê de raber kir. Bi vê yekê re PKK’ê weke gava ewil berpirsyartiya diket ser milê xwe pêk anî.”
'JI BO ENCAMEKÎ ERÊNÎ DIVÊ MIROV BIBIRYAR BE’
Bi domdarî Erdogmuş destnîşan kir ku komîsyona hatiye avakirin hêviyê dide lê hinek dudilî hene û got: “Helwesta Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de gelek girîng e û hêviyê dide. Lê mirov nikare heman tiştî bo Serokkomar Erdogan bibêje. Li gorî min dixwaze înîsiyatîf di destê wî de be û veguherîne avantajekî siyasî. Tiştekî asayî ye ku siyasetmedarek wiha tevbigere lê ji bo encamê divê mirov bibiryar û lihevkirî be. Lihevkirin û biryardariya meqama kirinê girîng e. Nexwe encamek jê dernakeve. Hêvîdarim ev pêvajo tenê formalîte nebe. Bendewariya min a şexsî ya ji komîsyonê ew e ku tespîtên adilane bike û li ser bingeha edaletê pêşniyaran bike.”
'RAST PÊNASEKIRINA PIRSGIRÊK Û ÇARESERIYÊ’
Di berdewamê de Erdogmuş bi lêv kir ku heta neyê destnîşankirin ku pergala siyasî û hiqûqî ya heyî adilane û demokratîk nîne, dê tu xêreke hewldanên bo demokratîkbûnê nebin û wiha derbirî: “Ji ewil divê pirsgirêk û çareserî rast were pênasekirin û li gorî vê helwest were nîşandan. Heke pirsgirêk tenê çekberdana PKK’ê nebe, wê demê teqez dê li ser pirsgirêka Kurd were axaftin. Dema mirov li têgehên weke ‘yekitî, hevgirtin’, ‘xwişk-biratî’, ‘aştî’ ku AKP, MHP û DEM Partî bi kar tîne dinihêre, tê dîtin ku pirsgirêk tenê dê çekberdana PKK’ê nebe. Di vê rewşê de dê armanc bibe demokratîkbûna Tirkiyeyê, cîbicîkirina hiqûqa xwişk-biratiyê ya Tirk û Kurdan, wekhevî û edaletê.”
'BILA KIOMÎSYON BIÇE SERDANA OCALAN’
Siyasetmedar Erdogmuş, bi lêv kir ku hewceye komîsyon biçe serdana Abdullah Ocalan û sedema wê wiha vegot: “Muxatabê pirsgirêkê û aliyekê wê Abdullah Ocalan e. Wê demê nabe ku pê re hevdîtin neyê kirin. Bi paşguhkirina Ocalan re komîsyon inkare mitabeqetekê mohr bike. Madem Ocalan PKK temsîl dike, wê demê divê şande biçe Îmraliyê û hevdîtinan bike. Dibe ku gelek caran hevdîtinan bikin û hewceye xwe ji vê nedin paş.”
'PIRSGIRÊKA ZIMANÊ DAYIKÊ DIVÊ BI TEMÎNATA YASAYÎ WERE ÇARESERKIRIN’
Erdogmuş, daxuyand ku naskirina nasname û zimanê gelekî bi destûra bingehîn dikare were misogerkirin û ev tişt anî ziman: “Bikaranîna mafekî tu temînata wê ya yasayî tune, her tim ji bo pirsgirêkbûnê zemîn e. Li welatekî zimanê dayikê lê pirsgirêk, mirov nikare qala aştî, azadî û serweriya hiqûqê bike. Heke Tirkiye li gorî pênaseya dewleta hiqûqê tevbigere, wê demê divê beriya her tiştekî pirsgirêka zimanê dayikê bi temînata yasayî çareser bike.”
'JI BO GIRTIYAN DIVÊ KOMÎSYONEKE TAYBET WERE AVAKIRIN’
Erdogmuş, anî ziman ku yek ji pirsgirêkên divê were çareserkirin jî pirsgirêka girtiyan e û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê mijarê de dereng man. Divê girtî bêşert û merc bên berdan. Yek ji gava ewil divê were avêtin jî avakirina komîsyoneke taybet a ji bo berdana girtiyan e. Gaveke wiha dê bawerya civakê jî xurtir bike. Hêvîdarim yek ji pêşniyarên ewil ên komîsyona heyî bibe daxwaza berdana girtiyên siyasî.”
MA / Melîk Varol