Parêzer Rihan Gok: 10'emîn Pakêta Darazê hewcedariyan bi cih nayne

  • rojane
  • 09:00 9 Hezîran 2025
  • |
img
AMED - Parêzer Rihan Gok anî ziman ku sererastkirinên qanûnî yên der barê înfazê de li dijî rêgeza wekheviyê ye. Rihan Gok, diyar kir ku 10'emîn Pakêta Darazê ku ketiye meriyetê pêwîstiyan bi cih nayne û li gorî hiqûqa dewletê nîne.
 
Li aliyekî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di rojevê de ye û li aliyê din jî 10'emîn Pakêta Darazê ya ku di raya giştî de hêviyên mezin çêbûn ji aliyê hemû beşên civakê wek kêm hat dîtin. Endama Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê Rihan Gok têkildarî paketê axivî. 
 
Rihan Gok diyar kir ku qanûna înfaza ceza ya heyî pêkanînên cudakar û newekhev kûr tir dike û wiha got: "Hin cureyên sûcan dikarin sûdê ji kêmkirina cezayan bigirin jî, girtiyên siyasî tevî ku di heman şert û mercan de tên ragirtin, nikarin ji van kêmkirina cezayan sûdê werbigirin. Ji ber newekheviya cewhera qanûna înfaza ceza, helwestên rêveberiya girtîgehê, dozger, dadgerên înfazê û heta xebatkarên tenduristiyê yên ji tedawiya girtiyan berpirsyar, meylên cihêkariyê nîşan didin. Rewşa heyî ya qanûna înfaza ceza di van rewşan de têr dike û dihêle ku pêk bên. Pêkanînên ku di nava civakê de cemaweriyê dikin û rik û dijminatiyê di nava gel de teşhîr dikin, divê tavilê bên sekinandin."
 
MAFÊ HÊVIYÊ TUNE TÊ HESIBANDIN
 
Rihan Gok diyar kir ku rêziknameyên di 10'emîn Pakêta Darazê ya ku ket meriyetê ji bo pêvajoyê ne guncaw in û wiha axivî: "Di demên ku mijara wekheviya ceza gelek caran tê nîqaşkirin de, dihat payîn ku ev mijar di pakêta dadgeriyê ya nû de bê nirxandin. Lê belê 10'emîn Pakêta Darazê, şêweyekî qanûna bicihanînê ya heyî ye, ku li dijî prensîba wekhevî û qedexekirina cihêkariyê ye. Di pakêta darazê ya ku ketiye meriyetê de 'mafê hêviyê' ji nedîtî ve tê, di pêvajoya îcrayê ya cezayê muebbetê yê girankirî de ti guhertin ek nîne û têkildarî keyfîtiyê ku hema bêje hêmaneke ontololojîk a biryarên Desteya Îdarî û Çavdêriyê ye, ti hikum nîne. Ji ber vê yekê hêmanên ji bo civakê û pêvajoya ji bo ewlekirina dewleta hiqûqê yên pêwîst pêk nehatine."
 
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ
 
Rîhan Gok da zanîn ku di 10'emîn Paketa Darazê de der barê girtiyên nexweş de ya ku sererastkirinên qanûnî nîn in û wiha got: "Li ber çavan e ku raporên ATK'ê yên der barê girtiyên nexweş de bi nêzîkatiyeke ne zanistî û alîgir tên weşandin, di vî warî de sererastkirinek neyê pêşxistin dê rê li ber mirinên li girtîgehan veke. Dîsa di şert û mercên cezayê giran ê muebbetê de ji bo van girtiyên nexweş cudahiyek heye. Mixabin bi pakêta darazê ya nû re jî ev cudahî ji holê ranebûye. Ji ber vê yekê, di forma xwe ya heyî de pakêta darazê wê binpêkirinên mafên mirovan ên ji aliyê girtiyên nexweş ve hatine jiyîn çareser neke."
 
RÊGEZA WEKHEVIYÊ
 
Rîham Gok diyar kir ku di rêziknameyê de girtiyên nexweş ên cezayê muebbetê yên girankirî girtine ne tenê binpêkirina mafên tenduristî û jiyanê ne tenê binpêkirina prensîba "wekheviyê" ya li pêş qanûnê ye û got, "Dema ku divê şert û mercên tenduristiyê yên girtiyên nexweş ji aliyê desteya tenduristiyê ya zanistî û bêalî ve bên nirxandin jî, nirxandinên ji ber sedemên siyasî tên kirin û serbestberdana şexsan tê astengkirin. Di qanûna îdamê ya heyî de têkildarî van mijaran ti tedbîr nayên girtin. Ev rewş di biryaran de keyfîbûn û bêhiqûqiyê derdixîne holê. Tevî ku mirov ên nexweşiyên wan ên giran ên kronîk hene jî, ji bo di girtîgehê de bimînin, di girtîgehan de dihêlin. Ji ber raporên nayên xeyalkirin û biryarên ne li ser çavdêrîkirinê, mirinên mîna cînayetan li girtîgehan rû didin. Dema taloqkirina vê pirsgirêkê dikare encamên xetereya jiyanî bi xwe re bîne, neavêtina ti gavan bandoreke neyînî li baweriya civakê ya bi pêvajoyê û edaletê dike. Divê di zûtirîn demê de tedbîrên pêwîst bên girtin û guhertinên pêwîst bên kirin."
 
DIVÊ GIRTÎGEH BÊN ŞOPANDIN
 
Rîhan Gok bal kişand ser rewşa girtîgehan û wiha berdewam kir: "Divê şert û mercên taloqkirina înfazê bêyî ku cudahiyê der barê girtiyên nexweş de yên giran tir bikin bên nirxandin. Divê hikum û astengiyên têkildarî vê yekê ji qanûn û hiqûqê bên derxistin. Divê Desteyên Îdarî û Çavdêriyê yên ku di qada hiqûqî de xwedî avabûneke nedemokratîk in û ji îstîsmarê re vekirî ne, bên rakirin. Divê hêzên dîsîplînê li pîvanên adil bên entegrekirin û biryarên di vî warî de hatine dayîn bibin mijara çavdêrîkirinê. Bi nirxandina Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re, mafê hêviyê yanî mafê girtiyekî xwedî bendewariyeke rewa ya berdana rojekê, parçeyekî bingehîn û ji hev cuda yê rûmeta mirovahiyê ye. Di vê çarçoveyê de, bi guhertinên qanûnî re divê mafê hêviyê ji mirovan re bê dayîn ku weke ferzeke mafê xwe yê jiyana bi rûmet bijîn.
 
Şefafiyeta qanûnî garantiya dewleta hiqûqê ye. Saziyên dewletê yên ku îdîa dikin dewleta hiqûqê diparêz in, divê ji lêkolînkirinê re vekirî bin. Rewşa heyî ya girtîgehan, zêde nayên zanîn, divê bên guhertin ku pêkanîn û şert û merc bên şopandin. Ev rewş temînata hiqûqî ya mirovan pêk tîne.” 
 
MA / Rûkiye Payîz Adiguzel

Sernavên din

15/06/2025
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir