‘Ji 175 esnafî 70 jê dezgehên xwe girtin'
- aborî-ked
- 09:08 11/10/2018
Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Huseyîn Ozmen bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnaf hene. Heta niha nêzî 75 esnafî dezgehên xwe girtine."
Endamê Odeya Bazarvanên Mêrsînê Huseyîn Ozmen bal kişand ser krîza aborî û got: "Li Herêma Bazarê ya 4'an nêzî 175 esnaf hene. Heta niha nêzî 75 esnafî dezgehên xwe girtine."
Li Mêrsînê piştî qedexeya nêçîrvaniyê bi dawî bû, masîvan berê xwe dan behrê. Masîvanan, bilêv kir ku ji ber bihabûna mazotê rewşa wan xirab e û hinek masîvan jî ji ber heqê mesrefên xwe dernexistin qeyîkên xwe firotin.
Di dosyeya Restoratora Mîmarî Dîlek Dayar de ku di Tîrmehê de di cinayeteke karî de mir, lêpirsînek çalak nehatiye birêvebirin û delîl nehatine berhevkirinç Birayê wê Sedat Dûyar bertek nîşanî vê yekê da û got, ji bo berpirsiyar bên darizandin ew dê dev ji vê dozê bernedin.
Li Colemêrgê piştî ku nan hat zemkirin, welatî êdî dest bi çêkirina nanê tendûrê kirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkeoglu, bertek nîşanî girtina Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îş Ozgur Karabulut û hemû karkerên înşaetê da û got: “Bersûcên rastîn kesên çavên xwe ji cînayetên karkeran digirin e." Li Enqerê jî, bi heman armancê daxuyanî hat dayîn û girtina karkeran hat şermezarkirin.
HDP'ê fona betaliyê anî rojeva meclîsê û xwest meclîs vê yekê lêkolîn bike. HDP'ê di pêşniyarê de diyar kir ku fona betaliyê ku hindik nîşan dide bi armanca deynê cemaweriyê kêm nîşan bide, bikar tîne.
Serokê Komeleya Komîsyonvanên Team û Fêkî Hayrî Sûcû, bertek Nîşanî Şaredarê Şahînbey ê AKP'î Mehmet Tahmazoglu yê ku zorê li bazarvanan dike ku buhayê firengan kêm bike û wiha got: "Sedema buhabûna berheman ne bazarvan û komîsyonvan in. Sedem hikûmeta ku nikare hilberîna çandiniyê organîze bike ye."
Endamê Înîsiyatîfa Psîkologên Mezopotamya Psîkolog Şiyar Guldîken, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiyeyê tê jiyîn û got: “Civaka serdama şoka krîza aborî dijî.”
Li bazarên semtî ji ber zemê kes nikare tiştekî bikire. Li Amedê welatiyan got: "Êdî em newêrin biçin bazaran jî. Bi saxî me dikujin. Êdî tiştekî bê axaftin nemaye."
Li Mêrsînê xebatkarên tenduristiyê, tundiya li hemberî xwe şermezar kirin û gotin: “emê li dijî tundiyê têbikoşin û qebûl nekin.”
Serokê Giştî yê Dev Yapi-Îşê Ozgur Karabulut ji aliyê Dadgeha Gazîosmanpaşayê ve hat girtin.
Li mezrika Rezanê ku navenda zebze û fêkiyan a Colemêrgê ye, niha ji ber bê avêtiyê hema bêje hişk bû.
Li Gazîpaşa 2 karkerên înşaetê ji qata 4’an a avahiyê ketin. Karkerekê jiyana xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.
Aborîzan Alp Altinors, diyar kir ku AKP êdî nikare krîza aborî kontrol bike û got: “Çawan ku Duyum-u Umumiye Dewleta Osmanî kir mêtîngeh, desthilatdariya AKP’ê jî gav bi gav Tirkiyeyê ber bi mêtîngehê dibe. Ji ber vê yekê divê li ser modelên aborî yên alternatîf nîqaş bên kirin.”
Li navçeya Seyhanê, karkerê binavê Metîn K. ê ji bo boyaxkirina avakiyekê derket ser îskeleya avakiribûn, di encama hilweşîna îskeleyê de jiyana xwe ji dest da û Mehmet Ç. jî bi giranî birîndar bû.