EDENE – Palatforma Elewiyan a Edeneyê li dijî êrişên ser Durzan ên Sûriyeyê bertek nîşan da û banga vekirina korîdora alîkariya mirovî kir.
Platforma Elewiyan a Edeneyê, li dijî qetlîamên li ser Durzan ên Sûriyeyê li Navenda Çanda Salman-i Pak daxuyanî da. Gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî yên li bajêr beşdarî daxuyaniyê bûn. Serokê Komeleya Piştevaniya Elewiyên Gelê Ereb (AHAD) Hamît Karaogullarindan, li dijî qetlîamê û bêdengiya raya navneteweyî bertek nîşan da û banga hestiyariyê kir.
‘POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ’
Cîgirê Berdevkê demê yê Platforma Elewiyan a Edeneyê Cemal Yagmûr, daxuyaniya hevpar xwend û destnîşan kir ku bêdengiya li dijî qetlîamê şirîktiya qetlîamê ye û qetlîama li dijî Durzan nirxên mirovahiyê xistiye bin pêyan û polîtikaya qirkirinê ye.
‘BILA KORÎDORA ALÎKARIYA MIROVÎ BÊ VEKIRIN’
Yagmûr di daxuyaniyê de ev tişt got: “Elewî, Xirîstiyan, Durzî di demên cuda de hatin hedefgirtin. Ev êriş tenê ne li dijî baweriyan e li dijî hebûna dîrokî ya gelan û îradeya jiyana hevpar e. Em her cure qetlîamên li dijî gelan, hemû tundiyan lanet dikin. Elewî, Xirîstiyan, Durzî, Sunî, Kurd, Ereb, Suryan ne dijmin in, li ser vê axê birayên hev ên hezar salan in.”