RIHA – Li gelek taxên Rihayê di çarçoveya ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ de civînên gel tên lidarxistin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) xebatên xwe yên têkildarî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" didomîne. Di vê çarçoveyê de li gelek navendan civînên gel tên lidarxistin. Li taxa Kalkanê ya navçeya Xelfetî ya Riha, taxa Yenî ya Wêranşarê, taxa Saha yê Bêrecûkê, taxa Mezirlikê ya Sêwerekê, taxa Boydê ya Pirsûsê, taxa Devteyeştî ya Halîliyeyê civînên gel hatin lidarxistin. Li taxên Hevag, taxa Haci Bayram a Eyyubiyeyê û li taxên Serêkaniyê û Curnê Reş civînên gel hatin lidarxistin.
Bi sedan kes beşdarî civînan bûn û di civînan de dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 9’ê Tîrmehê de hatibû weşandin, hat pêşandan. Di axaftinan de giringiya pêvajoyê hat ziman.