Li bazara zad a Rihayê bêdengî heye
- aborî-ked
- 09:01 24/6/2019
Esnaf û cotkarên li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê diyar kirin ku cotkar nikarin hilberînin û êdî ne tiştek dikarin bikirin û ne jî dikarin bifiroşin.
Esnaf û cotkarên li Bazara Genim a Îmam Keskîn a Rihayê diyar kirin ku cotkar nikarin hilberînin û êdî ne tiştek dikarin bikirin û ne jî dikarin bifiroşin.
Li Pişêsaziya Tirmil a Mêrsînê bi dehan zarokên temenê wan di navbera 12 û 17’an de diguhere li gel bihayê kêm jî neçarin di karên zor de bixebitin.
Emîne Yeşîltepe, 30 salin li Bajaroka Kazanli ya Navçeya Akdenîza Mêrsînê serayê kirê dike û bi çandiniya li sereyan debara malbatê dike.
Serokê Giştî yê ÇÎFTÇÎ-SEN'ê Abdûllah Aysû, destnîşan kir ku wê bi kooperatîfvaniyeke rasteqîn wê çandinî bandora li ser guherandina avhewayê kêm bike. Her wiha Aysû, ji dêvla çandniya endustriyel, çandniya roganîk û bêderman pêşniyarî cotkaran kir.
Di 70'emîn Kongreya Mezin a TTB’ê de ku bi dirûşmeya “Ji boTababetê Edalet" li dar xistin de 2'emîn Serokê Konseya Navendî ya TTB'ê Alî Çerkezoglu, diyar kir ku şer wekî her demê niha jî pirsgirêka tenduristiya civakî û gel e.
Serokê Konseya Navendî Prof. Dr. Sînan Adiyaman di 70'yemîn Kongreya TTB'ê de cezayên ku li wan hatine birîn bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Em bijîjk ku li aliyê jiyan û jiyandinê ne û xwedîderketina xwe ya dar, erd, daristan, bajar, tenduristiya gel û pêşiya xwe bidomînin."
SES, Diyar DHO, Odeya Tabîban a Amedê tundiya li ser kedkarê tenduristiyê ya li Nexweşxaneya Diran û Tenduristiya Dev a Amedê şermezar kirin û xwestin dev ji Bernameya Veguherandina di Tenduristiyê de bê berdan.
Li Wanê her çend serdema dawetan dest pê kiribe jî, terzîvan, zêrker û komên muzîkê yên di vê qadê de dixebitin diyar dikin ku rewşa karê wan nebaş e.
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Dîlokê Abdulkadîr Denîz, bilêv kir ku cotkar dizanin şewitandina pirêzeyê zirar e, lê belê ji ber rewşa aborî dişewitînin. Denîz, diyar kir ku eger dewlet bi hîbeyê makîneya perçekirina priêzeyê bide cotkaran û mazotê bi erzanî bide wê rê li ber şewitandina pirêzeyan bê girtin.
Li Kazanliyê, serevanên ku zebze diçandin, niha ji ber maliyeta wan kêm e erê xwe dan xox, nektarî û mûzan. Cotkaran, got: "Qet nebe em ê hew deyndar bibin. Qezenca mûz hindik e, lê bêmesref e."
Serokê Hilberînerên Serayê yên Behra Spî Tansel Îzgî, bal kişand ser rewşa cotkarên serevaniyê dikin û destnîşan kir ku ji ber maliyetên zêde cotkar dixisirin.
Tekane kolînerê Rihayê Mûrat Yontem, bal kişand ser krîza aborî û got: "Eger wisa dewam bike ez ê ji mecbûrî dev ji vî karî berdim."
Esnafên Sîteya Traktorvanên Rihayê, diyar kirin ku ew makîneyên çandiniyê dikirin lê nikarin bifiroşin û got: "Berê li bazarê rêjeya traktorên sifir ji sedî 80 bû. Lê li herêmê niha ev hejmar ji sedî 10 e. Esnafên ku berê traktor dikirîn, niha traktorên xwe difiroşin.
Li Wanê nalbûr jî ketin bin bandora krîza aborî. Esnafên bi dolaran alavan dikirin, diyar kirin ku heta li welat nêvengeke ewle çênebe wê rewşa aboriyê baş nebe.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Gungorenê bi karkerên tekstîlê re civiya wiha got: “Em ê di sindoqan de bersiva herî baş bidin feraseta tekparêz a desthilatdariyê, dijminên kedê û feraseta ku şer li ser gelan ferz dike.”