Projeya Çîn a ‘Yek Kember Yek Rê’, Ambargoya Tirkiye-Îran û dagirkeriya Xakûrkê
- analîz
- 09:18 02/11/2018
Pergala Modernîteya Kapîtalîst di heft salên dawî de ket navA şerekî kûr da ku xwe ji nûve ava bike û dizayn bike. Tê zanîn ku navenda vê Rojhilata Navîn e. Lê ne tenê li Rojhilata Navîn tevahî pergala Modernîteya Kapîtalîst di pêvajoyeke xwe nûkirinê re derbas dibe. Navendek din a li kêleka Rojhilata Navîn di guhertinên mezin de derbas dibe Rojhilatê Asya ye. Yanî Çîn, Kore û Hîndîstan e.
