Pervîn Buldan: Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e

  • rojane
  • 12:15 14 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê bal kişand ser rola jinan a di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û got: “Birêz Ocalan, jinan weke ‘hêza avaker a esasî’ dibîne û di pevajoya aştiyê de herî zêde ji jinan bawer e.” 

 
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, têkildarî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye û nîqaşên têkildarî rola jinan a di aştiyê de pirsên JINNEWS’ê nirxand. 
 
Pervîn Buldanê bal kişand ser hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û got ku di her hevdîtinê de teqez mijara jinê hebû û got: “Ji ber girîngiyê dide vê mijarê. Yek esasên paradîgma îro em nîqaş dikin jî teqezbûna vê rastiyê ye. Birêz Ocalan her tim tiştên nû fikirî û der barê rojevê de nêrînên nû pêş xist. Di axaftinên me de pir derbas bûye, ji ser çîroka xwe ji me re vegot. Birêz Ocalan ji zarokatiya xwe de têkiliya jin û mêr a heyî lêpirsîn kiriye. Li dijî zewaca di temenê biçûk de ya xwişka xwe, ya hevala xwe ya zarokatiyê sekiniye. Ji destpêka ewil de jî tevlibûna jinan a têkoşînê girîng dîtiye.”
 
TEVLIBÛNA JINAN A PÊVAJOYÊ  
 
Bi domdarî Pervîn Buldanê da zanîn ku tevlibûna jinan a nava têkoşînê gelek hînbûnên civakê û pêşdaraziyên wan ji holê rakiriye û ev tişt anî ziman: “Azadiya jinê dikeve navenda nîqaşan. Birêz Ocalan bi vê re îdeolojiya rizgariya jinê pêş dixîne. Di parastinên li Îmraliyê de ‘serdestiya mêr a 5 hezar salî’ analîz kir. Berdewama wê zanista Jineolojiyê derket holê. Ez dikarin ji nîqaşên birêz Ocalan yên bi me re mînak bidim, demên ewil de ev mijareke di têkoşîna azadiyê de dihat dîtin, lê îro heqîqeteke jinê ya ku di dilê azadiyê de ye heye.”
 
‘JI BO SERKEFTINA PÊVAJOYÊ ROLEKÎ MEZIN DIDE JINAN’  
 
Pervîn Buldanê, bi domdarî got: “Di mijara serkeftina pêvajoyê de roleke mezin dide jinan. Li dijî serdetiya mêr, xeta azadiya jinê û rastiya civaka dayiksalar îfade dike. Ji jinan re dibêje ku divê heqîqet derkeve holê. Dibêje jin dixwazin çawa bijîn bila bijîn lê divê di vê jiyanê de sosyalîst bin. Ez dikarim bêjim ku her tim îfade kiriye ku divê jin di jiyanek azad de kirdeya avaker be. Birêz Ocalan, têkoşîna jinan parçeyeke têkoşîna demokrasî û azadiyê dibîne. Her tim tîne ziman û dibêje jiyanek nû û pêşerojeke sosyalîst demokratîk bi feraseteke komunal a ku azadiya jinê esas digire pêkane. Ya duyemîn jî girîngiyê dide têkiliya jin û azadiyê. Tevgera ku azadiya jinê têde tunebe nikare xwe azad bike.”
 
‘KUJERÊ KASTÎK’
 
Di berdewama axaftina xw de Pervîn Buldanê bal kişand ser têgeha “kujerê kastîk” ku Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de bikar anîbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtinên me de têgeha ‘kujerê kastîk’ wek kuluba mêrên neçîrvan a êrişê civakîbûna jinan dike pênase kir.  Wek sazbûneke ku xwe ji ser civakê bi zext û tundiye heyî dike û heman demê de destnedan û pîroz dibîne, îfade kir.”
 
‘HÊZA JINAN WEKE HÊZA AVAKER DIBÎNE’   
 
Pervîn Buldanê, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan jinan weke “hêza esasî ya avaker” dibîne û got: “Lewma divê jin di pêvajoyên çareseriyê de bi rolekî çalak rabin. Vê bi aşkerayî dibêjim; birêz Ocalan di pêvajoya aştiyê de herî zêde bi jinan bawer e. Ji ber yên şer derdixin mêr in. Ji 27’ê Sibatê heta niha em li geşedanan binêrin, li gorî min di aştiyê de rola jinan gelek girîng e.”
 
BENDEWARIYÊN JI PÊVAJOYÊ
 
Têkildarî bendewariyên Abdullah Ocalan ji pêvajoyê jî Pervîn Buldanê got: “Bendewariyên wî yên rasyonel yên zemîna hiqûqî û siyasî, qanûnî heye. Îradeya çareseriyê tam e; lê ev rastiyeke ku ji dewletê cidiyet, ewlehiya qanûnî û gavên demokratîk dixwaze. Bêguman hêviya wî civak bixwe ye. Ji ber vê jî ji daxuyaniya 27’ê Sibatê re got ‘Aştî û Civaka Demokratîk’. Dîsa xwedîderketina li pêvajoyê, yekitiya Tirk-Kurd gavên bi hêvî dibîne. Weke DEM Partiyê em tiştên ku birêz Ocalan îfade dike esas digirin. Lê divê hemû partiyên din jî bala xwe bidin ser. Ji ber ku aştî, berpirsyartiya hemû partiyan e.” 
 
BAŞKIRINA ŞERT Û MERCÊN ABDULLAH OCALAN
 
Pervîn Buldanê îşaret bi serdana şandeya komîsyonê ya li Îmraliyê kir û got: “Birêz Ocalan ji destpêkê de dibêje ku divê nîqaş û pêvajo zelal bin. Mînak sedema ku daxwaza wî ya bi her alî re hevdîtinê bike jî ev bû. Dixwaze vebêje û nîqaş bike. Birêz Ocalan got ji bo hevdîtina komîsyonê bi fêde be divê bi raya giştî re bê parvekirin. Her wiha rojeva Sûriyeyê jî dem bi dem tê berovajîkirin. Birêz Ocalan ji vê rewşê nerehete. Bêguman rol û hêza wî ya li wir jî heye.  Lê di vê mijarê de bendewarî hebe divê diyalog, xebartek azad û şertên ragîhandinê pêk bên.”