ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re bi dawî bû.
Hevdîtina di navbera endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Kulliyeyê bi dawî bû. Serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî di hevdîtinê de cih girtin.
Hevdîtin, saetekê domiya.