Dogan: Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Stenbolê

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan bertek nîşanî girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer da û wiha got: “Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Lihevkirina Bajar û Stenbolê.” 
 
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Dogan, bertek nîşanî binçavkirin û girtina Ozer û tayînkirina qeyûm da. Dogan, diyar kir ku biryar dane ku Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û parlamenterên wan li Stenbolê bicivin û bi gel re li pêşiya şaredariyê bicivin. Dogan, wiha domand: “Heke em bi hev re ji qeyûm re nebêjin na, heke em dengekî xurt dernexînin dê bêhiqûqtî, newekhevî û bêedaletî mezintir bibe û ji jiyana me tevan bidize. Xwezî em neçar nemabûna ku me bi bîr xista lê mixabin îro ji Colemêrgê heta Esenyurtê, ji sala 2016’an heta niha em bi heman lîstikan re rû bi rû ne. Dîsa di sersibehekê de derî tên şikandin û operasyon tên kirin. Çi bû? Heke derheqê Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer de lêpirsîneke hiqûqî û li gorî demokrasiyê bihata kirin, her tişt dê cuda bûya. Êdî em tevek dizanin ku ne wisa ye.” 
 
‘DIXWAZIN PEYAMÊ BIDIN LIHEVKIRINA BAJAR’ 
 
Dogan, got ku Esenyurt mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê ye û milyonek û nîv însan lê dijîn. Dogan, wiha pê de çû: “Kesê hedef hatiye girtin, şaredarekî bi rêya Lihevkirina Bajar hatiye hilbijartin e. Lewma divê mirov ji gelek aliyan ve binirxîne. Dixwazin hem peyamê bidin Lihevkirina Bajar hem jî bidin Stenbolê. Naxwazin muxalefeta demokratîk xurt bibe.” 
 
‘DIVÊ EM LI BER XWE BIDIN’
 
Dogan, anî ziman ku karîneya bêgunehiyê ji holê hatiye rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jixwe nebû lê ew tiştên pir biçûk jî tune kirin. Ya hatye kirin xespkirina îradeyê, wêranî û talan e. Divê em tevek bi hev re dengê xwe derxînin, nerazîbûna xwe nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê em li dijî vê têbikoşin. Divê em wan bidin zorê ku li gorî hiqûqê tevbigerin. Çima Esenyurt û çima Şaredarê Esenyurtê? Çima ev pirs tên kirin; ji ber ku pêdiviyeke mezin bi lihevkirina civakê û aştiyê heye. Di serdemeke wiha de ji bihêzbûna muxalefeta demokratîk ditirsin. Bi vê tirsê jî dikevin nava operasyonên siyasî û dibêjin qey bi qelskirina muxalefeta demokratîk dê Tirkiye qezenc bike. Lê Tirkiye wiha qezenc nake.” 
 
‘HERKES LI DIJ E’ 
 
Dogan, bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û ev tişt anî ziman: “Divê ji paşerojê ders bihatina girtin û ew rêbaz bihatina terikandin. Li rexekê qala hevhembêzkirinê dikin li rexa din jî mistê nîşan didin. Li rexekî dê qeyûm tayînî mezintirîn navçeyê Tirkiyeyê bikin li rexa din jî dê ji ber kurdbûna wî, şaredarê wê bigirin. Ev nayê qebûlkirin. Ev ne tenê DEM Partî û CHP’ê eleqedar nake. Her kesên daxwaza lihevkirina civakî û aştiyê dikin li dijî vê ye û dixwazin ev biryar were betalkirin. 
 
HEDEF RUHÊ PÊKVEJIYANÊ YE
 
Hedefgirtina şaredarekê ku dengê tevahiya derdorên civakê girtî, hedefgirtina ruhê lihevkirina bajar e. Hedefgirtina pêkvejiyanê û modêla rêvebirinê ye. Ji kerema xwe herin li hesabên Şaredariya Esenyurtê û yên Ahmet Ozer binêrin bê ka çi xebat kirine û modêleke çawa xistiye meriyetê. Modêleke piranîparêz, derfireh, gelparêz û demokratîk xistiye meriyetê. Ya ku jê aciz bûn jî ev e. Demokrasiya herêmî. Naxwazin em vê nîqaş bikin. 
 
