Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike

img
AMED - Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika "Çalakiya Malçêkirî" re xwe ji bo Rojên Şanoya Jinan amade dikin. 
 
Lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi lîstika "Çalakiya Malçêkirî" ku wergerandine kurdî, amadekariyên Rojên Şanoya Jinê dikin. Lîstika ku ji hêla Şenay Tanrivermîş ve hatiye nivîsandin ji hêla komeke lîstikvanên jin ên Şanoya Bajar ve bi kurdî hate amadekirin. Derhêneriya lîstikê Elvan Koçer dike û Nûrşen Adiguzel, Rêzan Kaya, Perînaz Delazy û Zeycan Ateş dilîzin. 
 
DERHEQÊ LÎSTIKÊ DE
 
Lîstik, çîroka sê jinan vedibêje ku dema hewcehî bi kirina tu tiştekî nedîtin jî ji bo qêrîna di dilê xwe de nîşan bidin û ji bo lidarxistina çalakiyan li malê civiyayîn vedibêje. Ev jinên ji çîna navîn, bertekên xwe yên li dijî cînayetên jinan û tundiya zilaman vediguherin serhildanê, biryara protestoyê didin û ji bo cîbicîkirina armancên xwe li gorî modêla malê dicivin. Lîstik, trajediya mirovên serdema me vedibêje. 
 
PROMIYERA WÊ DI 5’Ê MIJDARÊ DE YE
 
Promiyera lîstikê dê di 5’ê mijdarê saet di 19.30’ê de li Navenda Çand û Kongreyan a Çand Amedê were dayin. 
 
‘ME SÊ JINÊN KURD ÊN JI ÇÎNA NAVÎN VEGOT’ 
 
Derhênera lîstikê Elvan Koçer têkildarî lîstikê axivî û wiha got: “Me lîstika xwe bi xebata komê amade kir. Ji tekstan heta rejî û hwd. me ne tenê bi lîstikvanan re, her wiha bi hevalên jin ên din re jî amade kir. Me bi hev re nîqaş kirin, prova kirin û anîn astekê. Ji bo koma me dibe lîstika ewil a jinan. Em dikarin bibêjin ev destpêkeke. Bi salan me xeyala vê dikir. Dema em li koma me ya şanoyê dinêrin, koma jinan ji ya mêran xurtir e. Tevahiya xebatên şanoyê jin dimeşînin. Ev destpêk dê bi xwe re lîstikên din jî bîne.” 
 
Koçer, got ku wan tekst veguherandine û li gorî xwe amade kirine. Koçer, wiha pê de çû: “Em sê jinên kurd ên ji çîna navîn ku ji hêla zilamên cuda ve di malê de hatine hefskirin, vedibêjin. Li dijî bûyerên civakî jî êdî bêbertek mane. Lewma me jê re got ‘Çalakiya Malçêkirî.’ Anku di nava malê de tên gel hev û li gorî xwe çalakiyan li dar dixin. Ê bêguman ev çalakî jî gelek bibandor nînin. Tevî ku li malê ne jî ditirsin û wisa dikin. Haya kesekî jê nîne, her sê tên gel hev û bi dilrehetî dikin.” 
 
‘GIRÎNGE KU MIROV TÊGEHIŞTINEKÊ PÊŞ BIXE’ 
 
Lîstikvan Rêzan Kaya jî destnîşan kir ku ev karekterên di bin zexta estetîkê de zêde xemsar nînin û ev tişt anî ziman: “Dixwazin li dijî dengên ji derve bertekekê nîşan bidin. Lê ji ber ku ji çîna navînin, tiştên ku winda bikin zêde ne. Malên wan ên xweşik, wesayîtên xweşik, her tiştê wan pir xweşik e û naxwazin winda bikin.”
 
Nûrşen Adiguzel jî got ku ji rejiyê heta derhêner û herka lîstikê temamiya lîstikê ji jinan pêk tê û wiha got: “Ev lîstik tiştekî yekemîn e lewma em bi kelecan in. Heke em bikarin bi vê lîstikê hinek tiştan bidin avakirin û heke em bikarin têgehiştinekê pêş bixin, wê demê em ê bigihijin armanca xwe.” 
 
‘JIN AYDÊ KU DERÊ NE?’
 
Perînaz Delazy jî got ku her sê jin jî nûnertiya jinên di nava civakê de dikin û wiha nirxand: “Hem ji hêla fîzîkî hem jî ji hêla karekterê ve hatine yektîpkirin. Diyalektîkeke hundir û derve heye. Hundirek heye, jinên ku her tim bi israr naxwazin bibînin hene; li hêla din jinên derve hene ku bertekê nîşanî vê didin. Malên wan ên konfora wan xweş, germ û bi çîçek û hwd. a ji hêla zilaman ve hatiye avakirin heye. Gelo ev jin aydê ku derê ne? Hem xwe têkildarî malê amade dikin hem jî têkildarî çalakî û gotinan. Heta dirûşma wan jî ‘Na ji girtîgehên bi tîpa malê re’ ye. Lê lîstik vediguhere cihekî wisa ku neçar dimînin bi derve re rû bi rû bimînin.” 
 
Zeycan Ateş a ku di lîstikê de jina çalakvan dilîze jî wiha got: “Jinên ku ji hêla zilaman ve hatine têkbirin û ji hêla zilaman ve di hundirê malan de hatine hefsîkirin û rizgarkirina wan jinan tê vegotin. Jin di navbera derketin û nederketinê de dudil dimînin. Di lîstikê de fîgureke eynikê heye ku zilam temsîl dike. Car bi car dengekî zilaman tê bihîstin ku nefesa wî li ser serê xwe hîs dikin. Ew, nefesa zextê ye.” 
 
Çalakîya Malçêkirî dê di tevahiya sezonê de bi awayeke dorveger li ser dikê were nîşandan û dê turneyên lîstikê bên lidarxistin. 
 

Sernavên din

05/11/2024
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir
14:36 Li Erdîşê du malbatan şer kirin: 2 kes mirin
14:27 Dayikên Şemiyê ji bo Kerboranê edalet xwestin