STENBOL - Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, diyar kir ku ji bo pêvajo birêve biçe divê ji bo Abdullah Ocalan mercên azad bên avakirin û destnîşan kir ku wek tevger hemû gavên pêwîst avêtine û ji bo hemû gelan qanûnên azad û demokratîk dixwazin.
Rojnameya Yenî Yaşamê beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re weşand.
Di vê beşê de Bayik bi taybetî bal kişand ser têgihiştina ku dewlet an jî desthilatdarî dixwaze di vê pêvajoyê de biafirîne û got, "Hewl didin têgihiştineke welê biafirînin ku bibêjein, 'Me li dijî PKK'ê têkoşîn meşand û ew têk bir. Êdî rêyeke cuda li ber PKK'ê nemaye, lewma em teslîm digirin'. PKK tevgereke têkçûyî nîne, berevajî vê yekê tevgereke welê ye ku gihîştiye asteke navneteweyî. Di nava hêzên ku li cîhanê li hemberî hêzên kapîtalîst têdikoşin de Rêber Apo bûye hêviyeke mezin. Yanî rastiyeke welê heye ku ji komeke biçûk îro gihîştiye asteke navneteweyî. Veguherî tevgerekê ku îro li qada siyasetê hevsengiyan xera dike, hevsengiyan ava dike. Bêyî Rêber Apo, bêyî Tevgera Apoyî, bêyî Kurdan, bêyî jinên Kurd êdî siyasetek nikare bê meşandin. Ev yek zelal e. Lewma gotin û têgihîştina ku desthilatdarî û derdora desthilatdariyê hewl dide biafirîne bê wate ye."
Cemîl Bayik bi dewamî anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê hewl dide bi rengê 'Me ev pêvajo plan kiriye, weke ku me plan kiriye dimeşe' atmosferekê biafirîne û got, "Hewl didin bêjin, 'vaye Rêber Apo, PKK gavên bi vî rengî diavêje, em van gavan didin avêtin'. Lê belê divê raya giştî baş bi vê yekê zanibe. Hemû gavên ku heta niha hatine avêtin bi înîsiyatîfa şexsî ya Rêber Apo hatine avêtin. Tevgera me jî ji bo gavên Rêber Apo bi cih bîne, bû piştevan û hêz da. Ya ku hatiye kirin ev e. Gavên bi yek alî hatine avêtin.
‘TECRÎD DEWAM DIKE’
Têgihiştin û atmosfera ku dewleta Tirk dixwaze bi vî rengî biafirîne rast nîne. Rêber Apo, tevgera me ev gav avêtin û gihîşt astekê. Gavên yek alî yên ku Rêber Apo û tevgera me biavêjin ev bûn. Berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelan bi cih anî. Ji vê wêdetir, ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê dewleta Tirk, desthilatdarî gavê biavêje. Heta niha gavek neavêtiye. Tenê tecrîd hinekî sist kirine, ewqas. Weke ku tecrîd hatiye rakirin, tecrîd nema ye nîşan didin. Tecrîd dewam dike, tenê sist bûye. Ji ber ku tecrîd dewam dike, êdî gavên nû yên bi vê rêbazê nikarin bêne avêtin. Ji bo gavên nû bêne avêtin divê şert û mercên karkirinê yên Rêber Apo biguherin, sîstema Îmraliyê êdî bi dawî bibe."
QANÛNÊN AZAD Û DEMOKRATÎK
Ji bo pirsa "Di nava civakê û hin nirxandinên giştî de dema ku DEM Partî û CHP li qadeke hevpar digihêjin hev tê gotin, gelo CHP û Kurdan li hev kirin? Dema ku Erdogan got, 'Em her sê tifaq in' vê carê jî dibêjin gelo AKP, MHP û DEM Partiyê li hev kirine? Yan jî kî nêzî kê dibe, têgihiştin diguhere. Sedema vê çi ye?" Cemîl Bayik bersiveke bi vî rengî da:
"Ya ku vê diyar bike Kurd e. Ev zelal e. Ji bo desthilatdariyê jî ji bo muxalefetê jî. Lê belê Kurd ne li cihekî welê ye ku hinekan bike desthilatdar an jî hinekan ji desthilatdariyê daxîne. Armanca Kurdan demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Derxistina qanûnên azadiyê ye. Avakirina destûreke bingehîn a demokratîk a li gorî wê ye. Cihê ku Kurd lê ne cihekî bi vî rengî ye. Em ji vê re Rêya Sêyemîn dibêjin. Ne dikeve xizmeta desthilatdariyê ne jî dikeve xizmeta muxalefetê. Weke tevger, derdekî me yê bi vî rengî nîne. Em ne xwedî wê ferasetê ne ku hinekan bikin desthilatdar. Em ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşin. Ji bo wê dixwazin vê yekê bi hêzên xwedî armanca demokrasiyê ye pêk bînin. Armanca me divê bi vî rengî bê fêhmkirin. Em li eniyekê nînin. Em ji bo hinekan bikin desthilatdar tevnagerin. Tişta ku em di nav de cih bigirin çi ye? Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Divê gavên vê yekê bêne avêtin. Kî ji vî alî ve hewl bide, em ê bi wan re tevbigerin."
