YE û HRW’ê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang li Îranê kir

  • rojane
  • 13:42 14 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Ewropayê û Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan, ji bo berdana Nêrgiz Mihemedî û parastvanên mafên mirovan bang li rejîma Îranê kir. 

 
Di 12’ê Kanûnê de li bajarê Meşhedê yê Îranê di dema merasîma bîranîna Xosro Elî Kurdî de Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, çalakvan Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî û 5 çalakvanên din hatibûn binçavkirin. 
 
Ajansa nûçeyan a Fransayê AFP’ê di nûçeyek xwe de ragihand ku Yekitiya Ewropayê (YE) daxwaz ji Îranê kiriye ku Nêrgiz Mihemedî bê berdan. Têkildarî mijarê Berdevkê Dîplomatîk ê Yekitiya Ewropayê Enwer Elenunî ji ajansê re diyar kiriye ku Yekitiya Ewropayê daxwazê ji desthilata Îranê dike ku Nêrgiz Mihemedî azad bike û rewşa wê ya tendirustî li berçav were girtin.
 
JI HRW’Ê BANG 
 
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (Human Rights Watch-HRW) têkildarî binçavkirina heft çalakvanên mafê mirovan ên Îranê daxuyaniyek belav kir. HRW’ê di daxuyaniyê de fikarên xwe li ser binçavkirina hejmarek çalakvanên mafên mirovan li Îranê Nêrgîz Mihemedî, Sepîdeh Qoliyan, Buran Nazimî, Heştî Amirî, Elî Motelibzade û Elî Edînezade, anî ziman.
 
Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku binçavkirin di merasîma bîranîna parêzerê mafên mirovan Xosro Alî Kurdî ku berê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da bû, pêk hat. HRW’ê tekezî kir ku divê rayedarên Îranê demildest û bê şert û merc hemû kesên ji ber çalakiyên wan hatîn binçavkirin, azad berde.