Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir
- cîhan
- 13:16 24/2/2020
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên bi vîrûsa korona ketin 79 hezarî derbas kir. Ji ber vîrûsa ku ji Çînê belavî cîhanê bû, di nava 24 saetan de li Çînê 150 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî kesên li Çînê jiyana xwe ji dest dan gehişt 2 hezar û 594’an.