Welatiyên betal ên Wanê: Hikumet berpirse
- aborî-ked
- 09:17 18/3/2019
Di nava bajarên herî zêde betal lê tijene bajarê Wanê ye. Welatiyên belat, diyar kirin sedema vê tenê heskirina meqamê ye û berpirsê vê hikumeta AKP’ê ye.
Di nava bajarên herî zêde betal lê tijene bajarê Wanê ye. Welatiyên belat, diyar kirin sedema vê tenê heskirina meqamê ye û berpirsê vê hikumeta AKP’ê ye.
Aborîzan Mûstafa Sonmez diyar kir ku îktîdar beriya her hilbijartinê di warê aborî de hin sozan dide û got: "Lê belê wê di Nîsana 2019'an de fatûreyeke giran derkeve holê."
Li Wanê esnafan diyar kir ku êdî ji ber krîza aborî nikarin heqê kirêya xwe jî bidin û wiha gotin: "Bi taybetî jî sektora înşeatê êdi têk çûye."
Li Bedlîsê ku hejmara kesên betal pir zêde ye, hema bêje li her derê qehwexane û çayxane hene. Welatiyên li qehwexane û çayxaneyan rûniştîne li ser krîza aborî û koçberiyê sohbetê dikin.
Karkerên endamên Sendîkaya Dev Turîzm ÎŞ ên di Spor A.Ş. ya Şaredariya Karabaglarê de dixebitin, ji ber peymana TÎS'ê encam negirt 21 rojin ji bo parastina mafên xwe di grevê de ne. Karker Sadullah Ozmen, diyar kir ku heta daxwazên wan bê qebûlkirin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
Îktîdara AKP'ê, di her hilbijartinê de soz dide ku wê Cobarê Bedlîsê îsleh bike. Lê belê cobar qet nehatiye îslehkirin û niha veguheriye çopgehekê. Her wiha tesîreke neyînî jî li tenduristiya gel dike.
Karkerên Flormar ên ji ber endamtiya sendîkayê ji kar hatin avêtin û 297 rojin li ber fabrîqeyê di çalakiyê dene û li ber xwe didin, qezenc kirin. Karkerên, beşek mafên xwe girtin, diyar kirin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Serokê Giştî yê Çandiyarên Tirkiyeyê (TZD) Huseyîn Demîrtaş, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê êdî çandinî hatiye binpêkirin û piraniya ber û berhemên berê difirotin îro dikirin.
Esnafên bazara li Bûcayê, bilêv kirin ku dewletê ew qedandine û dixisirin. Krîza aborî, her diçe kûrtir dibe. Esnafên Bazara Semtê ya Firatê ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, destnîşan kirin ku rewşa bazarê û rewşa wan ne tu rewş e.
Li Gundê Evdîlmamê yê Qoserê îsal welatiyên garis çandin, ji ber baran zêde bariya û bi erzanî hat firotin, rençberan garistên xwe dereng çinîn. Welatiyên garis di şiliyê de çinîn jî nêvî weşiyan û di zeviyê de man.
Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysun Gezer di Sempozyuma Sendîkayî ya Maf û Azadiyan a Navnetewî de axivî û diyar kir ku 4 hezar û 649 endamên KESK'ê serî li Komîsyona OHAL'ê dane û ji van 139 serlêdan hatine qebûlkirin û got: "Ev komîsyon derbasî şûna darazê bûye."
Esnafên Amedî bertek nîşanî polîtîkayên hikûmetê yên aboriyê dan û diyar kirin ku ji ber polîtikayên hikûmetê krîza aborî dijîn û êdî ji sermayeya xwe xerç dikin. Esnafan, anîn ziman ku ji ber zerar dikin êdî dê dikanên xwe bigirin û biçin mala xwe.
Li Dîlokê, xwediyên fabrîkayên tekstîlê fabrîkayên xwe difiroşin. Nûnerê Herêma Dîlokê yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê Nîhat Bencan, pîşesaz ji dêvla mewdûatê pereyê xwe ji bo faîzê radizîne.
Arzû Çerkezoglû, destnîşan kir ku îktîdar bandorên krîza aborî taloqî pişttî hilbijartina 31'ê Adarê dike û got: "Der barê çareserkirinê de tu titş nayê kirin, bereksê vê dixwazin fatûreya krîzê li me bar bikin û polîtîkayên bi vî rengî pêk tînin. Yanî îktîdara heyî nikare krîzê çareser bike."
Meclîsa ÎSÎG'ê, rapora cînayetên kar ên meha Sibatê aşkere kir. Di meha Sibatê de herî kêm 125 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat diyar kirin ku di du mehên destpêkê yên sala 2019'an de, li Tirkiyeyê herî kêm 284 karkeran jiyana xwe ji dest dane.