AMED – Li navçeya Sûrê jina bi navê Hêlîn Eren, ji aliyê hevjînê wê ve hate qetilkirin.
Li navçeya Sûr a Amedê duh êvarê, jina bi navê Hêlîn Eren ji aliyê Siyabend Şeker ê ku bi wê re dijiya bi çekê ve hate qetilkirin.
Kujerê Helîn Erenê, Siyabend Şeker piştî bûyerê hate binçavkirin.
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, endamên malbatê rave kirine ku Helîn Eren berî 8 mehan bêyî riza xwe bi nîkaha olî hatiye zewicandin. Hate diyarkirin ku Hêlîn Eren her tim rastî tundiyê û gefa kuştinê hatiye..