EM LÎSTIKA TÊ LÎSTIN DIBÎNIN
 
Weke DEM Partiyê em vê lîstika tê lîstin dibînin. Bi sala ye rastî heman nebaşiyê tên. Ev lîstik, hesabên biçûk bi Tirkiyeyê didin windakirin. Yên van tiştan dikin bila bînin bîra xwe bê ka me şaredariyên qeyûm lê tayin kirin çawa yek bi yek ji wan standin. 
 
KOMARA KÊ YE?
 
Serokkomar duh digot cihê hiqûq lê tune be, edalet nabe. Ma êdî dê bêhiqûqtiyeke çawa hebe. Nûçeya tayînkirina qeyûm û kitekitên operasyonê em li ser medyayê hîn dibin. Dibêjin ev komar bi qasî ya tirkan ya kurdan jî ye. Lê hêj saet bi ser re derbas nebûn ku careke din nîşanî me dan ku komar tenê ya çînekê, komekê, mezhebekê û etnîkekê ye. 
 
LIHEVKIRIN Û GUFTÛGO WIHA NABIN
 
Polîtîkayên înkar, tunehesibandin, pişaftin û ewlehiyê didomin. Aştiya civakî, lihevkirin û guftûgo bi vî awayî nabe. Ma jidilbûna we ev e? Ma hûn dê bi tayînkirina qeyûm welêt birevê bibin û hevhembêzkirina civakî ma dê wiha bibe?” 
 
NIFTE ÇI YE: DERFET
 
Piştre jî Dogan pirsên rojnamegeran bersivand. Dogan, bal kişand ser gotinên Bahçelî yên têkildarî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û gotinên Erdogan ên têkildarî “Muxatabên esil” û ev nirxandin kir: “Di esasê xwe de muxatabê vê bangê birêz Ocalan e. Bi mehan piştre hevdîtinek hate kirin. Serlêdanên parêzer û malbatan bi rêk û pêk didomin. Em li bendê ne ku tecrîd bê rakirin.” Dogan, peyama Abdullah Ocalan jî xwend û wiha got: “Nifteya di vir de, derfet e. Ji bilî gotinên Erdogan û Bahçelî tu rewşeke ku em weke pêvajo pênaes bikin tune ye. Fikar zêde dibin. Divê tenê bi bangawaziyan bisînor nemîne. Ez careke din dibêjim; nifte şert û merc in.” 
 
BERSIVA MUXATABIYÊ 
 
Dogan, axaftina xwe wiha qedand: “Pirsgirêkeke me ya di mijara muxatabiyê de tune ye. Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de muxatab diyar e. Ji bo bi rêyên aştiyene were çareserkirin muxatabê sereke birêz Ocalan e. Em qala rewşeke piraktorî dikin. Weke DEM Partiyê em kirdeyeke çalak in. Em hêza rêxistinkirî ya derdorên civakî ne. Partiya me xwedî sekna herî hevgirtî ye ku xwedî bername û nexşerêyekê ye.” 
 
 

