Sal 2014: Tirkiye zebeş difirotin dervê welat Sal 2018: Tirkiye zebeşan ji derve dikire
- aborî-ked
- 09:05 03/8/2019
Li Tirkiye çandiniya zebeşan her ku diçe kêm dibe. Îthalat jî her ku diçe zêde dibe. Li gorî rapora Navenda Odeya Endezyarên Çandiniyê ku ji TUÎK'ê girtiye, zebeş di navbera salên 2014'an û 2018'an 91 hezar û 17 dekar kêm bûye. Di 2014'an de li Tirkiye îxrac ji îthalatê zêdetir bû, lê di sala 2018'an de îxracata zebeşan ji îthalatê kêmtir bûye û Tirkiye ji firotinê zêdetir zebeş ji dervê welat kirîye. Li gorî daneyan di nava 4 salên dawî de îthalata zebeşan bi 5 milyon ton ji îxracê zêdetir bûye.