Kanîwar: Divê hunermend bi rol û mîsyona xwe ya civakî rabin
- çand û huner
- 09:05 28/5/2022
Muzîkjen Şêrko Kanîwar, derbarê lidarxistina konserên li avahiyên qeyûman û qedexekirina konserên kurdî de axivî û diyar kir ku hunera bi kurdî asteke polîtikbûnê ye û dewlet dixwaze bi populîzmê naveroka polîtikbûnê pûç bike û got: "Di nav civakê de rol û mîsyona hunermendan girîng e, divê hunermend rol û mîsyona xwe bi cih bînin."