Sernavên din

05/11/2024
09:59 Welatiyên li Mêrdînê di nobetê de: Ev der a me ye, bicehimin herin
09:40 Marcello: Xetereya herî mezin a li hemberî Rojava Tirkiye ye
09:38 Sicîla qeyûmên Mêrdînê: Bêusûlî, nelirêtî û derhiqûqîtî
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2024'AN
08:41 Li Amerîkayê îro hilbijartina serokatiyê pêk tê
04/11/2024
21:32 Stenbol li dijî qeyûm li ser pêyan e: Wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan
20:41 Ûçar: Tekane rê azadiya birêz Ocalan e
Beştaş: Faşîzma li Kurdistanê nikare bibe demokrasiya Tirkiyeyê
20:34 Li Êlihê herî kêm 60 kes hatin binçavkirin
20:32 Li Mêrsînê 6 kes hatin girtin
19:57 TJA: Em ê mafê xwe dîsa bi dest bixin
19:31 Li Xelfetiyê bi hezaran kes li dijî qeyûm meşiyan
17:07 Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ber xwe dide
16:25 DEM Partiyê daxwaza Îmamoglû erênî bersivand
16:24 Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman
16:07 Li Amedê bi hezaran kes li dijî qeyûman meşiyan
16:06 Gemîcîoglû sewqî ATK’ê hate kirin
15:40 Hevserokê Giştî yê HDP’ê Kirkazak: Roj roja mezinkirina berxwedanê ye
15:30 Meclisa Şaredariya Êlihê civiya: Kolan ên me ne
15:25 Hatîmogullari: Tu derdê van ê 'aştiya navxweyî' tune
Bakirhan:Dîsa înkara kurdan plan kirin
15:12 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:46 Li Mêrsînê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
14:43 Ozel: Ez ê li cem Ahmet Turk cih bigirim
14:23 CHP dê tev li xebatên Meclisê nebe
14:21 Raportorê PE’yê bertek nîşanî qeyûm da: Êrişeke li dijî demokrasiyê ye
14:15 Bayindir: Em ê her bihosta xaka Kurdistanê veguherînin cihê berxwedanê
14:09 Li Wanê çalakiya rûniştinê: Em ê berxwedana Wanê nîşanî we bidin
14:07 Uçar: Ên ku rewatiya wan nemaye darbeyê dikin
14:02 Omer Ocalan: Ma hûn dê yekitiya navxweyî wiha çêbikin?
13:30 Qeyûm weke karê ewil wêneyê Erdogan daliqand
13:25 Tu eleqeya lêpirsîna hatiye destpêkirin bi hevşaredar Karayilan re nîne!
13:21 Jinên êlihî bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin
13:18 Li Mêrdînê bangî muxalefetê kirin: Divê em milên xwe bidin hev û berxwedanê mezin bikin
12:57 Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin
12:19 DEM Partî dê civîna koma xwe li Mêrdînê li dar bixe
12:09 Li şûna hevşaredara bi rêjeya herî bilind hatiye hilbijartin qeyûm tayîn kirin
12:03 ‘Em ciwanên Kurdistanê vedixwînin berxwedanê’
12:01 DBP: Li dijî vê zordestiyê em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
11:49 Jin li dijî qeyûm li ber xwe didin: Tu hukmê vê biryarê ji bo me tune ye!
11:49 Darbeya 4’ê Mijdarê bi polîtîkaya qeyûm didome
11:34 Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm
11:32 Koçyîgît: Îroj roja berxwedanê ye
11:18 ÎHD: Îktîdar hewl dide şaredariyan bi rêya darbeyê birêve bibe
11:17 Rojnameger Tara û Bahadîn xistin lîsteya UNESCO’yê
11:10 DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin bi ferqekî mezin qezenc kiribû
11:09 Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê
10:48 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Em biryarê nas nakin
10:43 Hevserokên giştî dê biçin Mêrdîn û Êlihê
10:42 Li Mêrdînê protestoya qeyûm: Dê gel serî netewîne
10:38 Hevşaredar Sonuk: Em ê bajarê xwe ji rejîma mêtinger rizgar bikin
10:37 Omer Ocalan: Bi heman rêbazan li benda encamên cuda ne, ev xwexapandin e
