NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên li Riha û Amedê tev li çalakiya protestokirina Komploya 9’ê Cotmehê bûn, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
Bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi derxistina ji Sûriyeyê dest pê kiribû, li Amed û Rihayê bi dirûşma “Bi Rêbertiya azad ber bi azadiyê ve” meş hatin lidarxistin. Meş, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi tevlibûna hezaran kesan hatin lidarxistin.
Welatiyên li Riha û Amedê tev li meşan bûn, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Welatiyan, diyar kir ku di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de berpirsyartiyên dewletê hene û divê dewlet gavan biavêje.