'Li dijî tiryak û fihûşê em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin’

  • rojane
  • 13:26 14 Kanûn 2025
  • |
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê di meşa li dijî tiryak û fihûşê ya li Licê de axivî û got: “Em ê bi rêya komunan, bi civaka demokratîk û têkoşîna aştiyê pêşiya ve bigirin. Em ê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser kevin.”                                                                             
 
Li navçeya Licê ya Amedê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi dirûşma “Em li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên şerê taybet dimeşin” meş hat lidarxistin. Girseya ku li pêşiya Febrîqeya Halîs Toprak kom bû, ber bi navenda bajêr ve meş li dar xist. li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî tev li meşê bû. Di meşê de pankarta “Xelkê Licê li dijî tiryak, fihûş û polîtîkayên şerê taybet dimeşe” hate hilgirtin û gelek caran dirûşma “Li dijî tiryak û fihûşê şiyar be”, 'Jin, jiyan, azadî", "Na ji tiryak û fihûşê re” hatin berzkirin. Her wiha dovîzên weke “Em xwedî li bajar û ciwanên xwe derkevin”, “Na ji tiryakê re”, “Em civakê biparêzin” û “Ne jehrê, hêviyê hembêz bike” hatin hilgirtin. Gelek kes tev li meşê bûn û meş heta Meydana Demokrasiyê domiya.                                         
 
MURAT KAN: EM Ê DESTÛRÊ NEDIN TIRYAKÊ                                  
 
Hevberdevkê Platforma Şiyar Be! Mûrat Kan di çalakiyê de axivî û got ku erdnîgariya Kurdan bi rewşekî dilêş rû bi rû ye. Kan, diyar kir ku meşa wan li Amedê daye destpêkirin didome û got: “Ev tiryak û fihûş, birîneke xedar a civakê ye. Di demekî behsa aştiyê tê kirin de xaka Kurdan bi şerekî nû rû bi rû ye. Hêzên sedest, hewl didin civaka daxwaz dikin ava bikin. Ji bo vê jî hewl didin zanebûna civakê tune bikin û arasteyî tiştên wiha bikin. Ev plan, piştî Plana Têkbirinê ya 2015’an zêde bû. Nekarîn civakîbûna gelê Kurd ji holê rakin. Niha jî bi van rêbazan êriş dikin. Dixwazin vê bi destê hin kesên ji me, bi destê jin û ciwanan bikin. Em jî dê ji bo valaderxistina vê tevî ciwan û jinan têbikoşin. Em ê civakê bi hev re ava bikin. Em dikarin bi hev re pêşiya vê bigirin. Em ê ji tiryakê, qumarê, ji fihûşê re bibêjin na. Dixwazin civakeke li gorî nirxên xwe ava bikin. Em ê destûra tiryak, fihûşê nedin. Dê xwe birêxistin bikin û zêde bibin.”                        
 
Dayikên ji Licê jî bang li gelê navçeyê kirin ku li dijî tiryak û fihûşê bi destê hev bigirin, bi hev re têbikoşin, li dijî êrişan bisekinin û gotina Cegerxwîn a “Heke em nebin yek, em ê herin yek bi yek” bi bîr xistin.                                
 
'TEVEK JÎ JI VÊ PARA XWE DIGIRIN’                               
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçarê jî anî ziman ku li dijî şerê taybet tişta ji dest tê dê bikin û got: “Ji bo Kurdistanê rewşa herî xetere, binavkirina vê xakê ya bi tiryak û fihûşê ye. Di rastiya Kurdistanê de tiştekî wiha nîne. Di rastiya Kurdistanê de lêgerîna azadî û demokrasiyê heye. Têkoşîna wekheviyê heye. Lê mixabin bi sala ye em bi xetereyeke mezin rû bi rû ne. Hewl didin jnan bikişînin nava tora fihûşê, ciwanan jî bikişînin nava tora tiryakê. Polîtîkayeke bi zanebûn e. Tiryak, nexweşiyek nîne, polîtîkayeke gemarî ye. Naxwazin tu ciwan û jinên difkirin bimînin. Di Îlona 2025’an de cendirmeyek û fermandarekî qereqolê ji ber destûrdayîna tiryakê der heqê wan de lêpirsîn hate vekirin. Tevek jî dikin para vê derê. Wiha nekin.”                                            
 
Bi domdarî Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku hewldanek heye ku li Kurdistanê tiryakê belav bikin û bikaranîna madeyê heta temenê 9 saliyê ketiye. Gulistan Kiliç Koçyîgîtê di berdewamê de got: “Daneyên Baroya Amedê hene. Di sala 2023’yan de zêdetirî 2 hezar û 700 kes bi vê meseleyê eleqedar bûne. Ev jî nîşan dide ka bikaranîna tiryakê li Amedê çiqas zêde bûye. Gelê me bi sedema vê baş dizane. Xizanî, rastiya dewletê ya li Kurdistanê ye. Gotina me ji bo kesên bi pereyê tiryakê dewlemend dibin e; we pere çawa di qirika we de diçe xwarê? Hûn çawa li ser mirina ciwan û zarokan pereyan qezenc dikin?”                                   
 
'DIVÊ XWEPARASTIN HEBE’                                                    
                             
Di berdewamê de Çîgdem Kiliçgun Uçarê bal kişand ser “Teoriya Gulê” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Divê civaka me xwe biparêze. Hewceye tiryakfiroş bên teşhîrkirin. Em qebûl nakin ku ciwanên me bi tiryakê bên kuştin. Ji ewil divê malbat û mamosteyên me hişyar bin. Em ji wan kesên bi GBT’an hewl didin me ji rêya me bikin dipirsin; kî destûrê dide vê trafîka tiryakê? Hûn mecbûr in bersiva vê pirsê bidin.”
                      
'EM Ê BI HEV RE TÊBIKOŞIN’                  

Çîgdem Kiliçgun Uçarê banga 27’ê Sibatê ya Abdullah Ocalan bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Heke hûn bi me re bin em ê li Licê dest bi avakirina aştî û civaka demokratîk bikin. Em ê li her taxa Licê komunên piştevaniyê yên li dijî tiryakê ava bikin. Em ê xerabiyên ne aydê me ji vir dehf bikin. Licê bi vê meşê îradeyeke mezin raber kir. Dema mezin kirina vê îradeyê ye. Em jin dê pêşengtiya vê bikin. Em ê nehêlin fihûş û tiryak bibe rastiya Kurdisatnê. Em ê bi komunan, bi civaka demokratîk û têkoşîna aştiyê li dijî vê bisekinin. Em ê bi hev re têbikoşin û bi hev re bi ser kevin.”