10:14 Îmamoglû: Îktîdarê êdî kontrola xwe winda kir, bêcidiyet tevdigere
10:05 Ozel bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da: Ez îktîdarê hişyar dikim, êdî dema gotinê diqede
10:00 Ahmet Turk ê li şûna wî cara 3’yemîne qeyûm tê tayînkirin: Mînakeke wiha li cîhanê nîne
09:51 DEM Partî: Gelên Tirkiyeyê dê li dijî vê zordestiyê serî netewînin
09:39 Xwebûn bi manşeta ‘Dizdê îradeyî’ derket
09:29 Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Demîr: Li dijî îradeya gel derbe hat kirin
09:26 Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye
09:07 Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin
09:06 'Li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê polîtîkayek taybet tê meşandin'
09:05 Hunermendên kurd nerazîbûn nîşanî tawanbariya konserên kurdî dan
09:05 Endama DÎB'ê Goz: Cihên Lihevkirina Bajêr di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 4’Ê MIJDARA 2024’AN
08:39 Li pêşiya şaredariyê bertek nîşanî qeyûm dan: Em ê bi ser kevin
08:32 Hevşaredarê Xelfetiyê Karayilan: Em ê paşvegav neavêjin
08:27 Hevşaredara Êlihê Sonuk: Em ê vê rejîma xespkar qebûl nekin
08:26 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûman daxuyanî da
07:54 Ahmet Turk: Em ê paşvegavê neavêjin
07:28 Li 3 şaredariyên DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin
03/11/2024
19:50 Li Çorûmê di avahiyekî de teqîn: Kesek mir, 33 kes birîndar bûn
17:39 Beştaş û Kenanoglû ji bo Hevberdevkiya HDK'ê hatin bijartin
17:03 Dogan ji rayedaran re got: Heke bernameyeke we hebe, navnîşan Abdullah Ocalan e
16:51 Mihrîcana Zarok û Ciwanan a Komirê bi stranên kurdî bi dawî bû
16:51 Sakik di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:10 CHP li dijî qeyûm ‘Nobeta Esenyurtê’ dide destpêkirin
15:05 ‘Ji Geziyê heta Rojava HDK pêngava têkoşîna yekbûyî ye’
14:50 Li zanîngeheke Îranê protesto
14:49 Bayindir: Ji bo krîzên li cîhanê tenê Ocalan xwedî çareserî ye
13:56 Bakirhan: Divê birêz Ocalan bikare bi hevalên xwe re biaxive
12:28 Dêrsimî li dijî talana ekolojîk civiyan
11:26 13’emîn Lijneya Giştî ya HDK’ê: Tecrîd li dijî yekitiya gelan e
09:58 Dermanfiroş Baransel: Tirkiye di mijara dermanan de ji sedî 90 girêdayî derve ye
09:33 Kovara Jinê bi manşeta ‘Şoreşa Jinê’ derket
09:00 Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye
09:00 ROJEVA 3’YÊ MIJDARA 2024’AN
08:38 Meteoroliyê ji ber barîna zêde xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir
08:00 Li Meletiyê bi mezinahiya 4,2’yê erdhej çêbû
02/11/2024
21:42 Li Cenevre û Lozanê çalakiyên 'Roja Kobanê'
21:14 Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin
21:07 Li Londonê di çalakiya ji bo Abdullah Ocalan de banga têkoşînê
21:01 EŞÎK:Berpirsan peywira xwe bianiya cih wê îro Şîrîn bijiya
16:56 Kişanakê pirtûka xwe îmze kir: Demokrasî yan heye yan jî nîne
16:53 Zarokan ‘Pîrê û Rovî’ pêşkeş kirin
16:28 Tûncel: Divê kesên ji pergalê re bêjin ‘raweste’ bên bahev
15:46 Li Rihayê qeyûm hate protestokirin
15:36 ‘Ronahiya bi berxwedana Kobanê hat afirandin wê tu carî venemire’
15:26 Li Stenbolê 4 kes hatin girtin
15:20 Ji bo girtî Gemîcîoglû yê di beşa lênerîna awarte de banga berdanê hate kirin
14:57 Rapora DFG’ê ya meha cotmehê: Ji 11 rojnamevanan re 19 sal û 8 meh ceza
14:49 Hevseroka Giştî ya DBP’ê Ûçar: Divê li dijî tecrîda li Îmraliyê bibin dengê hevpar
14:37 Çawişê Pispor hevjîna xwe qetil kir