Merasîma 'Koma Aştî û Civaka Demokratîk' a gerîla ya şewitandina çekan ku li tevahiya cîhanê deng veda, yek ji rojevên nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bû.
‘DIVÊ MIJARA ŞEWITANDINA ÇEKAN RAST BÊ FÊMKIRIN’
Cemîl Bayik anî ziman ku divê mijara şewitandina çekan rast bê fêhmkirin û got, "Bala xwe bidinê, cîhan ber bi biçekbûnê ve diçe. NATO biçek dibe. Li gorî berê rêjeya çekan qat bi qat zêde bû. Em li cîhaneke bi vî rengî ne. Her wiha li Rojhilata Navîn çek diaxivin, bûye mîna gola xwînê, guherînên mezin hene. Di nava rewşeke bi vî rengî de me çek şewitand.
Bêguman wateyeke vê heye. Bi vê yekê me xwest vê peyamê bidin. Di rewşeke welê de ku cîhan ber bi biçekbûnê ve diçe, NATO ber bi biçekbûnê ve diçe, li Rojhilata Navîn şer diqewime, em çekan dişewitînin. Yanî em dixwazin cîhanê, gelan ji çekan rizgar bikin. Her wiha peyameke din jî heye. Rabirdû, kevneşopî, çanda Kurdan heye. Newroz heye.
Agir... Em zarokên agir in. Bi şewitandina çekan re me bi şênberî nîşan dan ku em dixwazin serdemeke nû bidin destpêkirin. Me nîşanî her kesî dan ku em careke din naxwazin rahêjin çekan, naxwazin têkoşîna çekdarî bimeşînin. Yanî eger me çekên xwe şewitandibin, ji bo vê me kir. Hevala Besê wan çi gotin? Gotin, 'Em dixwazin biçin Tirkiyeyê, tevlî siyaseta demokratîk bibin. Em dixwazin di nava siyaseta demokratîk de bixebitin. Em dixwazin siyaseta vê yekê bimeşînin. Lê belê ji ber ku şert û mercên vê yekê, zemîna vê nîne, em ê careke din vegerin cihê jê hatine'. Ev yek bi şênberî gotin. Niha eger ev hevalên ku çek şewitandin biçin Tirkiyeyê wê hemûyan bixin zindanê.
Pratîka komên aştiyê yên beriya niha çûn li holê ye. Wê çawa biçin? Ji bo karibin biçin divê di qanûnan de guhertin bêne kirin. Guhertin di qanûnan de nîne. Ew qanûnên antî terorê dewam dikin. Hîn jî jineke Kurd ji ber ku li Stenbolê li muzîka Kurdî guhdarî kir bû hedefa êrîşê. Di nava van şert û mercan de wê çawa biçin? Êdî nikarin li wan deveran bimîne. Bi salan e bi çekê li çiyê man, têkoşiyan, ev mirov niha çekên xwe dişewitînin. Her hal wê li naverastê bi vî rengî nemîne. Wê çi bike? Wê careke din vegere cihê jê hatiye, bêguman gargantî divê. Ji ber ku rewşeke ewle nîne. Eger hatibin ji ber vê hatin. Niha van hevalan çekên xwe şewitandin û naxwazin careke din rahêjin çekê. Ji xwe weke tevger em rast nabînin ku ev heval careke din rahêjin çekê. Bêguman pirsgirêka ewlekariyê ya van hevalan heye. Em ê ewlekariya wan pêk bînin, em pêk tînin.
Wê careke din rahêjin çekê. Çek şewitandin. Êdî bê çek in. Gavên pratîkî yên vê yekê avêtin. Gotin, em ê êdî çekan bi kar nînin. Em dixwazin li qada siyaseta demokratîk bixebitin. Eger hûn zemîna hiqûqî ya vê yekê ava bikin em êdî naxwazin çekê bi kar bînin. Ji ber vê yekê ev heval niha di nava me de di bin ewlekariyê de ne, bê çek in."
'EM EFÛYÊ NAXWAZIN, EM AZADIYÊ DIXWAZIN'
Bayik, da zanîn ku ew efûyê naxwazin û got: "Em dixwazin qanûnên li dijî Rêber Apo tên rêvebirin bên guhertin û sîstema Îmraliyê bê rakirin. Em dixwazin her rojnamevan, akademîsyen û siyasetmedar bi Rêbertiyê re hevdîtinê pêk bînin û nîqaşan bikin û ev rê vebe. Em dixwazin qanûnên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê bên guhertin û qanûnên azad û demokratîk bên sazkirin. Heta em xebatên pratik ên Komîsyonê nebinin em ê gavan neavêjin."
Cemîl Bayik di vê çarçoveyê de xwest, qanûn bêne guhertin.