ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 4 Cotmeh 2025
  • |
img
* Abdullah Ocalan, zêdetirî 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di şert û mercên ji îşkenceyê wêdetir de tê girtin. Her çend CPT raporên xwe eşkere nake jî, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku bi çavdêriya biryarên DMME'yê hatiye erkdarkirin, ji bilî muhleta ku da Tirkiyeyê tu biryarekê nagire. 
 
* Semîran Çakir Erbaga, xwişka girtî Firat Erbaga, diyar kir ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Erzinganê bi hefteyan e binpêkirinên mafên mirovan çêdibin û got ku cezayên hucreyê hatine zêdekirin, bi detektoran li ser girtiyan tê gerîn û eşyayên wan tên desteserkirin.
 
* Salih Olmez, xwediyê Sevgi Apartmanê ya li navçeya Erdîşê ku di erdheja 2011'an de 39 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi kana qûmê ya li ser Çemê Zîlanê çêkirî dest bi talankirina xwezayê kir.
 
* Omer Bozkurt ku ji ber krîza aborî dest ji karê tekstîlê berda û titûnê diçîne, got ku ji ber ziwabûnê ew nikare berhema ku dixwaze bi dest bixe.
 
* Xwendekarên Zanîngeha Egeyê ku dest bi sala nû ya hîndekariyê kirin, zêdebûna bihayê kafeterya û wargehên KYK'ê bi bîr xistin û destnîşan kirin ku bursên ku werdigirin têrê nakin.
 
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya xwe ya 1064'emîn li Qada Galatasarayê li dar bixin. (12.00)
 
* ÎHD û Xizmên Windayan dê çalakiya xwe ya li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bidomînin. (12.00)