Civîna MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû

img

ENQERE - Civîna awarte ya MYK’a DEM Partiyê bi dawî bû.  

 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi Serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, li Navenda Giştî civîneke awarte li dar xist û civîn bi dawî bû. 
 
Di civîna MYK’ê de dê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk”, operasyona li dijî şaredariyên CHP’ê, hevdîtina ku niha Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dike û biryara çekberdanê ya PKK’ê were nîqaşkirin.