Li Roboskê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • rojane
  • 11:05 14 Kanûn 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Ciwanê bi navê Ayaz Encu, li gundê Roboskê di wesayîta xwe de mirî hate dîtin. 

 
Ciwanê bi navê Ayaz Encu, li gundê Roboskê yê navçeya Qileban a Şirnexê di wesayîtê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Hat îdiakirin ku ciwanê di wesayîtê de mirî hate dîtin, bi çekê întîhar kiriye. Komên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, cenazeyê Encu rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qilebanê. 
 
Têkildarî mirina biguman a Encu lêpirsîn hate destpêkirin.