Ne esnaf ne jî mişterî nerazî ne
- aborî-ked
- 09:01 31/1/2020
Welatiyên tên bazara Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, gelek jê destvala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî serfetihê bikin dezgehên xwe digirin.
Welatiyên tên bazara Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê, gelek jê destvala vedigerin malê û piraniya esnafan jî bêyî serfetihê bikin dezgehên xwe digirin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, fiyetê avê ji sedî 42 buha kir. Welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Her kes deyndar e. Wê mirov çawa vî deynî bidin. Pere tuneye, kar tuneye. Qeyûm barê li ser bara ye".
Dîwana Mûhasebatê, nelirêtiyên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tespît kirin. Di raporê de tê diyarkirin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di sala 2018'an di dema qeyûm Cûmalî Atîlla de, 112 milyon û 41 hezar û 600 TL ketiye bin deyn.
Li Farqînê 76 cotkarên endamên Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê angaşt kirin ku rayedarên Kooperatîfê kaxizên vala bi wan dane îmzekirin û 15 milyon lîreyê wan xwarine. Cotkar dê giliyê rayedarên kooperatîfê bikin.
Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ku di destê AKP’ê de ye, ji ber fikra esnafan li ber çavan negirt û li gorî xwe bazara nû çê kir, esnafan bertek nîşan da. Esnafan bazara nû wekî "Axurê sewalan" pênase kir û bertekên xwe anîn ziman.
Li Çarşiya Tûrîstîkê, ji ber bizavdariya di kûra dowîzî de, gelek esnaf bêyî serfetih berê xwe didin malê. Her wiha heta niha gelek esnafan jî dikanên xwe girtiye.
Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Orûç, ji ber ku tev li daxuyaniyeke çapemeniyê bûbû hatibû binçavkirin û wî ji peywirê kiribûn. Her çend di dozê de beraat kiribû jî lê wezaretê ew îxrac kiribû. Lê belê piştî Dadgeha Îdareyê biryara îxracê betal kir, peywira Orûç lê hat vegerandin.
Hevseroka KESK'ê Aysun Gezen, bal kişand ser pirsgirêkên mexdûrê KHK'ê û xwest komîsyona OHAL'ê ya wekî perçeyekî îqtîdarê kar dike bê betalkirin.
Sendîkaya karkeran biryara MESS'ê ya dûrxistina komî red kirin û diyar kirin ku ger daxwazên wan pêk neyê dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin. Serokê Metal-Îş a Yekbûyî Adnan Serdaroglu, anî ziman ku biryara grevê stendine û ger ku MESS daxwaza wan pêk neynîne dê di 5'ê Sibatê de dest bi grevê bikin.
Li Wanê welatiyên ku ji ber buhabûna fiyetê ceryan û gaza xwezayî nikarin fatûreyên xwe bidin gotin: "Ne bac, xeracê ji me digirin".
Sendîkaya Pîşesazên Metalê ya Tirkiyeyê, li ser biryar girtina grevê ya 130 hezar karkerên metalê, biryara ji kar dûrxistinê girt û ji borsayê re ragihand.
Baroya Amedê, ji bo betalkirina zema avê ya qeyûmê Amedê ya ji sedî 330'yî doz vekir.
Nûnerên partiyên siyasî yên Wanê, anî ziman ku sedema krîza aborîji be rpolîtîkayên şer ên ê hikûmetê ye û ji bo çareseriyê jî pergaleke demokratîk pêşniyar kirin.
Sendîkaya karsazan MESS ku daxwaza zemê ya 130 hezar karkerên metalê paşguh dike, li ser biryara grevê ya Sendîkaya Yekbûyî ya Metal-Îş'ê, pêşniyara xwe ya zemê ku di hevdîtinên TÎS'ê de weke ji sedî 8 anîbû ziman, derxist ji sedî 10'an.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê fiyetê avê ji 2 TL'yan kiribû 6.25 TL. Piştî bertekan qeyûm cedwela zemkirina avê ji malpera şaredariyê rakir. Berdevkê Koma Meclîsê ya HDP'ê Mehmet Alî Amak, got: "Nelirêtî kirin. Li ser sûc hatin zevtkirin".